NAVEND NÛÇEYAN - Li eyaleta Kirman a dikeve başûrê Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tahranê, li navçeya Faryab a girêdayî eyaleta Kirman a dikeve başûrê Îranê, li gorî saeta herêmê di 19.34'an bi pileya 4,9 erd hejiya.
Derbarê encama erdhejê çiqas zerar daye mal û can, hîna tu agahî nehatiye parvekirin.