ÊLIH – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê girtina Leyla Guven şermezar kirin û xwestin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne werin pejirandin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê bi boneya girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar bikin û balê bikişînin ser daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne li avahiya xwe daxuyanî dan. Endama Meclîsê Muhlîse Kinay li ser navê dayikan axivî û destnîşan kir ku ew girtina Leyla Guven şermezar dikin û got: “Ev tirs û xofa siyasî ye. Darbe li vîna gel dixin. Em ê li ber darbeyê serê xwe netewînin û paş de gav neavêjin. Em li cem Leyla Guven cih digirin.”
‘JI SIYASETMEDARÊN KURD DITIRSIN’
Kinay anî ziman ku îqtîdar dixwaze pêşî li siyaseta kurdî bigire û xwest Leyla Guven demildest were berdan û wiha got: “Heke ji siyaseta kurdî natirsin, bila siyasetmedarên girtî berdin. Em dixwazin di nava aştî û aramiyek demokratîk de bijîn.”
‘DIVÊ DAXWAZÊN GIRTIYAN WERIN PEJIRANDIN’
Kinay bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan dane destpêkirin û got: “Hêj ku cenaze ji zîndanan derneketine, divê daxwazên girtiyan werin pejirandin. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne û em li cem wan cih digirin. Em dixwazin her kes bi hestiyarî ji bo girtiyan tevbigere.”