Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike…

  • rojane
  • 13:18 25 Kanûn 2020
  • |
img
ROBOSKÎ – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Roboskiyê hêsirên çavê dayikek ku xwişka du qûrbaniyên Roboskî ye paqij dikir û di wê kêliyê de fotograf hatiye girtin. Ew fotograf wextê girtina Guven bû rojev. Sevîm Encu ya ku Guven rondikên wê paqij dikir got: “Leyla serdana me dikir. Kezeba me hênik dikir. Bila berdin.” 
 
Ne mimkin e meriv xwe bigihîne lez û beza sepanên “demokrasiya pêşketî” ya îqtîdarê. Dadgeha Amedê 22 sal û 3 meh cezayê zîndanê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî û biryara girtinê derxist. Guven di heman rojê de hat girtin û rojek şûn ve şandin Girtîgeha Jinan a Xarpêtê. 
 
Wextê ceza li Guven hat birîn û hat girtin, wêneyêk wê li ser medyaya civakî bû rojev. Guven sala par beşdarî bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Roboskî bûbû. Di kêliya bîranîna li ser goran de Guven bi destê xwe hêsirên çavê dayikek ku xwişka du qûrbaniyan e paqij dikir. Wextê min nûçeya girtina Guven amade dikir, fotografek li ber çavê me diçû û dihat. Piştî ew fotograf wisa hat belavkirin, berê min dida Roboskî û biçim li hêsirê wê dayikê binêrim û ka ew ji bo wî fotografî û girtina Guven çi dibêje. 
 
Ez ji Amedê derketim rê û berê min ket Roboskî. Rêwîtiya min bi zehmet bû. Rêya ez qala wê dikim tev tevî hev 350 kîlometre ye. Lê belê rêwîtiya min du roj dewam kir. 
 
Dema em gihîştin gund me bihîstin ku Leyla Guven şandine Girtîgeha Xarpêtê. Gundê ez qal dikim di bîra we hemûyan de ye. Gundê Roboskî ye an jî bi gotinek din Robozik e. Girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê ye. Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye. Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Tirkiyê nîvê şevê êriş birin ser 34 welatiyên Roboskî yên qaçaxiya sînor dikirin. 34 welatî hatin qetilkirin. Ev qurbanî bi bombeyên giran û mezin ên dewletê hatin qetilkirin. 
 
 Vaye ew dayika ku Leylayê hêsirên wê paqij dikir ji vî gundî ye. Ew Sevîm Encu ye. Du birayên wê di komkujiyê de hatine qetilkirin. Helbet çîroka wê ne ewqas e. Hevjînê wê Servet Encu ji komkujiyê sax rizgar dibe. Ji Komkujiyê 4 welatî sax rizgar bûbûn. 
 
JI BO DIYARÎ JI MAMOSTEYÊ XWE RE BIKIRE ÇÛYE QAÇAXIYÊ 
 
Birayê wê Orhan Encu hêj 13 salî bû û ji bo ew ji mamosteyê xwe yê tirkî fêrî wî dikir re diyariya sersalê bikire çûye qaçaxiyê. Kekê Sevîmê, Zeydan jî li gel ku malbata wî li hember wî derketiye jî xwestiye biçe qaçaxiyê û carek din ji ser wî sînorên ku derveyî vîna kurdan hatiye xêzkirin venegeriya. 9 sal in şîn, êş, kul û rondikên çavê welatiyên li vî gundî kêm nebûne. Sevîm Encu jî ne qet şîna xwe bi dawî kir û ne jî qet êşa xwe ji bîra dike. Sevîm Encu dibêje ku her du birayên wê jî cara ewil bû dest bi vî karî kirine. Cara ewil û dawî… 
 
ÎSYANA LI HEMBER MIRINA BÊEDALET  
 
Sevîm Encû dibêje li ser Orhanê bira yê biçûk pêşmalk ango îşlikê dibistanê hebûye û dibêje “qe nebûya ji wê pêşmalkê bila şerm bikirina.” Encu wiha li gotinên xwe zêde dike: “Birayên min û zarokên me bêsûc û bêguneh bûn.” Encu dibêje ji bo du sê bidon mazot ku dê 100 lîre jê bihata bi bombeyên giraniya tonan hatin kuştin û îsyana wê li hember mirina bêedalet e. 
 
‘KEZEBA LEYLAYÊ JI BO ME DIŞEWITÎ’ 
 
Dema min fotografê Sevîmê yê li gel Leyla Guven nîşanî wê da, hêsirên wê dest pê kirin û giriya. Ji ser zimanê Sevîm Encu ev peyv û hevok diniqûtîn: “Sala bihûrî bû. Salvegera qetilkirinê bû. Ev fotograf di bîranîna li ser goran de hat girtin. Kezeba Leylayê ji bo me dişewitî. Ew jî yek ji me bû. Çi ji me dixwazin? Bi salan em dibêjin biratî. Lê ew vî dengê me nabihîzin.” 
 
EWIL EW FOTOGRAF TÊ BÎRA WÊ
 
Encû destnîşn dike ku dema Leyla Guven hatiye girtin ev fotograf hatiye bîra wê û wiha dibêje: “Wextê ku hat girtin kêliya ewil ev fotograf hat bîra min. Sûcek jî nîne. Wê ji bilî ku li nav xelkê bigere tiştek din nekir. Bila Leylayê berdin, tu sûcekî wê nîne. Leyla dihat serdana me û kezeba me av dida û hênik dikir. Ji bo xelkê me bi mehan di greva birçîbûnê de ma. Bi salane em dibêjin biratî û aştî, lê belê wan her tim bi qetilkirinan bersiva me da.” 
 
MA / Sedat Yilmaz  
 

Sernavên din

30/12/2020
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir