Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye

  • rojane
  • 09:11 27 Çile 2021
  • |
img

ENQERE  - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û heyeta pê re seredana Bexda û Hewlêrê kiribûn. Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz, anî ziman ku Akar û heyeta wî xwestine li Kerkûk û Mûsilê binkeya eskerî bê avakirin, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin. Salaz, ji bo PDK'ê jî anî ziman ku xwe radestî Tirkiyeyê kiriye. 

Çend roj berê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û Serfermandarê Giştî yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û heyeta bi wan re çûn Bexdayê û ji wir jî çûn Hewlêrê. Piştî serdanê Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan sinyalên operasyona li hemberî Şengalê dabûn û li gel vê balafirên şer ên DYA'yê jî li herêma Sakharê li milîsên Îranê dabûn. 
 
Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz ku herêmê ji nêz ve dişopîne, çavdêriyên xwe yên derbarê vê seredanê û tiştên piştî seredanê qewimîn de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Salaz, destnîşan kir ku du hêlên geşta heyeta tirk hebûne û got: "Ewilî derbasî Bexdayê bûn. Jixwe ya geşta esas jî ev der bû. Piştgirî an jî destûra PDK'ê ya ji bo Trkiyeyê têr nake. Lewma ewilî divê em bi Bexdayê dest pê bikin. Mehek berê bi dawetkirina Enqereyê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî hat Tirkiyeyê. Bi qasî di çapemeniyê de derket, bi awayekî bi hişmet hatiye pêşwazîkirin. Tirkiye hin weadên nepêkan kirin û gotin wê 5 milyon dolar piştgiriyê bidin Iraqê. Yanî bertîl pêşniyar kirin. Lê em giş dizanin ku di Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê de ew qas pere tune ye. Ne wekî Almanya û Fransayê ye ku di qaseya wê de pereyê wê hazir be û belav bike. Muhtemelen rêveberiya Iraqê jî bi vê dizane, lê Tirkiye bertîlek werê pêşniyar kir da ku derî vekirî bimîne. Piştî hevdîtina li wir ragihandin ku dê hevdîtina din li Bexdayê bê kirin û çend roj berê heyet hat Iraqê. Heyeta hat jî ne heyetek werê bû ku karibe têiliyên Tirkiyeyê baş deyne. Heyeta hat, heyeta şer bû. Tîmeke şerê taybet bû. Hatin bexdayê û li vê derê pêwendî bi rêvebiran re danîn." 
 
ESAS NEHAT GIRTIN
 
Salaz, anî ziman ku di helwesta rêveberiya Iraqê ya ji bo heyetê de peyamek hebûye û got: "Gava hevdîtin çêdibin, ji bo nezaetê alaya du welatan li odeya civînê tê bicihkirin. Lê belê çi di hevdîtina odeya Serokomarê Iraqê Birêz berhem Salih de, çi jî di hevdîtina li odeya Serokwezîrê Iraq Mûstafa el-Kazimî de alaya tirk nehat daliqandin. ev peyamek bû. Ev peyam hem ji bo herêmê hem jî ji bo cîhanê bû. Yanî rêvebiriya Iraqê Tirkiyeyê bi awayekî cidî esas negirt. Binî vê xêz dikim, ji lewra mijareke girîng e. Di daxuyaniyên piştî hevdîtinê de jî tiştekî werê berbiçav tune bû. Tenê qala hin alîkariyan kirin, lê ev jî nehat zelalkirin. Yanî hinekî destvala ji bexdayê vegeriyan û daneyeke ku vê xurt dike jî teqîna li Iraqê bû. Piştî ku heyeta Tirkiye vegeriya, 40 saet bi şûn de li navenda Iraqê teqînek mezin çêbû."
 
TEQÎN PEYAMEK BÛ 
 
Salaz, ji bo teqîna çêbû jî got: "DAIŞ, rêxistineke werê ye ku gava çalakiyekê bike di demeke kurt de aşkere dike. Lê bi derengî ev êrîş aşkere kir. Di vir de hin teqînên ku gava têkiliyên Tirkiyeyê û rojavayê nebaş bûn çêdibûn, hat bîra min. Êrîş biribûn Kilîsê, filan bêvan derî. Bi ya min teqîna li Iraqê ne çalakiyeke jirêzê ye. Ez dibêjim, armanca wê ew bû ku peyamekê bide rêveberiya Iraqê û peyameke werê bide; 'Em ê hin kesan bera we bidin, em ê sikûneta we xera bikin.' Ev peyam tenê ne ji bo Bexdayê, ji bo hemû komên ku bi wan re herekat nakin." 
 
Salaz, ji bo çûna Hewlêrê ya heyetê jî got: "Li vir baş hatin pêşwazîkirin. Li vê derê sê hevdîtin çêkirin. Ewilî bi Mesûd Barzanî re. Ya duyem bi Nêçîrvan Barzanî re û ya sêyem jî bi Mesrûr Barzanî re kirin. Her sê jî PDK'î ne. Yek jê li ser partiyê ye, yek jê serokê dewletê ye û yê din jî serokwezîrê hikûmetê te. Ji xeynî vana hevdîtin bi kesî din nekirin." Salaz, diyar kir ku heyetê hevdîtin bi wezîrê parastinê yê herêmê yê endamê YNK'ê re nekiriye û got: "Heyetek şer hatiye herêmê, lê belê wezîrê parastinê tenê di dema pêşwazîkirinê de hebûye. Bi tu awayî daxilî nav hevdîtina nehat kirin. Yan dixwazim bibêjim; Tirkiyeyê xeta xwe ya li vê derê xêz kiriye. Ji xeynî rêveberiya PDK'ê bi tu kesî re hevdîtinê û merhebayê nake. Ev jî nîşan dide ku bê ka tevkariya wan tevkariyeke çi qasî kûr e. Weîrê parastinê derbarê hevdîtinê de got, derbarê têkiliyên aborî de axivîne. Lê ev tiştekî komîk e. Çi karê wezîrekî parastinê bi aboriyê re heye." 
 
DAXWAZA WAN A JI BO AVAKIRINA BINKEYA ESKERÎ HAT REDKIRIN
 
Salaz, destnîşan kir ku Akar û heyeta wî xwestine li Kerkûk û Mûsilê binkeya eskerî bê avakirin, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin. Salaz got: "Me bihîst ku xwestine li Mûsil û Kirkûkê binkeya eskerî ava bikin. Lê belê her du daxwazên wan jî hatine redkirin. Jixwe ji berê de çavên wan li Mûsil û Kirkûkê ye. Niha li kampa tirkan a li binkeya Başîkayê ya nêzî Mûsil çete tên perrwdekirin. Efserên tirk li Başîkayê komeke bi navê Heşdî-Vatanî perwerde dikin. Li wir çeteyeên sunî yên alîgirên tirk tên perwerdekirin. Yanî jixwe Tirkiye li cihekî pir nêzî Mûsilê ye. Tenê ne li axa Kurdistanê, li qada ku wekî axa Iraqê tê hesibandin jî binkeya wê heye. Lê pri behsa wir nakin." 
 
Salaz, anî ziman ku Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi van hêzan re dixwaze di bihar û havînê de berê xwe bide van deran û got: "Sedema wê ne rewşa taybet a Iraqê ye, sedem ew e ji bo konsolîdekirina raya xwe ya giştî, di dest îqtidara AKP-MHP'ê de ji xeynî kurdan tu koz nemaye.
 
BÛYE PÊGIRTIYÊ TIRKIYEYÊ
 
Salaz, di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser helwesta PDK'ê û zirara ku dide yekîtiya neteweyî jî û got: "Em behsa pergaleke bi temamî bûye pêgirtî dikin. Hingî bûne razdarên hev, di kîjan bankeyê de çend qurîşên wan hebin, hemû di kontrola Tirkiyeyê de ne. Her wiha pereyên ku di ser Tirkiyeyê re ji DYA û Ewropayê re hatine şandin jî hene. Jixwe gava behsa rêveberiya herêmê bê kirin, tenê divê PDK bê bîra mirov. Nebaşdarbûna civîna dawî ya Wezîrê Parastinê yê Kurdistanê, nîşan dide ku bi navê hikûmetê tiştek nemaye. PDK, xwe radest kiriye. Bi salan e em vê dibêjin; heger Tirkiye bê vê derê hûn ê derkevin an jî teslîm bibin. Lê me kir nekir fêm nekirin. Mînaka Qibrisê heye. Wê bi awayekî demborî mudaxileyî wir bikirana û apşê vekişiyana, lê nîviyê giravê bi dest xistin." 
 
'YENÎÇERÎ AFIRANDIN'
 
Salaz got: "Di nav PDK'ê de hin kes hene dixwazin bibin waliyên Tirkiyeyê. Yanî êdî li wî aliyî bi navê welatperweriyê tiştek nemaye. Lê binerin PDK di demên dawî de hin 'yenîçerî' afirandin û wan li qadên gerîlayan bi cih kirine. Mesele tenê tetikek e. Hingî werê nêzîk bûne, tivingek biteqe ew der dê veguhere qada şer. PDK, hatiye vê astê. Hingî ew û Tirkiyeyê nêz hev bûne, êdî wekî Hewlêr perçeyek Tirkiyeyê be, werê herekt dikin. Divê meriv ji rêveberiya PDK'ê bipirse: Ma 300-400 hezar kurd ji bo vê hatin kuştin? Tenê di komkujiya Enfalê de 182 hezar mirov hatin kuştin. Ma ji bo vê hatin kuştin? Hela lê mêze, rabe xwe ji Seddaê dagirker xelas bike û wê axê radestî Tirkiyeyê bike. Ew mirov ji bo vê mirin? Mixabin wisa ye..." 
 
Salaz, destnîşan kir ku gelê herêmê êdî rastiyê dibîne û got: "Mesela ev seredana dawî di medyaya sosyal de olan da. Ew merhebaya li ber alaya tirk, ew ken û bişirînên hatin parvekirin... bi sedan kesî berte nîşan da." 
 
Salaz di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî vê saetê PDK îcazetê nade ji bo yekîtiya neteweyî. Ji bo ku rê li ber vê veke, gere xêzekê bikişîne ser Tirkiyeyê. Lê qethiyen vê yekê nake. Ji bo ku kurdan tune bikin, li hemberî tevgera welatparêz hêzeke taybet ava kirine. Ew dibêjin pêşmerge, lê ez dibêjim çete. Çeteyên Rojê afirandine û li hemberî te bi kar tîne. Ma pergaleke bi vî rengî dê bi te re li dor heman maseyê rûnê? Li gor min divê yekîtiya neteweyî, bi derdorine din re bê nîqaşkirin. Mixabin rewş ev e. Ji ber vê ye divê welatparêzin kurd li Rojava, Bakur û Başûr baldartir bin. Ji lewra pêvajoya bê, dibe ku bibe cihê guherînên mezin." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

27/01/2021
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin