AMED – Danişîna doza Parlamentera HDP’ê Pero Dundar hat taloqkirin.
Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar a bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin. Dundar û parêzerê xwe Mehmet Oner di danişînê de amade bûn.
Parêzer Oner xwest dosyeya miwekîla wî bi dosyeya “Doza Sereke ya KCK’ê” re bibe yek. Dundar parastina xwe bi kurdî kir û îdiayên li ser xwe red kir û xwest were beraetkirin. Piştî navberek kin şandeya dadgehê bi boneya kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin danişîn taloqî 3’yê hezîrana 2021’an kir.