'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'

  • rojane
  • 09:13 31 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Nûnerên rêxistinên demokratîk ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bang li kesên xwedîwijdan kirin û xwestin bibin dengê girtiyan. 
 
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 66'an de ye. Niha koma 13'an de çalakiya bêdem û dorveger dewr girtiye.  Nûnera Enqereyê ya Kovara Alinteriyê Zarîfe Çamalan, Endama Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer, Hevserokê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ji bo çalakiya greva birçîbûnê bang li raya giştî kirin. 
 
KARABÛDAK: BERÎ KU CAN BIÊŞIN...
 
Hevserokê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak, anî ziman ku ji ber ku pêşî li ber diyalogê hatiye girtin girtî dest bi greva birçîbûnê kirine. Karabûdak, diyar kir ku ji ber van çalakiyan fikarên wan elewiyan hene û xwest rojek berî rojekê pêşî lier diyalogê bê vekirin. Karabûdak got: "Em naxwazin tahde bigihê tu canî jî. Berê ev tişt hatin serê me û mirin jî çêbû. Dewlet divê guh bide daxwazên mafdar ên girtiyan û çareyekê peyda bike." Karabûdak, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li raya giştî kir ku bi wijdanî tevbigere û got: "Divê em bên cem hev du û ji bo bibin dengê girtiyan tiştina bikin. Di sala 2018'an de gelek can jiyana xwe ji dest dan. Ji bo careke din ev tişt neqewimin divê daxwaz bên qebûlkirin. Em di meha Xizirê de ne, Xizirê alîkarê hemû canan be." 
 
ÇAMALAN: PEYWIRA ME EM BIBIN DENGÊ WAN 
 
Nûnera Enqereyê ya Kovara Alinteriyê Zarîfe Çamalan jî destnîşan kir ku heger li Tirkiyeyê demokrasî, hiqûq û edalet hebe divê ji bo girtiyan nêzîkatiyeke wekhev hebe û tecrîd bi dawî bibe. Çamalan, destnîşan kir ku peywira hemû kesên li derve ew e ku "bibe dengê girtiyan" û got: "Ji ber ku bêdengî heye, tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Lê belê dê bi têkoşînê bê şikandin. Mixabin em li welatekî ku bi dîktatoriyê tê birêvebirin dijîn û li girtîgehan polîtîkayek taybet heye. Lê yê berxwedêr bi ser bikevin û dê serketin a berxwedêran be." 
 
TÛNCER: DÊ BI ÇALAKIYAN BI SER BIKEVE 
 
Endama Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer jî çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an bibîr xist ku bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin û destnîşan kir ku di roja 200'î de çalakî bi ser ketiye. Tûncer got: "Bi xwedîderketina malbatan, bi berxwedana dayikên me yên kitanspî yên li ber girtîgehan û çalakiyên fedaî ên hevrêyên me û bi helwesta gel faşîzmê paşde gav avêt." 
 
Tûncer, anî ziman ku lê belê faşîzmê xwestiye vê serketina girtiyan ji dest wan bigire û pêvajoya pandemiyê jî bi vî awayî ji xwe re kiriye firsend. Tûncer got: "Gelek kesên dijminên jinan, tecawizkar, tacizkar hatin berdan, lê girtiyên siyasî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Em bawer dikin ku dê çalakiyên gel û nexasim jî ên ciwanan hesab bipirse û wê bi ser bikevin." 
 
SÎNEMÎLLÎOGLÛ: EM Ê BIQÎRIN 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî anî ziman ku awayeê berxwedanê yê dawî yê girtiyan çalakiyên greva birçîbûnê ne. Sînemîllîoglû, diyar kir ku berî ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê divê her kes bibe dengê girtiyan û got: "Daxwazên wan daxwazên me hemûyan e û daxwazine mirovane ne. Lewma li derve divê em daxwazên greva birçîbûnê biqîrin. Di demên dawî de zext û zoriyên li ser girtiyan zêde bûn. Lê belê çi dikin bila bikin, em ê her tim gotina xwe bibêjin."  Sînemîllîoglû, bal kişand ser heyeta CPT'yê û bertek nîşanî helwesta wê kir û got: "Peywira wan ew e ku li ser sedema tecrîda li Îmraliyê hûr bibin, lê tenê hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re dikin û diçin. Ji bo grevên birçîbûnê divê em li qada navneteweyî hîn bêtir dengê xwe bilind bikin. Her kes divê vê bêhiqûqîtiyê bîne ziman." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

02/02/2021
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN
31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin