AGIRÎ – Li Agiriyê di serdegirtinên malan de Hevserokê HDP’a Bajêr a Agiriyê Cemal Akar hat binçavkirin.
Li Agiriyê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û kelûpelên malan serûbinkirin. Piştî lêgerînê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Agiriyê CEMAL Akar û endama Meclîsa Şaredariya Agiriyê ya HDP’yî Ceren Bariş hatin binçavkirin.
Ceren Bariş li Miduriyeta Polîsan a Agiriyê piştî îfadeyên wê hat girtin berdan û Hevserok Akar hêj di binçavan de tê ragirtin.
Bariş a hat berdan diyar kir ku di binçavan de ji wê dirûşmeyên derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de ku duh li avahiya HDP’ê hatine berzkirin pirs kirine.