Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e

  • rojane
  • 10:15 28 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Prof. Dr. Fuat Keyman, diyar kir ku Serokê DYA'yê Jeo Biden têkildarî fuzeyên S400 ên ku Tirkiye ji Rûsya kirîne dê zorê li Erdogan bike ku biryarek zelal bide. Keyman, anî ziman ku ji ber têkiliyên Trump-Erdogan tekasesî bûn, dê karê Tirkiye û Erdogan bi Biden re zor û zahmet be. 

 
Serokê DYA'yê nû Jeo Bîden ku di hilbijartina 3'ê Mijdarê de qezenç kir, di 20'ê Çile de erka xwe bi awayekî fermî ji Serokdewletê DYA yê berê Trump girt û bi awayekî fermî dest bi kar kir. 46’emîn Serokdewletê DYA Joe Biden piştî hat ser kar, niqaşên dê polîtîkayên DYA li dijî Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çawa bibin dest pê kir. 
 
Dîrektorê Navenda Polîtikayên Stenbolê Prof. Dr. Fuat Keyman, der barê polîtêkayên DYA yên li dijî Rojhilata Navîn, Tirkiye Sûriye, Iraq, Îran û Kurdan de nirxandin kir. Keyman, bal kişand ser kesên tayînî Wezareta Derve ya DYA, Koordînatoriya Efriqa Bakur û Rojhilata Navîn û CIA’yê kir û got: "Di rêveberiya nû ya DYA de pêvajoyek dijwar li pêş Tirkiyeyê ye. Dêveberiya Biden dê di 100 rojên ewil de li ser demokrasiya navxweyî ya DYA raweste. Dê DYA ji şopo Trump û Trumpizmê rizgar bike û saziyan ji nûve bi hêz bike. Biden di qada derve û hundir de di biryarnameyên Serokatiyê de bi gavên lezgin dest bi kar kir." 
 
DÊ TÊKILIYEN TEKAKESÎ BI DAWÎ BIBIN
 
Keymen, anî ziman ku heta niha têkiliyên Erdogan û Trump li ser tekakesî pêş diket û wiha got: "Bîden hem di têkiliyên derve de û hem jî di têkiliyên demokratîkbûnê de dê giringiyê bide Tirkiye. Ji bo hikûmeta Erdogan dê li gorî serdema Trump ev serdema Bîdem bibe sedemek zor û zahmet. Ji ber ku heta niha 4 sal in Têkiliyên Tirkiye û DYA li ser têkiliyên Erdogan-Trump  ên tekasî pêş diket. Tu qîmeta fikrên wezaret û rêxistinan tune bû. Li ser têkiliyên ku kesan ên telefonê pêş diket. Lê ji niha  û şûnde ev yek dê tune be. Ji niha û şûnde Biden tê li ser têkiliyên Wezareta Karên Derve, eskerî, ewlehî û rêxistinên fikrê diplomasiyê pêş bixe."  
 
'DÊ ZORÊ LI TIRKIYE BIKE'  
 
Keyman, destnîşan kir ku DYA dê ji niha û şûnde di aliyê dîplomasiyê de zorê li Tirkiye bike û wiha berdewam kir: "Em ê li hemberî vê polîtîkaya DYA helwesta Tirkiye bibînin. Antony Blinken tayînî Wezareta Karên Derve, Brett McGurk tayînî Koordînatoriya Efrîka Bakur û Rojhilata Navîn, William Burns jî tayînî CIA'yê kir. Ev girîng e. Dema em li nav û bîrdoziya van kesan dinerin, em dibînin ku wê zorê li Tirkiyeyê bike ku di têkiliyên DYA, Yekîtiya Ewropa  û NATO de tercîhekê bike. Dê têkildarî têkiliyê Rûsya de zorê li Tirkiyeyê bike. 
 
DI MIJARA S400'AN DE DÊ DANEKIRINÊN NÛ PÊŞ BIXE 
 
Keyman, bibîr xist ku Bîden li gorî Trump dê zorê li Tirkiye bike ku di navbera S400 û F35’an de bijartinekê bike û wiha got: "Eger Tirkiye F-35'an tercîh neke, DYA dê venekirinên nû têxe meriyetê. Divê Tirkiye di mijara S400'an de bersivek zelal bide DYA û NATO. Divê Tirkiye di navbera milê Rûsya û milê DYA, NATO û YE'ê de biryarekê bide. Ji ber vê yekê di mijara Rojhilata Navîn, Surîye, Iraq û pirsgirêka Kurdan de di sala 2021'an de dê li Tirkiye guhertinên nû pêş bikevin. Dibe ku wekî berê zêde li ser çareseriya çekdarî ranewestin. Dibe ku bêtir çareseriya siyasî û muzakereyan derkevin pêş. Em ê vê yekê temaşe .bikin. Ji ber vê yekê sedsala 2021’an ne tenê ji bo têkiliyên Tirkiye, Sûriye, Irak û DYA, di heman demê de dê ji bo pêşeroja pirsgirêka Kurdan jî bibe pêvajoyek nû. Em ê vê yekê bibînin.  Rêveberiya Biden dê zêdetir demokrasiyê derxe pêş. Dîsa dê rêxistinên fikrê derxe pêş. Ji ber vê yekê pêvajo dê bêtir li ser muzakereyên siyasî pêş bikeve." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 
 
 
 

Sernavên din

29/01/2021
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be