Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye

  • rojane
  • 09:11 27 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede, destnîşan kir ku tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê "hiqûqeke taybet a ji bo kesekî" ye û li tevahiya civakê belav bûye. Dede got: "Tecrîda ku niha li Îmraliyê pêk tê, êrişa li ser dewleta hiqûqê ye." 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin, 2 meh li dû xwe hiştin. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Umît Dede, tecrîda li Îmraliyê û "hiqûqa" pêk tê nirxand. 
 
GERGERÎNEKA ÎMRALIYÊ 
 
Dede, destnîşan kir ku li Îmraliyê rêgeza sereke ya hiqûqî, rêgeza wekheviyê" tê binpêkirin û ev pergala li ji bo kese an jî civatekê pêk tê, dê li tevahiya civakê belav bibe.
 
Dede, anî ziman ku tecrîda pêk tê, tebê girtiyên li Girava Îmraliyê an jî malbatên wan eleqedar nake û got: "Çalereşa di hiqûqê de hatiye vekirin, her diçe fireh dibe û di dawiyê de dê hiqûqê daqurtîne. Hiqûqa ku li Îmraliyêpêk tê gergerînekek e û ev gergerînek dixwaze nirx, azadî û mafên hevpar ên bi têkoşîneke bi hezaran salan hatine afirandin daqurtîne. Bêhiqûqîtiya li wir pêk tê, her diçe li tevahiya girtîgehan belav dibe. Mafên ku bi têkoşînên mezin bi dest ketine yeko yeko tên daqurtandin û ev li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên tunekirin. Hiqûqa taybet a ji bo kesekî yan jî komekê li Îmraliyê pêk tê, li civakê belav dibe û bi awayekî giştî gefan li azadiyên civakê dixwe." 
 
‘ÊRIŞA LI SER HIQÛQÊ' 
 
Dede got: "Heger îdiayeke we ya wekî dewleta hiqûqê hebe, nexwe hûn nikarin parastinê binpê bikin ku rêgeza sereke ya darizandineke adil e. Ev pergala ku niha li Îmraliyê pêk tê, êrİşeke li ser hiqûqê, êrîşeke li ser dewleta hiqûqê. Bêhiqûqîtiya li Îmraliyê pêk tê, divê di çaçroveyeke hezkirin an nehezkirina ji Ocalan de neyê nirxandin. Êrîşek heye, li ser hiqûqê. 5 salên dawî ne em bi awayekî berbiçav vê gefê hîs dikin. Bi giştînameyeke walîtiyekê, qeymeqamtiyekê li bajar û navçeyan hemû azadiyên we tên qedexekirin. Di Qanûna Bingehîn de tê gotin maf û azadî tenê bi qanûnan dikarin bên sînordarkirin. Lê ev yek bi biryarnameyeke walîtiyê tê binpêkirin. Ev yek li Îmraliyê dest pê kir. Neesasgirtina mafan, bnpêkirina hiqûqê li wir dest pê kir û ji ber ku li hemberî vê bertek û nerazîbûneke xurt çênebû, li tevahiya civakê belav bû." 
 
Dede, destnîşan kir ku ji ber ku rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî nerazîbûna xwe nîşan nadin, pêkanînên li Îmraliyê didomin û ji bo vê bal kişand ser biryarên DMME'yê yên di sala 2005 û 2014'an de derbarê Ocalan de. 
 
HIŞYARÎ
 
Dede, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û got: "PIştî ku binpêkirinên mafan bandor li wan û civakê dikin biryara çalakiya greva birçîbûnê girtine. Ev bi awayekî jî hişyariyeke ji bo hikûmetê. Çalakiyên bêdem û dorveger di heman demê de ji bo saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî hişyariyek e. Lewma gere hikûmet daxwazên rewa û mafdar qebûl bike. Girtî, doza mafên xwe yên bi qanûnan hatine parastin dikin. Saziyên neteweyî û navneteweyî divê ji bo vê bi ser îqtidarê de biçin. Heger ev çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya bêdorveger, dê di van şert û mercên pandemiyê de xetereya mirinê rû bide. Demildest divê gav bên avêtin û daxwaz bên qebûlkirin." 
 
KOMÎSYON
 
Dede, diyar kir ku HDP, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bişopîne komîsyonek ava kiriye û pêwendiya wê bi Komîsyonên Şopandina Greva Birçîbûnê re heye ku ji hêla saziyên sivîl ve hatiye avakirin. Dede, destnîşan kir ku ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tevî saziyên civaka sivîl ên li Tirkiyeyê û di çarçoveyeke dîplomatîk de dixebitin da ku hikûmet gavina bavêje û daxwazan qebûl bike. 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

27/01/2021
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin