NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat binçavkirin.
Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" derbaarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê de doz hatibû kirin. Di danişîna dozê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê de derbarê Gokkanê de biryara girtinê hatibû dayîn.
LI MIDÛRIYETA POLÎSAN E
Gokkan, li mala xwe ya li semta Gazîler a navçeya Peyas a Amedê hat binçavkirin. Polîsan Gokkanê bir Midûriyeta Polîsan a Amedê. Li gor agahiyên parêzeran dan, Gokkan îşev ê li midûriyeta polîsan be û wê sibê sewqî dadgehê bê kirin û ji wir jî wê bibin girtîgehê.
Hat hînbûn ku parêzerên Gokkanê ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê dane, lê belê dadgehê serlêdana wan nebersivandiye.