EDENE - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Tarsûsê, li gel girtiyê nexweş Hadî Elçîçek 2 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dan destpêkirin, di roja 29’emîn de berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Tarsûsa Mêrsînê 3 girtiyan weke koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin.
Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek (51) bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku 3 girtî weke koma 6’emîn di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Elçîçek, da zanîn ku weke girtiyekî nexweş ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiriye û destnîşan kir ku heta şikandina tecrîdê wê têkoşîna wan bidome.