Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin

  • rojane
  • 09:11 19 Çile 2021
  • |
img

EFRÎN – Li Efrînê ku 3 sal berê bi tevkariyê hêzên global bi destê Tirkiyeyê hat dagirkirin, li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin diqewime. Li bajêr ligel revandin, kuştina mirovan, tecawizkirina jinan û guherandina demografiyê, di warê aborî û çandî de jî talanek mezin heye. 

Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de bi tevkariya hêzên global êrîş biribûn ser Efrînê û ew dagir kiribû. Beriya dagirkirinê nifûsa bajêr di ser 500 hezarî re bû û yek ji wan bajaran bû ku şoreşa Rojavayê lê şax vedabû. 
 
Piştî ku DYA û Rûsyayê rê li ber Tirkiyeyê vekiribûn, Tirkiyeyê jî bi amûrên bêmirov ên biçek, bi taqn û topan dest bi êdrîşên xwe kiribûn. Di dema van êrîşan de li refên pêş komên selefî hatibûn bicihkirin. Li dû vana jî yekîneyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) cih girtibûn û bi vî awayî ketibûn herêmê. Lê belê YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li ber van êrîşan 58 rojan şer kiribû. Piştî vî şerê dijwar navenda Efrînê, 7 navçeyên wê û 365 gundên wê ketin destê Tirkiyeyê û komên girêdayî wê. 
 
Piştî Efrînê, Tirkiyeyê berê xwe dabû Serêkaniyê û Girê Spî û ev der jî dagir kiribûn. 
 
JI BO SÛRIYEYÊ MODEL BÛ 
 
Gava li Sûriyeyê rêveberiya xweser hatibû avakirin, Efrîn bajarê herî ewle û biîstikrar bû. Lewma di şikilgirtina Sûriyeyê de wekî model dihat dîtin. Lê belê Tirkiyeyê, ev yek ji xwe re weke xetere dît û tevî hêzên paramîlîter ket herêmê. Ev yek awayê şerê li Sûriyeyê jî guherand. 
 
BI 10 HEZAR ESKER Û 50 KOMÊN SELEFÎ ÊRÎŞ BIR SER EFRÎNÊ 
 
TSK, tevî 10 hezar eskerên xwe û nêzî 50 komên di nav OSO'yê de cig digirin Efrînê dagir kir. 
 
Ev kom, piştî dagirkirinê deverên Efrînê li hev payê kirin. Li taxa herî mezin a bajêr Taxa Eşrefiyeyê Tûgaya Sûltan Mûrat û Cephet Şamiye; li Taxa Zêdiyê Tûgaya Sûlatn Mûrat; li Taxa Mehmûdiyê Tumena Hamza; Li Taxa Efrîna Berê Cephet Şamiye û Tûgaya Sûltan Mûrat; Li Taxa Efrîna Nû Ehrar El Şerqiye; Li Taxa Tirindê Ehrar El Şam; li gundên girêdayî navenda Efrînê Tumena Hamza hatin bicihkirin. Li navçeya Cindirêsê Ehrar El Şerqiye û Tumena Hamza; li Şiyê Tûgaya Sultan Suleyman Şah; li Mabetayê Cephet El Şamiye; li Şerayê Tûgaya Tûgaya Sûltan Mûrat; li Bilbilê Tûgaya Sûltan Mûrat û Tumena Hamza; li Recoyê Feylek El Şam û Ehrar El ŞErqiye û li Şêrewayê jî Feylek El Şam û Tumena Hamza hatin bicihkirin. 
 
JI BI FIDYEYÊ MIROVAN REVANDIN 
 
Li gor agahiyên hatine parvekirin di êrîşên dagirkirinê de 613 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji van kesan 498 jê di dema bombeberankirinê de û 82 kes jî piştî dîl hatine girtin bi îşkenceyê hatine kuştin. Di êrîşan de 303 jê zarok û 213 jê jin, 730 kes jî birîndar bûne. 
 
Di 3 salên borî de li Efrînê zêdetirî 7 hezar kes hatine revandin. Ev mirov ji bo fîdyeyê hatine revandin û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Hema bibêje ev yek veguheriye tiştekî bazirganiyê. Ji mirovên hatine revandin zêdetirî hezarî jê jin in. Heya niha 75 jin hatine kuştin, 69 jê tecawizî wan hatiye kirin û aqûbeta bi sedan jinî jî nayê zanîn. Hema bibêje bûyerên bi vî rengî her roj diqewimin. 
 
SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ DI RAPORAN DE 
 
Ev îşkence, revandina mirovan, talankirin, kuştin û qirkirina jinan di raporên Neteweyên Yekbûyî, Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Navenda Mafên Sivîl a Ceaserifeyê de jî cih girtine 
 
GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ 
 
Piştî dagirkirinê ji bo demografiya Efrînê bê guherandin, derbarê kurdan de çi hebe ji holê tê rakirin. Piştî ku bajêr ket destê Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, zêdetirî 300 hezar Efrînê ji mecbûrî terka warê xwe kirin. 400 hezar kesên ji Îdlîb, Hama, Hûmûs, Gûta, Lazkiye û Helebê anîn li şûna Efrîniyan hatin bicihkirin. Di nav vana de 500 malbatên filîstînî jî hene ku wan ji Şamê anîne. 
 
Niha tê gotin, li Efrînê rêjeya nifûsa kurdan ji sedî 23 ye. Nexasim jî li navçeya Şera û Bilbilê bi destên komên selefî kurd tên koçberkirin û malbatên van koman tên bicihkirin. 
 
ZIMANÊ TIRKÎ TÊ FERZKIRIN 
 
Her wiha li tevahiya dibistanan jî zimanê tirkî hatiye ferzkirin. Tevê navên gund û taxan, navê kolan, kuçe û meydanan jî hatine guherandin û navê tirkî li wan hatiye kirin. Navê Qada Azadiyê kirine ‘Atatürk Meydanı’, navê Xaçerêya Newrozê kirin ‘Selahattin Kavşağı’, navê Qada Kawayê Hesinkar kirin ‘Zeytin Dalı Meydanı’, navê gundê Qestel Miqdatê kirine ‘Selçuk Obası’, navê gundê Kûtana kirine ‘Zafer Obası’ û navê gundê Kurzêlê kirine ‘Cafer Obası’. 
 
Her wiha li her derî jî posterên Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatine daliqandin. 
 
TALANKRINA BERHEMÊN ÇANDΠ
 
Li Efrînê deverên dîrokî jî hedef hatin girtin. Yek ji wan jî Perestgeha Endarê ye. Di dema şer de perestgeh hatibû bombebarankirin û talankirin. Her wiha berhemên dîrokî yên li Keleha Nebî Hûrî jî hatin talankirin. Paşê di bin navê restorasyonê de kelehê kirin mizgef. Şikefta Duderî û Perestgeha Marmaronê ku her du jî di nav lîsteya UNESCO'yê de ne, hatine talankirin. 
 
TALANKIRINA ABORΠ
 
Li Efrînê nêzî 20 milyon darên zeytûnan hebûn. Tirkiye û komên selefî çav berdan van zeytûnan û dest danîn ser zeytûnên hatin berhevkirin û rûnê wan. Zeytûnên hatin berhevkirin şandin Tirkiyeyê û ji wir jî firotin Spanya, DYA û Almanyayê. 
 
Tê gotin heya niha 314 hezar û 400 heb darên zeytûnan hatine birîn û 11 hezar hektar zevî jî hatiye şewitandin. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

21/01/2021
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan
09:07 Da dû xeyalên xwe û çewlik ava kir
09:07 Jina ku birîndar bû: Netirsin dengê xwe bilind bikin
09:07 Ji bo parastina pergala malbatê jin tên cezakirin
09:07 Xizmê Girtî: Tecrîd derveyî mirovahiyê ye
09:07 Jinên TJA’yî dicivin: Peyama me berxwedan e
09:07 Girtiyê 100 roj di grevê de mabû: Divê em li derdora girtîgehan dîwarê bi goşt lêkin
09:07 Ocalan bertek nîşanî saziyên navnetewî da: Ker, kor û lal mane
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2021'AN
19/01/2021
22:48 Dayika Mazlûm Ebdî jiyana xwe ji dest da
20:30 167 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:30 Baş: Hrant remza jiyana hevpar e
17:05 Esnafan bi çêkirina gorek sembolîk bal kişandin ser krîza aborî
17:02 Hrant Dînk li Enqereyê hat bibîranîn
16:40 Komeleya Jinan a Starê rapora 2020'an aşkere kir
16:07 Riyên qeyûm di bin avê de man
15:45 Li Licê serdegirtina malan: Gelek kes binçav kirin
15:44 Ji MATUHAY-DER’ê rapora girtîgehan a 2 mehan: Tecrîd di nava tecrîdê de diqewime
15:30 HDP’ê dest bi kampanya ‘Hevdîtinên Kar û Xurekê’ dike
15:29 Hrant Dînk li Meletiyê hat bibîranîn
15:27 Sancar: Tişta li PÎA'yê tê kirin li dijî Destura Bingehîn e
14:58 Banga tevlîbûna doza Komkujiya Madimakê
14:56 Li Çewlig, Amed û Sêrtê rêya bi sedan gundan hat girtin
14:30 ‘Tecrîd bandora neyînî li ser gel dike
13:59 Qatilê Ceren Ozdemîr Ardûç ji êrişkirina polîsan hat dariznadin
13:58 Di doza nivîskar Şahîn de wê li benda rapora ATK’ê bê sekinandin
13:41 Danişîna kujerê Gullu Yilmaz hat taloqkirin
13:24 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:24 Li Girtîgeha Kurkçulerê derpkirin û ferzkirina lêgerîna tazî
13:02 Akar û Barzanî hevdîtin kirin
13:02 Rojnameger Karaagar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:01 Ji xwendekarên Bogazîçiyê protestoya ‘Zilamê qeyûm’
12:19 Li Bûrsayê ceza li du kesan hat birîn
12:19 'Sala 2021’an dê bibe sala Xweseriya Şengalê’
12:17 HDP'ê bang kir: Em dersên zaravayên Kurdî hilbijêrin
12:02 Akar û Guler derbasî Hewlêrê bûn
11:34 Miduriyeta polisan girtiyê nexweş vexwend îfadeyê
11:07 Cenazeyê dengbêj Cemalê Mihê hat veşartin
10:54 Ozsoy: DYA dê li Başur, Bakur û Rojava polîtîkayek cuda pêş bixe
10:54 HDP wê derbarê pêkanîna GBT’ê ya li pêş avahiya xwe gilî bike
10:52 Xebatkarên tenduristiyê ji bo daxwazên xwe di nobetê de ne
10:35 Sûra dîrokî bi berfê xemilî
09:51 Barîna berfê li Dersîmê rêya 143 gundan girt
09:42 Berfê Amed spî kir
09:36 Greva birçîbûnê di roja 54'emîn de dewam dike
09:16 Xwarina ku xeydanan li hev tîne
09:15 Lêgerîna li madenan bax û baxçe hişk kirin
09:14 Bê nasname ye!
09:14 Daxwaza girtiyan daxwaza me ye: Tecrîdê rakin
09:13 Jinên ciwan ên sîxurtiyê li wan hat ferzkirin: Em dev ji têkoşînê bernadin
09:12 Gola Wanê tê qirêjkirin
09:11 Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin
09:11 ‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’
09:10 Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin
09:09 Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir
09:09 Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê xwarina 7 lîreyî bi 17 lîreyan digire
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN
18/01/2021
20:51 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161
20:04 Dengbêj Cemalê Mihê jiyana xwe ji dest da
17:25 Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin
16:22 Danişina doza Oruç taloq kirin
16:19 Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin
16:02 Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan
15:31 Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye
15:10 Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin