Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man

  • rojane
  • 09:08 24 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Serhat Guzel û Vedat Bayram ku bêyî delîlek jî hebe ji ber kuştina du polîsan hatibûn girtin, piştî 5 sal û 2 mehan beraet kirin. 

Li navçeya Seyhan a Edeneyê di 28'ê Îlona 2015'an de êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di wê êrîşê de du polîs miribûn. Piştî bûyerê Serhat Guzel û Vedat Bayram di 10'ê Cotmeha 2015'an de hatibûn girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê bi îdiaya "xerabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê" sê caran cezayê muebeta giran, bi îdiaya "kuştina bi qesdî" û "bi awayekî dereqanûnî çekhilgirtin" 22 sal û 6 meh ceza li Guzel û Bayram birîbû. Piştî ku Ddageha Bilind biryara dadgeha herêmî xera kiribû, doz cardin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê dest pê kiribû. Lê belê dadgehê vê carê ji ber ku delîl tune ne derbarê Guzel û Bayram de biryara beraetê da. Piştî vê biryarê Guzel û Bayram ji Girtîgeha Odemîş a Îzmîr a Tîpa M'yê derketin. 
 
TAHDEYA FIZÎKÎ Û DERÛNΠ
 
Serhat Guzel ê 28 salî ku 5 sal û 2 mehan di girtîgehê de ma, behsa bêhiqûqîtiya pê re rû bi rû mane kir.
 
Guzel, diyar kir ku gava bi otobêsê diçû Stenbolê hatiye binçavkirin û wî birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û li wir bi awayekî fizîkî û derûnî tahde lê hatiye kirin. Guzel, diyar kir ku a din a rojê bi balafirê wî anîne Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û li vê derê jî bi awayekî fizîkî û derûnî tahde lê hatiye kirin û piştî 3 rojên di binçavan de hatiye girtin û wî birine Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa F'yê. 
 
DELÎL TUNE NE 
 
Guzel, bilêv kir ku bêyî ku derbarê wî û Vedat Bayram de delîlek hebe cezayê muebedê li wan hatiye birîn û got: "Ji ber ku me zanibû biryareke siyasî, cezayê hat birîn em neheyirandin. Gava cezayê muebedê li min hat birîn, tenê hêrs bûm. Min got, çi dibe bila bibe ez ê li ber xwe bidim û ez ê xwe ji bo şert û mercên herî zehmet amade bikim. Wekî din min tu tişt hîs nekir." 
 
Guzel, anî ziman ku piştî Dadgeha Bilind biryar xera kiriye jî bihêvî nebûye û li bendê bûne ku di darizandina nû de jî tişteke din bê fesilandin, lewma heya danişan dawî jî ne li benda biryara beraetê bûne. 
 
Guzel, destnîşan kir ku ji ber ku kurd in hatine sûcdarkirin û got: "Midûriyeta polîsan fezlekeyên xwe wekî delîlan dan be rdadgehê. Gava em hatin binçavkirin em hatin sûcdarkirin. Bi vî awayî rê li ber dadgehan xistin. Derbarê me de tu hikum tune bû, em ceza kirin." 
 
GIRTÎGEH 
 
Guzel, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û diyar kir ku ji roja hatiye girtin binpêkirin dest pê kirine û got: "Gardiyan, jimariya şipyakî li girtiyan ferz dikin. Gava girtî li ber vê radibin, cezayê dîsîplînê tê birîn. Hin gardiyan girtiyan proveke dikin. Ên li ber van provakasyonan radibin, cezayê dîsîplînê li wan tê birîn." 
 
QEDEXEKIRINA PIRTÛKÊN KURDΠ
 
Guzel, anî ziman ku li girtîgehan pirtûkên kurdî qedexe ne û ji bo vê jî hinceta "wergêr tune ye" tê nîşandan. Guzel, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji girtiyan re gotine ji bo pirtûkên kurdî bên divê hûn heqê wergrêr bidin. Her wiha Guzel, da zanîn ku radyo û rojname jî nedidan wan. 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ 
 
Guzel, destnîşan kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîda li Îmraliyê ye û got: "Heya pirsgirêka tecrîdê neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin." Guzel, anî ziman ku daxwaza sereke ya girtiyên di greva birçîbûnê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û heya daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger û paşê jî wê veguhere rojiya mirinê. 
 
Guzel got: "Girtî ji bo vê amade ne. Bibiryar in û moralê wan baş e. Lewma biryara wan zelal e." 
 
MA / Cengîz Ozbasar

Sernavên din

30/12/2020
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir