Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi çalakiya grevê kirine, 67 rojin li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 46’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 29’emîn de didome. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan didome, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 14’emîn dewr girtiye, di roja 67’emîn de didome. 
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 46’EMÎN DE YE 
 
Jinan li Kampa Penaberan a Mexmûrê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 18’ê kanûna 2020'an de, çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kiribû di roja 46’emîn de didome. 
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 29'EMÎN DE YE
 
Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî, ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, di roja 29'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin. 
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin. 
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ 
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn. 
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû. 
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. 
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn. 
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

02/02/2021
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin