DERSIM – Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak, li navçeya Pêrtag a Dersimê hat binçavkirin.
Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak li têketina navçeya Pêrtag a Dersimê hat binçavkirin. Gava Azakê dixwest bê Amedê di rê de ji ber lêpirsîneke sala 2018'an a derbarê wê de hatiye binçavkirin.
Hat hînbûn ku polîsan Azakê biriye Midûriyeta Polîsan a Pêrtagê.