STENBOL - Girtiyê nexweş ê ku ji stuyê xwe berjêr felc e û ji dilê xwe nexweş e Abdullah Tûran hat berdan.
Girtiyê nexweş ê giran Abdullah Turan ê ji stûyê xwe berjêr felc e û ji dilê xwe nexweş e ku li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R a Hejmara 2'an girtî bû hat berdan.
Bavê Tûran, Mehmet Zahît Tûran diyar kir ku rayedarên girtîgehê lê geriyane berdana lawê wî jê re ragihandine û xwestine malbat biçe lawê xwe ji girtîgehê werbigire. Tûran got ew niha diçin ber girtîgehê.
Dozgeriya Înfazê ya Bakirkoyê daxwaza parêzerê Tûran, Vedat Ece ya taloqkirina înfaza wî nirxand û Tûran berda.
Hat diyarkirin ku wê Tûran ji bo tedawîkirinê dê bi ambûlansê bibin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê.