SÊRT - Baroya Sêrtê ragihand ku bi cih anîna biryara DMME’yê ya Demîrtaş mecbûriyeteke.
Baroya Sêrtê derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de di rûpela xwe ya medya civakî de daxuyaniyek weşand.
Baroyê, diyar kir ku cih anîna biryara DMME’yê ya Demîrtaş ji aliyê Destûra Bingehîn ve mecbûriyeteke û divê dereng neyê hiştin û bi cih bînin. Baroya Sêrtê da zanîn ku li gor rêgezên hiqûqa dewletê û ewlehiyê tişta pêwîst were kirin.