ENQERE - Li Nexweşxaneyeke Dewletê ya Qeyseriyê, xebatkarê tenduristiyê Oguzhan Ozkan, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li Nexweşxaneyeke Dewletê ya Qeseriyê, xebatkarê tenduristiyê Oguzhan Ozkan ê 44 salî, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Ozkan ê berî mehekê testa wî pozîtîf derketibû, li mala xwe di karantînayê de bû. Ji ber ku rewşa Ozkan giran bû, berî 20 rojan rakirin nexweşxanê û di beşa lênêrîna awarte de, dihat dermankirin. Ozkan îro, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.