Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e

  • rojane
  • 12:30 27 Çile 2021
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu anî ziman ku ew revandina mirovan ji salên 1990'an de dizanin û got: “Revandina mirovan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev rêbaza şerê qirêj e. Em destûr nadin dewlet van sûcan bike amûrê rêveberiyê." 
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, li meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Kerestecîoglu, anî ziman ku êdî serxwebûna darazê ji aliyê her kesî ve bûye mijara niqaşê û wiha got: "Êdî her kes girtî tên darizandin. Biryara berdanê jî ji ber pergala înfazê li ber çavan nayê girtin. Daraz bi temamî ketiye kontrola siyasetê. Êdî daraz ji rê derketiye. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike. Her roj jin tên kuştin û tundî lmi wan tê kirin." 
 
Kerestecioglu, destnîşan kir ku di dozên jinan de delîl baş nayên komkirin û wiha  axivî: "Jin heta birîndar nebin, serî hilnedin û tênekoşin nikarin mafê edaletê bi dest bixin. Di sala 2017’an de li Enqereyê ajokarê otobusê tecawizî jinek rêwî kir û dawiyê hat cezakirin. Lê beriya wê ajokar bi dehan caran heman suc kiribû û dîsa hatibû berdan."  
 
Kerestecîoglu, têkildarî mirina Aleyna Çakir jî wiha lê zêde kir: "“Kesê bersûc Umitcan Uygun wêneyê bi Erdogan û Bahçelî re kişandibû parve kir. Di encamê de Umitcan Uygun, ne têkildarî kuştina Aleyna Çakir, ji ber sûcê tiryaka hat girtin. Faîlên tundiya jinan vê aramiyê ji ku digirin. Rojên borî darazê der barê tundiya zayendî de biryarek balkêş û skandal stend. Dadgehê têkildarî jina tundî lê hatiye kirin a temenê wê kêmî 18 salî, bi hinceta "agahî nedaye malbatê û 15 roj şûnde serlêdana sûc kiriye," wekî bi "Riza xwe" kiriye qebûl kir û doz betal kir. Tecawiz û îstîsmarek sayendî ne 15 rojan hin caran heta 15 salan nikarin bînin ziman. Ji ber zext û tundiya li ser wan gelek zêde ye. Ji ber vê yekê jin di vê mijarê de bêçare tên hiştin." 
 
WINDAKIRINA MIROVAN RASTIYA TIRKIYEYÊ YE 
 
Kerestecîoglu, bal kişand ser windakirina mirovan jî û wiha berdewam kir: “Duh mirov dihatin windakirin. Îro jî ev windakirin kirine rastiya Tirkiyeyê. Sala par di 11'ê çileya 2020'an de li Elkê ya Şirnexê Şimunî Dîrîl û hejîna wî Hurmuz Diril winda kirin. Salek e agahî ji wan nayê girtin. Mehmet Mal di 24'ê çileya 2020'an de ji Êlihê çû Stenbolê û xwest kurê xwe yê li Girtigeha Sîlîvrî bibîne. Lê Mehmet Bal ji wê rojê heta niha winda ye. Gulistan Doku, ji 5'ê Çileya 2020'an heta niha winda ye.  Înîsiyatifa Mafan diyar kir ku di navbera salên 2016-2019'an de 28 kes bi zorê û li dijî zagonan hatine revandin. Di encama zextên cemaweriyêde ev kes piştî demek şûnde hatine berdan. 
Dîsa xebatkarê Serokwezîriyê Huseyin Galip Kuçukozyîgît, di 29'ê Kanûna 2020'an de winda bû. Windakirina bi zorê, binçavkirina dijzagonî, îşkenceya di bin çavan de ev hemû sûcên mirovahiyê ne. Em vê yekê jisalên 90'î de nas dikin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Em revandina mirovan ji salên 1990'an de dizanin 
 
EM JI SALÊN 1990'AN VÊ RASTIYÊ ZANIN
 
Kerestecîoglu, bal kişand ser revandina Gokhan Guneş jî û wiha bi dawî kir: “Her çend Gokhan Guneş îro hatiye malê jî, divê daraz û midûriyeta polîsan aşkere bike ku kê ew bi zorê revandiye. Divê rûyê rastî ronî bikin. Heta ku ruyê rastîn ronî neke em dizanin ku pirsa vê yekê dikin ya na? Em berê baş dizanin ku rayedarên dewletê mirov direvandin. Piştre bi hevkariyê ser van sûcan vedişartin. Eger hesab ji vê yekêpirsî bûna îro di 2021'an de em li ser vê mijarê ranediwestiyan. Di sala 1992'an de Rewşenbirê Kurd Musa Anter li Amedê qetilkirin. Niha doz bi talûkeya ku dem di serre derbas bibe re rû bi rû ye. Niha dîsa cînayetê Hrant Dink jî bi heman rengî ye. Herî zêde îqtîdar li pêş ronîkirgina van cînayetan asteng e. " 
 

Sernavên din

29/01/2021
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be