Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’

  • rojane
  • 10:55 24 Çile 2021
  • |
img
STENBOL – Di rapora leşkerê kurd Mehmet Araz ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû de hat diyarkirin ku di qevdên her dû destên wî de jêkirin hebûne. Bavê Araz Hasan Araz, diyar kir ku ev tespîta otopsiyê nîşan dide ku kurê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin. 
 
Mehmet Araz (23) ê ji navçeya Qaxizmanê ya Qersê ku li navçeya Babaeskî ya Kirklareliyê leşkerî dikir, di 12’ê gulana 2020’an de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Wê demê têkildarî mirina Araz ji aliyê rayedarên leşkerî ve hatibû daxuyandin ku Araz rojek berî ku jiyana xwe ji dest bide çûye nexweşxaneyê û rojek şûnde li avahiyeke xerabe întihar kiriye. 
 
NIVÎSA ÎNTIHARÊ
 
Piştî bûyerê malbata Araz, bi şopên li ser laşê wî tespît kiribûn ku milê kurê wan bi hev ve hatiye girêdan û ji gelek cihan ve hatiye derpkirin û li Serdozgeriya Komarê ya Babaeskiyê gilî kiribûn. Di pêvajoya ku lêpirsîn didomiye de nîvîsa întiharê ku tê angaştkirin ji aliyê Araz ve hatiye nivîsandin li dosyayê hat zêdekirin. Miduriyeta Laboratûvara Polisan a Krîmînal a Stenbolê, biryar da ku ev nivîs ji aliyê Araz ve hatiye nivîsandin. Lê parêzerê malbata Araz vê biryarê qebûl nake û îttîraz kiriye. 
 
RAPORA OTOPSIYÊ
 
Di dosya ku heta niha tu peşveçûn çênebûye de rapora otopsiyê ya ji aliyê Daîreya Pisporiyê ya Morga Stenbolê ya Saziya Tipa Edlî ya Wezareta Edaletê ve hatiye amadekirin jî li dosyayê hat zêdekirin. Di raporê de hatiye tespîtkirin ku li laşê Araz gelek birîndarî û texrîbat hene û ev agahî tên dayîn: “Di qevdên her dû milên wî de jêkirin hene. Ji ber birîndar û şikandinên ku di laşê wî de çêbûne xwîn çûye ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.” Lê têkildarî sedemên van birîndarî û texrîbatan bi tu awayî agahî nehatine parvekirin. Ev jî gumanên malbata Araz zêde dike. 
 
ÎTTÎRAZA PARÊZER
 
Parêzerê malbatê Cesîm Parlak, diyar kir ku rapor kêm hatiye amadekirin û bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Babeskiyê da û raporê îttîraz kir. Parlak, di daxwaznameyê de kêmasiyên raporê rêz kiriye û destnîşan kiriye ku ji ber kêmasiyên heyî ew raporê qebûl nakin û xwestiye ku kêmasiyên raporê bên derbaskirin û sedemên  birîndariyên li laşê Araz bên aşkerakirin. 
 
GELO SER BÛYERÊ TÊ VEŞARTIN?
 
Bavê Araz Hasan Araz jî destnîşan kir ku bi aşkerabûna rapora otopsiyê re gumanên wan ên kuştinê û veşartina ser bûyerê zêde bûne û wiha got: “Beriya niha leşkeran ji min re gotibûn ku kurê te întihar kiriye. Lê di raporê de bi awayekî zanebûn nehatiye diyarkirin ku kurê min çawa miriye. Divê di raporên otopsiyê ev bê diyarkirin. Dema min kurê xwe li morgê dît, li qexdên destên wî şopên girêdanê hebûn. Di raporê de jî hatiye diyarkirin ku li qevdên destê wî şop hene. Lê sedemên van aşkera nekiriye. Ev jî piştrast dike ku kurê min bi îşkenceyê hatiye kuştin. Bi vê hewl didin ser bûyerê bigirin. Beriya niha bi nivîsê întiharê xwestin nîşan bidin ku kurê min bi întiharê jiyana xwe ji dest daye. Lê nivîsa întiharê ne ya kurê min e. Bi awayekî kurê min kuştin û niha jî dixwazin serê bigirin. Ez dixwazim berpirsyar bên darizandin.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

27/01/2021
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin
16:06 ‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’
15:59 Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin
15:54 Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû tehliye bû
15:49 KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir
15:36 Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê
15:21 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
14:42 Kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin veşartin
14:39 Parlementer Koçyîgît lêgerîna tazî ji Wezîr Gul pirsî
14:37 Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tedawî bipere ye
14:28 Kamaç: PÎA'yê xwe di wîcdanê gel de ava kiriye
13:47 Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê ya yekîtiya têkoşîna gelan e
13:44 Hillary Clînton wê berxwedana YPJ’ê bike rêze fîlm
13:41 TJA û HDP'ê li Şirnexê serdana malbatên girtiyan kirin
13:08 Berdevkê Koalîsyonê Marotto rizgarkirina Kobanê pîroz kir
12:59 Hevserokê HDP’ê yê di bin çavan de: Ne posterên Ocalan, serdegirtin derveyî qanûnan e
12:48 Serlêdana hevdîtina ji bo Ocalan careke din hat redkirin
12:05 Li Îdirê jinek hat qetil kirin
11:48 Li Îranê 4 zilaman jinek qetil kir
11:39 Piştî qedexeyê li Bagokê tevgera helîkopteran çêbû û binçavkirina des pê kir
11:18 Li Amedê endama MYK’a HDP’ê hat binçavkirin
11:06 Dadgeha Bilind du sal in dosya girtî lêkolîn nake
10:48 Li Gumgumê operasyona leşkerî dest pê kir
10:37 Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:09 Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad: Ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê amadekariyên mezin hene
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
09:11 Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin