Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye

img

STENBOL - Rêvebirên komele û weqfan anîn ziman ku bi qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman vekiriye, armanc tunekirina kar û xebatên komeleyan e û biryara navbirî wekî "dîktatoriyê" bi nav kirin. Rêvebiran, destnîşan kir ku dê li ser asasekî demokratîk li ber vê yekê rabin. 

Bi "Qanûna Pêşîlêgirtina Fînanskirina Çekên Komkujiyê" re pêşî li ber tayinkirina qeyûman hat vekirin. Bi vê qanûna navbirî re dê bikaribin qeyûman tayinî komele û weqfan bikin. Bertekên li dijî vê qanûnê didomin. 
 
ARMANCA 'VEŞARÎ' 
 
Rêvebira Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Parêzer Ezgî Gungordu, anî ziman ku qanûna li ser asasê "astengkirina fînanskirina terorîzmê" hatiye çêkirin, lê belê di asasê xwe de armanca wê ne ev e. Gungordu, destnîşan kir ku armanceke veşarî ya vaê qanûnê heye û got: "Xisûsa sereke tayinkirina qeyûm e. Xisûsa duyem jî dê li hemberî komele û weqfên di koma 'xetereyê' de mekanîzmaya kontrolkirinê têkeve dewrê. Li welêt milyon û nîveke kes bi 'Terorê' tê tawanbarkirin. Di nav vana de bi hezaran rêvebirên komele û weqfan hene. Jixwe niha hejmara komele û weqfên dixebitin pir hindik e. A rast armanca vê qanûnê, rawestandin kar û xebatên van komele û qewfan e." 
 
PÊŞÎ JI KURDAN DEST PÊ KIRIN 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, destnîşan kir ku armanca sereke ya vê qanûna navbirî ligel weqf û komeleyan, girtin û bêerkirina rêxistinên civaka sivîl ên mafên kurdan diparêzin. Sûbaşi got: "Naxwazin tu komele û weqfên muxalif nefesê bistînin. Tayinkirina qeyûman bi şaredariyên kurdî dest pê kir. Niha jî saziyên ku xebatên sivîl dikin di hedefê de ne. Sibê jî dê qanûnine din ên bi vî rengî derxînin. Bi hincetên cuda. Dibe ku li dijî rojnameyan, kovar û weşanxaneyan. Rewş vê yekê nîşan dide. Lê kurd her tim li ber vê zorbeetiyê rabûne û gotina xwe gotine. Lê belê êdî tevahiya Tirkiyeyê bûye hedef. Dikarin bi hincetine cuda qeyûman tayinî şaredariyên din bikin. Lewma civak giş divê li ber vê rabe û bi têkoşîneke hevpar pêşîlêgirtina vê yekê pêkan e." 
 
HELWEST 
 
Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Abdulhakîm Daş jî anî ziman ev tişt tenê di dîktatoriyan de heye. Daş, ji xeynî tayinkirina qeyûman sirf ji bo kar û balên komeleyan û qewfan bên betalkirin cezayê pereyî jî tên birîn. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê darbeyeke nû hatiye kirin û ev qanûn jî berhema vê darbeyê ye. Daş got: "Lê belê em ê wekî her carî vê carê jî li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê rabin." 
 
'JI XEYNÎ GOTINA XWE TU GOTINÊ NAXWAZIN' 
 
Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku armanca vê qanûnê bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl e. Ev yek jî nîşaneya dûrketina ji demokrasiyê ye. Yolerî, anî ziman ku ev kar karên dîktatoran e û got: "Ji xeynî gotina xwe tu gotinê naxwazin. Ji xeynî çalakiyên xwe tu çalakiyan naxwazin. Yekdengê ferz dikin. Ji xeynî vê tu dengî qebûl nakin." 
 
Yolerî, bibîr xist ku tayinkirina qeyûman ewilî li bajarên kurdan rû da û got: "Hêzên dewletê hemû ji bo van pêkanînan her tim pêşî li ser kurdan pêk tînin. Ji lewra gava tahde li kurdan tê kirin û yên din li ber vê radibin, ji wan re dibêjin 'nexwe tu jî ji wan î' û wan tawanbar dikin. Ji ber vê gelek kesan deng ji xwe neaniye." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

05/01/2021
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome