COLEMÊRG - Li Taxa Gungor a Geverê 2 cenaze hatin dîtin.
Li Taxa Gungor a navçeya Gever a Colemêrgê cenazeyê Abîdîn Ozçuk û Enver Ozçuk hatin dîtin. Şêniyên taxê her du cenaze di depoyekê de dîtin û haya tenduristkaran û polîsan pê xistin. Cenaze rakirina Nexweşxaneya dewletê ya Geverê.
Tê gotin her du kes ji ber duxan komirê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.