STENBOL – Danişîna doza hunermend Ferhat Tûnç ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin hat taloqkirin.
Danişîna doza hunermend Ferhat Tûnç ê bi îdiaya li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 37’emîn a Edliya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Tûnç beşdarî danişînê nebû û parêzerê wî amade bû.
Parêzera Tûnç xwest kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin. Dozger jî xwest biryara girtina derbarê Tûnç de were domandin û kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin.
Şandeya dadgehê jî biryara girtina derbarê Tûnç de ku hatiye dayîn were domandin û kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin da û danişînê taloqî 6’ê nîsana 2021’an kir.