ÎZMÎR – Li peravên navçeya Karabûrûnê ya Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rasatxaneya Kandîliyê ve hat dayîn; li peravên navçeya Karabûrûnê ya Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû. Li gorî tespîtên destpêkê ji ber erdhejê xesara madî çênebûye û kesî jiyana xwe ji dest nedaye.