* Esnafên Enqereyê anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de çendî ku zor û zehmetiyê dikişînin jî, dewletê tu piştgirî nedaye wan û lewma ji bêgavî bi deynan deynê xwe didin.
* Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê tu hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û got: "Em bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin."
* Endamên Piştevaniya Zanîngehê ya Îzmîrê, nerazîbûna xwe ya ji bo zext û zoriyên li zanîngehan û tayinkirina rektorên qeyûm anîn ziman û destnîşan kirin ku projeya rektorê aqeyûmê dijî aqil û agahiyê ye, feraseta dîktayê ye.
* Serokê Odeya Avahîsazn a Şaxa Wanê Bariş Kartal, destnîşan kir ku zêdebûna nifûsê dibe sedema bajarîbûyîna çelexwarî û got: "Pêşî avahî tê çêkirin, dû re pergala binerdî tê çêkirin. Ev jî qelsiya şaredariyan dide der."
* Pisporê Tenduristiya Gel Mûzaffer Eskîocak, anî ziman ku li dijî şewba Covîd-19 ji bo ku îmunîteya civakê çêbibe, divê zêdetirî ji sedî 90'ê mirovan bên derzîkirin.
* Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş ku hatibû binçavkirin û bi biryara hepsa malê hatibû berdan, destnîşan kir ku sedema operasyonên li hemberî partiya wan, girêdayî rojeva derbarê girtina HDP'ê de ye ku ew jî pêkhateyeke wê ne.
* Esnafên Şirnexê der barê aloziya aborî de nêrazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: "Ji têkçûna aloziya aboriyê dewlet berpirsyare. Daxwaziya me ji dewletê tune ye, ji xwe hebe jî pêk nayine."
* Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Mehmet Antmen diyar kir ku bergiriyên kêm, bûne sedema mirina xizmetkarên tenduristiyê û got: "Li gorî bajarên Tirkiye herî zêde li Mêrsînê kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane."
* Prof. Dr. Îzettîn Onder, ji bo rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin got: "AKP, ketiye nav lêgerîna kadrobûyîneke îhvanî." Her wiha Onder, anî ziman ku Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê.
* Parlementerê AKP'î Omer Farûk Gergerlîoglû, anî ziman ku hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tiştek naqewime jiyana xwe didomînin û ji bo grevên birçîbûnê jî got: "Her kes divê bi hesas nêz bibe. Ji destan çi tê divê bike, ji bo bidawîna vê zilmê."
* Hevşaredarê Gevegerê Îrfan Sari yê ji peywirê hat dûrxistin, diyar kir ku deynê rêveberiya qeyûm nêzî milyarekê bû û got: “Ji vir û şûnde ne pêkane ku şaredariya me bi jêderkên xwe yên heyî, karibe xwe komî ser hev bike.”
* Rêxistina HDP'ê bi tevlêbûna parlamenteran dê di çarçoveya kampanya “Hevdîtina xwarin û kar" de gundan û rêxistinên civakî ziyaret bike. (09.00- 17.00)
* Danişîna doza erkdarên cemaweriyê yen der barê kuştina Rojnameger Hrant Dink de tên darizdin dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Fikriye Ozbek ku ji ber hevjînê xwe kuştiye girtî tê darizandin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)
* Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên hefteyî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Heyeta ku di navde Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir jî hene, dê li Sêrtê esnafan ziyaret bikin. (11.00)
* TGS, dê rojnameger Ugur Mumcu li pêş Bîrdariya Ugur Mumcu ya li Harbiyeyê bibîr bînin. (11.30)
* Xizmên Gokhan Guneş ê di 20'ê çile de ji aliyê kesên nediyar ve hatin revandin, dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Şaxên SES'ê û Odeyên Tabîban ên Mêrsîn, Antalya û Enqereyê dê ji bo mafê xwe yên xweser daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Koordînasyona Pendemiyê ya Civaka Sivîl, dê li Odeya Tabîban a Amedê rapora Covid-19 aşkere bike. (12.30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê dê li avahiya xwe rapora girtîgehên Herêma Marmarayê aşkere bikin. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)