'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’

  • rojane
  • 12:19 19 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber a Şengalê yekem civîna xwe ya salê li darxist û ji bo bi hêzkirina tekoşîna li dijî pilanên li ser Şengalê biryara berdewamkirina çalakiyan dan. Beşdarên civînê destnîşan kirin ku dê sala 2021’an bibe sala Xweseriya Şengalê.

 
Desteya Rêveber a Şengalê civîna xwe a yekmîn a sala 2021’an lidar xisit. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Beşdarên civînê li ser rewşa dawî ya li Şengalê, lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û berxwedana xelkê Şengalê nirxandin kirin. Beşdaran di civînê de biryar girtin ku ji bo valaderxistina pîlanên dijmin ên li ser Êzidiyan û taybet peyama 9’ê Cotmeha 2020’ê ya li ser Şengalê, çalakî û têkoşîn bê xurtkirin û domandin. Piştî nîqaş û nirxandinan encamnameya civînê hate eşkerekirin.
 
Encamnameya civînê Desteya Rêveber a Şengalê wiha ye:
 
“Sale 2020’ê salekî bi zehmet bû ji bo gelê me yê Êzidî, xêrnexazan pir zehmetiyên mezin dan pêşiya gelê me yê Şengalê. Di nava salê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi dawî nebûn. Yek ji pîlnên herî qirêj ku dixwestin vîna gelê me tine bikin peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê bû ku ji aliyê Kazimî û PDK’ê ve li ser Şengalê hatibû îmzakirin bû. Wan hêzên ku dixwestin gelê Şengalê tine bikin û gelê me vegêrine çargoşe beriya fermana 2014’an. Wan hêzan dixwestin ku rêxistinbûna gelê Şengalê yên di berdêlên salên dûr û dirêj de hatin bidestxistin û heta roja îro hatîn, tine bikin. Lê bi ked û fedekariya gelê me yê bi îrade ew pîlanên qirêj hemû vala derxistin û ji nav birin. Gelê me û civaka Êzidî li hemberî cîhanê nîşan da ku dost û dijminê xwe ji hev naskririne û ti carî bindestiyê qebûl nakin. Her wiha roj bi roj rêxistina me berfireh bû xwirtir bû, kar û xebat zêde bûn.
 
Ji ber krîz û nexweşiyên mezin ên desthilatê wan sala 2014’an ferman bi serê gelê me anî. Wan hêzan Şengal bi destê dijminê serdemê DAIŞ’ê ve berdan. Piştî vê gelê me êdî ji xwe bawere êdî nikarin xwe bispêrin xiyanetkaran. Ji ber ku di dîrokê heta niha gelek nexweşî ji destê wan dîtine. Em desteya Rêveber spasiya gelê xwe yê bi rûmet dikin û em encamên serketina ked û xebatên wan pîroz dikin.Bi hêviya ku civaka me vê xebata xwe bidomîne heta xweseriya Şengalê bidin qebûlkirin.
 
Di sala 2020’ê de ji bo gelê Şengalê ji ber êrîş û nexweşiya şewba Koronayê û peymanên li ser Şengalê salekî bi êş bû. Tevî vê jî sazî û meclîsên Şengalê kar û xebat bi rengekî berfireh dikirin. Di nava salê de li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hezaran kes ji nava kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyan Şengalê. Ji nû ve dest bi jiyanê kirin li Şengalê. Bi taybet di mijara peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê gelê me ji bo parastina destkeftiyên xwe bi awayekî berfireh û berdewam li ser piyan bûn. Ji aliyê sazî û rêxisitinên me ve kedek mezin ji bo rêxistinkirina civaka Êzidî hate dayîn. Dîsa şaredariyên me li gorî derfetên xwe xizmet ji bo gelê Şengalê kir.”
 
Di encamnameyê de destnîşan kirin ku dê sala 2021’an bikin sala xweseriya Şengalê û got: “Gelê me di nava têkoşîneke bê eman de ye. Bi vê têkoşînê da nîşandan ku tu kesî nas nake ku ne di berjewendiyên Êzidî û gelê herêmê de kar bikin. Gel bi çalakiyên xwe li dorî sazî û hêzên parastinê û taybet Asayîşê kom bûne. Ev çalakî wê dom bikin heta ku Xweseriya Şengalê pêk tê.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/01/2021
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin