COLEMÊRG – Ji ber barîna berfê ku bi rojan e dibare li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin.
Li Colemêrg û navçeyên wê barîna berfa ku rojek berê dest pê kir, didome. Di warê jiyanî de ber li bajar dibe sedema zehmetiyan. Li deverên bilind ê bajar berf ji 30 santîmetreyî derbas bûye û rêyên 57 gundan ji çûn û hatinê re hatine girtin. Ji bo vekirina rê xebat hatin destpêkirin.