Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz

  • rojane
  • 11:12 26 Kanûn 2020
  • |
img

ROBOSKÎ - Pêvajoya hiqûqê ya têkildarî Komkujiya Roboskê ku soz hatibû dayîn wê li korîdorên Enqerê winda nebe berovajî pêk tê. Faîlan beraet kirin, du ji gundiyan girtî ne û bê hejmar doz li wan hatin vekirin.

Bi ser Komkujiya Roboskê ya ku gelek jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dan re 9 sal derbas bûn. Şûna 2 bîdonên mazot, kiloyeke çay û şekirê yên ku her kesekê bi hêstiran dikişandin bi tonan bombe hatin barandin. Pişt re jî dozên li dadgehên eskerî û sivîl hatin vekirin yek bi yek hatin girtin. Piştî ku rêkên hiqûqa navîn qediyan parêzeran di 17’ê Gulana 2018’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê ji ber ku parêzeran belge du rojan dereng teslîm kirin DMME doz red kir.
 
Li gel van pêvajoyan li Roboskê pergala hiqûqeke berovajî pêk tê. Birayê Serhat Encu yê di bomberanê de jiyana xwe ji dest da, Velî Encu û birayê Nevzat Encû yê di bomberanê de jiyana xwe ji dest da, Barış Encu ji ber çalaki, daxuyanî û şiroveyan di girtîgehê de ne. Derbarê gelek malbatan de bi hinceta “îhlalkirina sînor, mijûlkirina dadgehê, li dar xistina çalakiyan, hilgirtina wêne û parkartan” gelek doz hatiye vekirin.
 
34 KES TÊN DARIZANDIN
 
Ji ber protestoya Qeymekam Naîf Yavûz a demê komkujiyê hatibû kirin, derbarê 34 kesên ku Ferhat Encu jî di nav de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirin, heqaretkirina rayedarên eskerî, bi zanebûn kuştina kesekê” doza hatibû vekirin didome.
 
Niha 16 malbat jî ji ber ku beşdarî bîranîna Roboskê bûne li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê tên darizandin. Li gel bêşopandina biranîna roja 500’emîn jî di navbera hezar û 3 hezar de cezayê pere dan malbatan. Bavê Bîlal Encuyê jiyana xwe ji dest da, Abdurrahman Encu bi van gotinên “faîl mezine, faîl bi hêz e. Ji ber wê yekê niha dernakeve holê lê Xwedê mezin e” bawer dike ku wê rojekê teqez hesap were dayîn. 
 
Bi gotinên dayika Velî Encuyê ku birayê xwe winda kir, Halîme Encu yên “di encama komploya du kesên ku li min bûn mevan, ên ku min xwarin û vexwarin dan wan” bi girtina 5 sal ceza 2 sal in girtî ye. Ji bilî doza ku Velî Encû niha li girtîgehê ye 5 dozên ku derbarê wî de hatine vekirin didomin.
 
Birayê Nevzat Encu, Bariş Encû jî ji ber parvekirinên hesaba xwe ya medyaya civakî de bi girtina 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê nêzî 2 sal in girtî ye.
 
QERTÊN WAN YÊN KESK BETAL KIRIN
 
Bavê Mehmet Alî Tosûn, Zekî Tosûn derbarê pergala hiqûq û edaletê ya ku li Roboskê pêk tê de wiha axivî: “Ji ber ku me cenazeyên xwe li rex hev veşartin bi heqaret kirina fermandarê qereqolê û Serokkomar dozên cuda cuda hatin vekirin. Ev doz hêj jî didomin. Ji ber van dozan qertên me yên kesk betal kirin û li min 22 hezar TL cezayê pere birîn. Ji ber axaftinên min dan çapemeniyê jî 2 sal bi şertê kontrola edlî ceza dan, min nekarî derkevim derveyî bajêr.”
 
GORISTAN JI DUAKIRINA KOMÎ RE GIRTÎ YE
 
Dayika Salîh Encu, Amîna Encuyê jî zextên li ser wan tên meşandin vegotin. Encu, diyar kir ku bi awayekî komî çûyîna wan ya ser gorên zarokên wan hatiye qedexekirin û wiha got: “Em her tim hişyar dikirin. Digotin ‘Me got qey terorîst in, dengê xwe nekin, nebin dozdar.’ Em diçûn ser gorên mezelên xwe, rêka me digirtin û em asteng dikirin. Nedihiştin em biçin ser gorên zarokên xwe jî.”
 
ŞÛNA KUJERAN DOZ LI MEXDURDAN VEKIRIN
 
Dayika Şîrvan Encu, Leyla Encuyê jî ev tişt gotin: “Şûna kûjerên zarokên me, me dibin dadgehê. Me çi kiriye? Wan zarokên me qetilkirin. Ji bo ku em çûn cihê zarokên me hatin qetilkirin ji her yekê ji me re 3 hezar TL cezayê pere birîn. Tayîp Erdogan, zarokê te li wir hatibûya qetilkirin, te mereq nedikir û nediçûyî cihê bûyerê? Niha jî ne ew em ketin dadgehan.”
 
JI BER PANKARTA GIRTÎ TÊ DARIZANDIN
 
Ji dayika Selemî Encu (22) Semîre Encu re jî ji ber di salvegera komkujiyê ya 2015’an de pankart girtiye doz lê hatiye vekirin. Ew bi xwe nizane di pankartê de çi hatiye nivîsîn, doz hêj jî didome. Encu, da zanîn ku ji ber xizmekî wê bi erebeyê li yekê xistiye ji bilî cezayê girtîgehê 300 hezar TL cezayê pere dane û got: “34 kes hatin qetilkirin lê yek kes jî nehat darizandin.”
 
‘DEWLET GEFAN LI ME DIXWE’
 
Dayika Karker Encu (16), Fehîme Encu jî derbarê hiqûqa berovajî pêk tê de ev tişt gotin: “Piştî vê bûyerê dewletê her tim gef li me dixwar. Çawa me devê xwe vedikir gef li me dixwarin. Ji bo ku sûcdar hesap bidin me serî li gelek cihan dan lê tu encam derneket. Di vê bûyerê de kesekî berpirsyar jî hatibûya cezakirin belkû bêhna me derketibûya. Zarokên me hêj gelek biçûk bûn û tu sûcên wan jî nebû. Komkujiyek û nehekiyeke mezin hat kirin. Guneheke me ya ku em vê heq bikin tune bû. Hevjîna Tayîp Erdogan hat û ev çiya dîtin. Di nava van çiyayan de wê dahateke me ya çawa hebe?”
 
Dayika Erkan Encu (13) Felek Encuyê jî gotinên xwe yên têkildarî hiqûqê wiha anî ziman: “Ji ber ku me saziyên darazê mijûlkirine 300 TL cezayê pere dan me. Tu caran wê dilê me hûn nebe. Kengî faîl bên darizandin û cezakirin dibe ku wê demê em hinek rehet bibin. Me nedihişt lawê min berfa li ser ban paqij bike. Lê niha lawê min di nava berfê de radize.”
 
MA / Sedat Yilmaz
 

Sernavên din

30/12/2020
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir