Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin

  • rojane
  • 16:23 22 Çile 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX - Li Cizîrê piştî ku daxuyaniya HDP'a Cizîrê ya derbarê grevên birçîbûnê de hat astengkirin, parlementerên jî di nav de HDP'î ber bi qeymeqamtiya navçeyê ve meşiyan. HDP'iyan bang kir ku divê tu kes bêdeng nemîne. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li ber avahiya partiyê daxuyaniyê bide. Lê belê polîsan bi hinceta "progandayê rêxistinê ye" nehiştin HDP'î daxuyaniyê bidin. Li dijî vê biryarê parlementerên HDP'ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş jî ber bi avahiya qeymeqamtiyê ya navçeyê ve meşiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de polîsan derdora parlementeran dorpêç kir. 
 
'BÊDENG NEMÎNIN'
 
Parlementera HDP'ê Nuran Îmîr bertek nîşanî helwesta polîsan da. Îmîr, destnîşan kir ku tu hêz wê nikaribe dengê wan asteng bike û got: "Îro Cizîra Botan di bin dorbêçê de ye. Nahêlin em parlementer dengê we ragihînin. Bi biryara qeymeqam nahêlin ku em gotinekê bibêjin. Em vê helwesta qeymeqam şermezar dikin. Çi dibe bila bibe em ê li gel gelê xwe kom bibin. Ew ê nikaribin me ji gel veqetînin. Wekî her tim îro jî em ê xwedî li vîn û rûmeta xwe derbikevin. Di şexsê girtiyan de dixwazin tevahiya Tirkiyeyê bixin bin tecrîdê. Mirov êdî nikare du gavan biavêje. Li hemberî vê bêrûmetiyê em ê li ber xwe bidin. Ciwanên me, hevalên me ji bo ku li hemberî vê zilmê li ber xwe dane dîl hatine girtin. Niha jî ev hevalên me bi çalakiya grevên birçîbûnê li ber xwe didin. Lêgerînên tazî li wan dikin, îşkence li wan dikin û wan sirgûn dikin. Ev pêkanînê dijminahiyê ne ku dewletê li dijî gelê kurd dike. Ev rêbazê îşkenceyê ji xwe re kirine pergal. Bêdeng nemînin, deng bidin girtîgehan."
 
PIŞTGIRIYA GEL HAT ASTENGKIRIN
 
Piştî daxuyaniyê parlementer Ozguneş û Îmîr bi dirûşmeyên 'Bijî berxwedana zindanan' meşiyan. Welatiyên ku dixwestin piştgiriyê bidin meşa parlementeran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Meşa parlementeran heta li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê berdewam kir.
 
'TU ÎKTÎDAR NIKARIN LI BER DAXWAZA JI BO AZADIYÊ BISEKININ' 
 
Li ber avahiya HDP'ê parlementerê HDP'ê Hasan Ozgûneş jî axiftinek kir. Ozgûneş jî bal kişand li ser grevên birçîbûnê. Ozguneş, bilêv kir ku rayedarên dewletê bi qedexekirina çalakiyan dixwazin dengê gel qut bikin û got:" Jibîr nekin; ne astengiyên we, ne çekên we, ne kelemçeyên we û ne jî zindanên we nikarin dengê me qut bikin. Çimkî em hezkiriyên aşitî, azadî, demokrasî û wekheviyê ne. Me canê xwe di oxira wan de feda kiriye. Tu îktîdar nikarin li ber daxwaziya ji bo azadiyê bisekinin. Dîrok şahid e." 
 
Piştî axaftina Ozgûneş, meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 

Sernavên din

24/01/2021
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'
09:02 Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin
09:00 Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN
23/01/2021
20:22 Îro 144 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Xwişk: Em destûr nadin birayê me bê windakirin
16:23 Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man
15:56 Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
15:43 2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan
15:05 Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
14:52 Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî
14:15 Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’
14:15 'Girtiyê felç ê 77 salî Silik serbest berdin'
14:02 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin
13:44 Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin
13:27 Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê
12:33 Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda
12:08 Kerevan Îrmez 25 salin windaye
12:07 Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e
10:51 Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir
10:50 Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest
10:43 Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe
10:14 Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58’emîn de berdewam dike
09:04 Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo
09:04 Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:03 Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband
16:23 Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin
15:43 HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
15:09 Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn
14:57 Li rêya Gever û Şemzînanê aşût ket xwar
14:21 Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû
14:18 Li aktîvîsta TJA’yê Gul 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:07 Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan
13:50 Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
13:36 Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin
13:11 Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn
12:44 12 herêmên Colemêrgê heya dawiya salê hatin qedekirin
12:20 Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin
11:44 ‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’
10:13 Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû
09:54 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an
09:10 Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
09:09 Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê
09:08 Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
09:08 Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin
09:07 Li Wanê bajarîbûna çelexwarî
09:07 ‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye'
09:05 Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim
09:04 Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin
09:04 Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin
09:03 Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'AN
08:46 Li şûna girtî berdin, îşkence kirin
21/01/2021
20:36 159 kesên din jî mirin û 6 hezar û 289 kesên din jî pê ketin
16:30 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:51 Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
15:46 Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin
15:36 Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin
15:29 Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin
15:02 NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin
14:53 Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin
14:42 Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
14:42 Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir
14:41 Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye
13:44 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
13:35 Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî
13:21 Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn
13:03 AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da
13:03 Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
12:50 27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye
12:23 Temel: Polîtîkaya tecrîdê dê bi têkoşîna topyekun bişkê
11:37 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn
11:18 Çalakiya grevên birçîbûnê koma 12’emîn dewr girt
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne