Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek

  • jin
  • 16:15 24 Kanûn 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan di daxuyaniya ji bo yekitiya netweyî ya kurd de axivî û got: "Em bang li Mesût Barzanî dikin. Ger ku zanyar û pêşengên gel neyên gel hevdû dê destkeftî ji destê me biçin. Kurd li her derê daxwaza yekbûna kurdan dikin. Heta kurd nebin yek azad nabin. Em nebin yek em ê herin yek bi yek."
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî yekitiya neteweyî ya kurd li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Navçeya Silopiya Şirnexê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Remziye Tosun, Semra Guzel, Şevîn Coşkûn, Fatma Kurtalan, Gûlîstan Kiliç Koçyîgît, Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, aktîvîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê yên Mêrdîn, Sêrt, Êlîhê, Amed tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê derdora avahiya navçeyê ji aliyê polîs û maşîneyên zirxî ve hatin dorpêçkirin.  
 
Jinan berê daxuyaniyê govend gerandin, dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bijî aştî", "Bijî berxwedana zîndanan", "Bijî Serok", "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Di daxuyaniya dorpêça polîsan de hat dayîn pankarta "Em Jin Şer Naxwazin, Yekitiya Neteweyî Dixwazin" hat vekirin. Her wiha dovîzên "Bimre xiyanet”, "Kurdno bibin yek” û "Kurdistan yek e" hatin rakirin.
 
‘ZÎHNIYETA KURDISTAN PARÇE KIR LI SER KAR E’ 
 
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ewilî axivî û dorpêçkirina polîsan şermezar kir û got ev dorpêç nîşaneya rejîma AKP-MHP’ê ye. Gokkan anî ziman ku ji bo yekitiya netweyî îro hatine cem hevdû û got: “Kurd li her derê li ber xwe didin. Bi vê dorpêçê naxwazin ku kurd bên gel hevdû. Zîhniyeta ku Kurdistanê kir çar parçe îro jî va me dorpêç kirine. Em bang li gelê kurd ên çar parçeyan dikin; Kurdistana ku bûye 4 parçe em qebûl nakin. Saddam dema êrişî Başûrê Kurdistanê dikir; li Şirnex û Colemêrgê hemû kes bû pêşmerge. Li dijî Saddam li ber xwe dan. Dema komkujiya Qamişlo bû nîvê Nisêbînê çûn hawara wan. Dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir hemû jinên Kurdistanê bûn yek, li Kobanê hatin cem hevdû. Em îro bi vî ruhî li Silopiya hatin gel hevdû.  Leşkerên 60 dewletan, leşkerên NATO li wir hatin gel hevdû.  DAIŞ'ê nikaribû xilas bike. Jinên Kurd bi tililî û çepikên xwe li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan.” 
 
 'YEKÎTIYA JINAN DAIŞ’Ê ŞIKAND’ 
 
Gokkan anî ziman ku Kurdistan ne çar parçe ye berevajî vê yek parçe ye û wiha got: "Em bang dewletan hemû dikin; yekitiya kurdan, azadiya kurdan e. Berê 100 sal pêşî dema Kurdistan bû çar parçe, jinên kurd jî bûn 8 parçe. Bila hemû kes baş bizanibe ku 8 parçe bûne yek parçe û DAIŞ'ê şandin. Di Komkujiyên Şengal, Efrîn, Mexmûrê de hemû jinên kurd hatin cem hevdû. Ji gelê kurd re bûn pêşeng.  Dawiya DAIŞ'ê anîn. Ji bo Yetiya Neteweyî divê hemû dewlet berxwedana jinên kurd bibînin.”
 
GOKKAN BANGÎ BARZANÎ KIR 
 
Gokkan banga yekîtiya kurdan dubare kir û got: "Em bang li Mesut Barzanî dikin. Ger ku zanyar û pêşengên gel neyên gel hevdû, dê destkeftiyên xwe hemûyan winda bikin. Kurd li her derê daxwaza yekbûnê kurdan dikin. Dem dema avakirina yekitiya kurdan e. Heke em nebin yek dê gelê kurd tune bibe.” 
 
'DIXWAZIN KURDISTAN HEMÛ KOÇBER BIBE’
  
Gokkan ji bo yekitiya neteweyî bang li lîderên dewletan hemû kir û got: “Di salên 2015-2016'an de li bajarên kurdan qedexeyên kolanan hatin îlankirin. Îro dixwazin Kurdistan hemû koçber be. Heta kurd nebin yek azad nabin. Eger em nebin yek em ê herin yek bi yek."
 
REWŞA OCALAN 
 
Gokkan bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got Ocalan piştî 20 salan hevdîtina telefonê li gel malbata xwe kiriye. 
 
‘BERXWEDANA LEYLA DIDOME’ 
 
Gokkan bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: “Leyla Guven ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê û xebatên KCD’ê hat girtin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Berxwedana Leyla îro jî berdewam dike. Êrişên hêzên desthilatdar li dijî kurdan didome. Îro li dijî Eyn Îsayê êriş berdewam dikin. Li ku derê kurdek bibînin dixwazin bifetisînin. Lê em jinên kurd naxwazin ku destên dijminan li ser me be.” 
 
DAYIKA AŞTIYÊ: BILA BARZANÎ MÎSYONA XWE BICIH BÎNE 
 
Piştî Gokkan, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît axivî û wiha got: "Divê gelê kurd hemû û dayikên aştiyê dest xwe bikin bin kevir. Divê em ji rijandina xwînê re bibin asteng. Ji bo yekitiya neteweyî em bang li Mesut Barzanî dikin û bila mîsyona xwe bi cih bîne."
 
 Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

30/12/2020
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir