2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd

img

ENQERE - Di sala 2020'an de li aliyekî operasyonên siyasî bê navber berdewam kir, siyasetmedarên kurd hatin girtin û ceza li wan hat birîn. Li aliye din, rêxistinên Kurdan û rêxistinên jinan kampanyayên siyaseta demokratîk pêş xistin û qad vala nehiştin. Destnedayîna wekîlên Kurd Leyla Guven û Musa Farisogullari rakirin. Ewil Musa Farisogullari girtin, piştre ceza li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven  birîn û girtin. Dîsa Tecrîda li zindanan demam kir û li dijî vê tecrîdê girtiyên siyasî li zindanan dest bi berxwedanê kir û çalakiya wan didome. 

Sala 2020'an di qada siyasî de li gorî salên din tu gavên siyaseta demokratîk nehatin avêtin. Di 2020'an de dîsa siyaset li siyasetmedarên Kurd hat qedexekirin, çalakî li rêxistinên Kurdan hatin qedexekirin. Ceza li ser ceza li siyasetmedoarên Kurd hatin birîn. Endam û aktîvîstên KCD, Aktivîstên TJA, hevserok û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û girtin. Destnedayîna parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farizogullari rakirin. Ewil Musa Farizogullari girtin. Piştre Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ceza kirin û girtin. Bi taybetî piştkî şewba vîrûsa covît-19 li Tirkiyeyê belava bû bêtir qada siyasetê li siyasetmedaran teng kirin. Tirkiye li Libya, Idlib, Ermenîstan û gelek cihên din tev li qada şer bû. Raste rast di nava şer de cih girt. Sala 2020'an ji bo Tirkiye û gelê Tirkiye bû sala şer, xizanî, betalî û nexweşiyê. Ji ber Îtîfaqa Cumhur a AKP-MHP'ê piştgiriya gel winda kir vê carê dîsa hemû şaredariyên ku HDP'ê qezenç kiribûn yek bi yek bi rêyea qeyûm ji destê wan girt. 
 
Di sala 2020'an de li aliyekî îqtîdara AKP-MHP'ê şaredariyên ku HDP'ê di hilbijartina 31'ê 2019’dan de qezenç kiribûn yek bi yek qeyûm tayîn kir. Li aliyê din Hevşaredar, siyasetmedar, rojnameger, parêzer û aktîvistên mafên mirovan û jinan girtin û şandin girtîgehan. Parlamenteriya wekilên HDP’ê xistin. Der barê sedan wekîlan de bi sedan fezleke amade kirin û doz li wan vekirin. Îşkenceya di binçavan de û lêgerîna tazî berdewam kir. Bi zagonên di meclîsê re derbas kirin, rê li perçekirina baroyan û rêxistinên civakî vekirin. Zagona înfazê di meclîsê re derblas kirin, girtiyên edlî serbest berdan û girtiyên siyasî li girtîgehê hiştin. Zagonên notirvaniyê û zagona sansura medya anîn rojeva meclîsê û erê kirin. 
 
BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN DIDOME
 
Di pêvajoya şewba covît-19 de her çend çalakiyên li kolanan hatin qedexekirin jî dîsa partiyên muxalif û rêxistinên demokratîk çalakî û berxwedanên xwe li kolanan berdewam kirin. Li aliyekî çalakî bii hinceta "Mesafeya civakî" qedexe kirin, li aliyê din Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan di 31'ê Tebaxê de li Giresunê mîtîng li dar xist û nîşan da ku qedexe tenê ji bo hêzên muxalif derbasdar e. Tevî hemû qedexe û astengiyan HDP'ê di Hezîranê de kampanya “Li Dijî Darbeyan Meşa Demokratîk" da destpêkirin. Dîsa baroyan li dijî zagona baroyan “Meşa Parastînê" dan destpêkirin. Dîsa çalakî û têkoşîna karkeran mohra xwe li sala 2020'an xist. 
 
ÎQTÎDARÊ XWEST SIYASETÊ LI GORÎ XWE BI TERBIYE BIKE
 
Hemû anketên di sala 2020'an de hatin amadekirin, nîşan dan ku AKP û MHP her diçe hêz û tabana xwe winda dike. Her çend îqtîdar îtiraz bike jî hemû dane nîşan dide ku betalî, xizanî zêde dibe û qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Di sala  2020'an de partiyên nû li siyasetê zêde bûn. Parlamenter û wekilên berê yên ji AKP'e qetiyan Partiyên Gelecek û DEVA ava kirin û tev li qada siyasetê bûn. Îqtîdar li dijî vê yekê dest bi guhertina Qanûna Partiyên Siyasî û Zagona Hilbijartinê kir. Ji bo 50+1 garantî bike komîsyon ava kir. 
 
Îqtîdara ku li gel siyaseta şer û zorê dît hêze winda dike, bi gotinên "Reformê" hewl da li gorî xwe ji nûve rast bike. Lê li aliyê din Dewleta Kur li Bodrûmê wêne kişandin û têkiliya îqtîdar û mafyayê nîşan da. Wêneyê derket holê gotinên reformê pûç kir. 
 
Di pêvajoya pandemiyê de ji ber Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu ji nişka ve qedexe îlan kir û bertek zêde bûn, îstîfa kir. Lê serokomar Erdogan îstîfa Soylu red kir. Dîsa piştî niqaşên reformê ji ber ku sazumankarê AKP'ê Bulent Arinç pestê Demîrtaş da, bû hedefa Bahçelî û dawiya dawî ji peyvira xwe îstîfa kir. Piştî Arinç Wezîrê Maliyê û Zavayê Erdogan Berat Albayrak ji peyvira xwe îstîfa kir. 
 
Di vê pêvajoyê de Serokê Mafyayê Alaattin Çakici gef li Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu xwar. Umit OZdag ê ji Partiya  İYİ îstîefa kir, diyar kir ku İYİ Partî li gel CHP û HDP'ê xebatên nû yên Destura Bingehîn dimeşînin. Ev bû sedema rageşiyek nû ya siyasetê. Dema Bahçelî Çakici parast, Erdogan bêdeng ma. 
 
NIQAŞÊN PIRSGIRÊKA KURD 
 
Di sala 2020'an de jî niqayşên pirsgirêka Kurd berdewam kir. Partiyên muxalif ji bo çareseriyê pêşniyar pêşkêş kirin. Partiya nû ya DEVA ku nû tev li qada siyasetê bû, di bernameya xwe de bal kişand ser têgeha “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd avakirina bingeha demokratîk" derxist pêş. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd got “Ez soz didim ku ezê pirsgirêka Kurd çareser bikim". Li dijî vê gotinê Serokomar Erdogan, di 26'ê mijdarê de got “Pirsgirêka Kurd tune ye" û careke din di siyaseta înkarê de israr kir. Serokê MHP'ê dîsa got Divê HDP bê girtin û carek din neyê avakirin.
 
Di qada siyaseta 2020'an de mijarên ku bûn rojev wiha ne. 
 
ÇILE 
 
* 2 Çile: - Teskereya ku Tirkiye eskeran bişine Libya bi erêkirina AKP-MHP'ê li meclîsê hat erekirin. 
 
* 7 Çile - Li Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtigeha Tîpa F a Kandira girtî ye, bi îdeaya “Heqaret li serokomar kiriye" 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wanê 1740 TL cezayê pereyan biri. 
 
* 10 Çile - 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li parlamnetera HDP'ê ya berê Çaglar Demirel bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza birî. 
 
* 15 Çile - Kesekî êrîşî avahiya HDP'ê ya Stenbol kir. Êrîşkar bi sucdariya “Çeka bê rûhmet bikar anîye û derdor bêzar kiriye" hat girtin. 
 
SIBAT 
 
* 13 Sibat - Beriya 4’emîn Kongreya Mezin a HDP'ê zêdeyî 100 endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. 
 
* 18 Sibat - Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Fırat Anli jî di navde der barê 63 hevşaredar û endamên meclîsan de ji ber pergala  "Hevserokatiyê" doz li wan hat vekirin. 
 
* 21 Sibat - Meclîsa Bawerîe û gelan a HDK'ê bi şîara “Bila reng bibin ziman u ziman bibin jiyan" 3'emîn civîna Zimanê Zikmaki li dar xistin. Bi 13 zimanan çîrok û stran gotin. 
 
* 23 Sibat - Rêxistina HDP'ê 4'emîn Kongreya Asayî ya Mezin pêk anî. Pervîn Buldan û Mithat Sancar bûn hevserokên giştî. 
 
* 25 Sibat - 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind li siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk bi îdeaya “Rêveberiya rêxistinê" 10 sal cezayê lê hatibû birîn erê kir. 
 
* 26 Sibat - Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, piştî ji Azerbaycanê vegeriya, der barê kongreya HDP'ê de got "Karê darazê yê bi vana re pêr zêde ye. Dibe ku dosyayên nû bên. Her tiştê ku ew dikin sûc e" û HDP kir hedefa darazê. 
 
* 27 Sibat: Hikûmeta Rejîma Sûriye li Idlibê êrîşî karwana artêşea Tirk kir û 33 eskerên TSK'ê hatin kuştin û 32 esker birîndar bûn. 
 
ADAR 
 
* 5 Adar - YSK’ê li 5 bajaran hêjmara wekîlan ji nûve saz kir. Li gorî vê yekê dê hêjmara wekîlên Stenbolê ya li meclîsê 100 wekîl be. Bajarên Dersîm, Kirşehir û Denîzlî yên hêjmara wekîlê wan 2 bû, edî dê wekîlek li meclîsê wan temsîl bike. 
 
* 9 Adar - Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza lê hat birîn. 
 
* 10 Adar - Di hesabê JİTEM’ê yê medya civakî de gef li 8 wekilên HDP’ê hatin xwarin. Parlamenteran bi rêya parêzeran serlêdana sûc kir. 
 
* 23 Adar - Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Êlih, Farqîn, Lice, Erxenî, Gêl, Xalfelî Ciwanîka, Norşînê kir. 
 
* 31 Adar - Zagona înfazê ya girtiyên siyasî di girtîgehê de hişt û girtiyên edlî berdan li meclîsê erê kirin. 
 
 NÎSAN 
 
* 8 Nîsan -  Parlamenterên HDP'ê zagona înfazê dema li meclîsê dihat niqaşkirin, li meclîsê meş li darxistin û şermezar kirin. 
 
* 10 Nîsan -  Dema pakêta înfazê di meclîsê re derbas bû, Parlamentera HDP'ê  Meral Danış Beştaş, navê wekîlan rêz kir û got "Ma bila Baluken li girtîgehê bimire?' Di vê kêliyê de wekîlê AKP'ê jî got 'Bila bimire' 
 
* 12 Nîsan - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, 2 saet beriya qedexeya derketina kolanan, qedexe îlan kir û îzdîham pêş ket. Piştî bertek zêde bûn îstîfa kir. Lê Erdogan, îstîfa Soylu red kir. 
 
* 14 Nîsan - Zagona Înfazê li meclîsê erê kirin. 
 
* 16 Nîsan - Piştî zagona înfazê hat erêkirin serokê mafya Alaatin Çakici hat berdan. 
 
* 27 Nîsan - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di pêvajoya şewba vîrûsê de piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Dîsa Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim ku li Îmraliyê girtî ne, piştî 15'ê adara 2015'an yekem car bi telefonê bi malbatê re axivîn. 
 
GULAN 
 
* 15 Gulan - Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Sêrt, Hawêl, Misirc, Altınova û Îdirê kir. 
 
* 18 Gulan -  Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş ku qeyûm tayînî şûna wî kir hat girtin. 
 
* 22 Gulan - Polîsan bi fermana Dozgerê Komarê yê Amedê bi ser malên endam û rêveberên TJA û Komeleya Jinan a Rosa de girt û Hevserokê DBP'ê yê berê jî di navde gelek kes binçav kirin. 
 
HEZÎRAN 
 
* 1 Hezîran - Rêxistina HDP'ê di çarçoveya ‘Bernameya Têkoşîna Demokratik" de belgeya helwestê ya ji 9 xalan pêk tê aşkere kir û bang li hemû hêzên muxalif kir ku bi hevre têbikoşin. 
 
* 2 Hezîran -  Maclîsê bi hinceta pandemiyê 48 rojan navber dabû xebatan dest bi xebatê kir. 
 
* 4 Hezîran - Meclîsê wekîltiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û Parlamenterê HDP'ê Musa Farisogullari û yê CHP'ê Enis Berberoglu xist. Dozgerê Komarê yê Amedê der barê Leyla Guven û Musa Farisogullari de biryara girtinê da. Piştî biryarê Farisogullari û Guven hatin girtin. 
 
* 10 Heziran - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, aşkere kir ku wan ji bo xistina wekîlên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari betal bibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye. 
 
* 11 Hezîran - Bi banga Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Parlamenteriya Tirk Hasan Korkmazcan navên pêşeng ên Tirkiyeyê banga 'Bila HDP bê girtin" kirin. 
 
* 13 Hezîran: - Beriya meşa HDP'ê ya Edîrne û Wanê, Walîtiya Tekirdagê  ketin û derketina bajar qedexe kir. 
 
* 13 Hezîran - Daxwaza zagonê ya erda zêde dide notirvanan li meclîsê qebûl kirin. 
 
* 19 Hezîran - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê Selahattin Demirtaş de biryar da ku demek dirêj girtî ye û mafê wî yê azadî û ewlehiyê hatiye îhlalkirin. 
 
* 19 Hezîran - Barolaryan li dijî pergala "Pir Baroyî" "Meşa parastinê" dan destpêkirin û meşiyan Enqereyê. 
 
* 20 Hezîran - Rêxistina HDP'ê meşa Edîrne û Colemêrgê ya ber bi Enqereyê ve dan destpêkirin. 
 
* 24 Hezîran - Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredraiya Sarican a DEP'ê ya Xarpêtê kirin. 
 
* 25 Hezîran - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana HDP'ê ya ji bo betalkirina destnedayîna Leyla Guven û Musa Farisogullari red kir. 
 
* 30 Hezîran - AKP'ê pergala baroyan xera kir û pergala pir baroyî li meclîsê erê kir. 
 
TÎRMEH 
 
* 6 Tîrmeh - Piştî AYM’ê biryar da ku mafê Selahattin Demirtaş hatiye îhlalkirin, ji bo Demîrtaş bê berdan serlêdan kirin. lê bi hinceta delîl kêm in red kir. 
 
* 7 Tîrmeh - Rêxistina HDP'ê dest bi pêngava duyemîn a Bernameya Têkoşîgna Demokratik kir. 
 
* 10 Tîrmeh - Serokomar Erdogan biryar da ku îdareya Ayasofya bi Serokatiya Karên Diyanetê ve bê girêdan û bibe mizgeft. 
 
* 11 Tîrmeh - Meclîsê pergala "Pir Barotiyê" qebûl kir û kir zagon. 
 
* 14 Tîrmeh - Rêxistina HDP’ê xwest li pêş Girtîgeha Ulucanlarê daxuyaniyê bide. Polisan mudaxale kir û endamê MYK'ê Veli Saçilik bi lêdanê binçav kirin. 
 
* 25 Tîrmeh - CHP'ê 37'emîn Kongreya Asayî pêk anî. Kemal Kiliçdaroglu rapora ku Çareseriya pirsgirêka Kurd jî dixe nava xwe xwend. 
 
* 29 Tîrmeh - Zagona ku sansurê tîne ser medya civakî li meclîsê hat qebûlkirin. 
 
* 30 Tîrmeh -  Dadgeha Dîlokê 35 jê girtî der barê 61 siyasetmedarên Kurd de 668 rûpel îdeaname qebûl kir. Dozger ji bo HDP'ê got “Partiya qaşo' 
 
TEBAX 
 
* 5 Tebax - Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence ya Konseya Ewropa (CPT), rapora 2019'an a der barê Girtîgeha Îmraliyê de aşkere kir. CPT di raporê de aşkere kir ku ji 2016’an heta niha li girtîgehê şert û merc nehatine başkirin. 
 
* 12 Tebax - 404 welatiyên ku di navde nivîskar, rewşenbir, rojnameger û hunermend jî hene banga piştgiriyê ya “Banga îtîfaqa demokrasiyê ya 101 parsipiyan" kir. 
 
* 18 Tebax - Rêxistina HDP'ê rapora qeyûman amade kir. 
 
* 24 Tebax - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, bang li muxalefetê kir û got "Werin ji bo vî welatî em bi hevre li ser Destûra Bingehîn a aştiyê bixetibin". 
 
31 Tebex - Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, li meclîsê ‘Deklerasyona Banga Aştiyê" aşkere kir. 
 
ÎLON 
 
* 1 îlon -  Rêxistina HDP'ê bi minasebeta 1'ê Îlonê Zincîra Aştiyê li dar xist. Lê polîsan li Enqere û gelek bajarên din Zincîra aştiyê asteng kir. 
 
* 8 Îlon -  Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu, diyar kir ku Serokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Karsaz Osman Kavala bi fermana Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan girtî ne. 
 
* 13 Îlon -  Eskeran li Navçeya Şaxê ya Wanê Servet Turgut û Osman Şiban binçav kirin û ji helîkopterê avêtin. 
 
* 17 Îlon -  Dadgeha Destûra Bingehîn der barê wekîlê CHPê Enis Berberoglu de biryar da ku mafê wî yê hilbijartinê û siyasetê îhlal bûye. 
 
* 20 Îlon -  Îşkence û avêtina Osman Şiban û Servet Turgut ya ji helikopterê bi raporan aşkere bû. 
 
* 25 Îlon -  Serdozgerê Komarê yê Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna 6-8'ê Cotmeha 2014'an a Kobanê de li 7 bajaran der barê 82 kesan de biryara binçavkirinê da. Di navde Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen, Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, wekilê berê Altan Tan, Emine Ayna, Nazmi Gur, Ayla Akat Ata hatüin binçavkirin. Ayhan Bilgen û Ayla Akat Ata û gelek kesên din hatin girtin. 
 
 
COTMEH 
 
 
* 1 Cotmeh - Polîsan li Qersê li dijî HDP'iyan operasyson pêk anîn. Hevşaredara Qersê Şevin Alaca jî di navde 21 kes hatin binçav kirin û girtin. 
 
* 2 Cotmeh -  Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen jî di navde 17 siyasetmedar hatin girtin. 
 
* 2 Cotmeh -  Dadgehê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 6 mehan qedexeya ziyareta parêzeran birî. 
 
* 2 Cotmeh Wezîrê Karên Hundir, piştî Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen hat girtin, qeyûm tayînî şaredariya Qersê kir.  
 
* 3 Cotmeh  -  Hekîmê Înfazê yê Bûrsayê, sedema 6 meh cezayê ziyareta parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re, "Nexşerêya" ku Ocalan di sala 2005 û 2009'an de ji DMME'ê re nivîsandibû nîşan da. 
 
* 6 Cotmeh -  Wezîrê Karên hundir Suleyman Soylu, partiyên siyasî yên piştgirî dan HDP'ê kir hedef. 
 
* 7 Cotmeh -  Teskereya Serokomar ku erka eskeran bişîne Sûriye û Iraqê li meclîsê qebûl kir. 
 
* 8 Cotmeh - Hevşaredara Qersê Şevin Alaca ku qeyûm tayînî şûna wê kir û 4 kesên din hatin girtin. 
 
* 10 Cotmeh - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15'ê Sibata 1999’an heta niha tenê carekê ji mafê telefonê sûc girt, piştî qedexeya 6 mehan a parêteran, vê carê 6 meh cezayê qedexeya telefonê jî lê hat birîn. 
 
* 17 Cotmeh - Yek ji navê sereke yê Susurlukê Engin Alan, Albayê teqawît  Korkut Eken, Serokê mafya Alaattin Çakici û Wezîrê Karênk Hundir ê berê Mehmet Agar bi herve li Bodrumê wêne kişandin û peyam dan. 
 
* 24 Cotmeh -  Yekîneyê ku navê ‘Yekîneya Îstîxbaratê" li xwe kir li Cizîrê li 2 hezar malbatan geriyan û gef li wan xwarin. 
 
MIJDAR 
 
* 1 Mijdar -  Partiya Gelecek 1’emîn kongreya xwe pêk anî. 
 
* 3 Mijdar - Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de Parlementerê BDP'ê Îbrahim Binici û 2 rêveberên HDP'ê hatin girtin
 
* 8 Mijdar - Wezirê Xezînê û Maliyê Berat Albayrak, îstîfa kir. 
 
* 10 Mijdar - Umit Ozdag ê Partiya ÎYÎ got CHP, HDP, Partiya Saadetê û Îyî Parti bi hevre li ker Destûra Bingehîn ya Nû dixebitin û bû sedema niqaşan. 
 
* 11 Mijdar - Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan aşkere kir ku dê di qada aborîe û darazê de ‘reformên’ nû pêk bînin. 
 
* 12 mijdar - Piştî Erdogan Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul jî aşkere kir ku dê di darazê de ‘reformê’ pêk bînin. 
 
* 17 mijdar Serokê mafya Alaatin Çakıcı, gef li serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu xwar. 
 
* 18 mijdar - Serokê MHP'ê Bahçeli, piştgirî da Alaattin Çakici yê gef li Kiliçdaroglu xwar. 
 
* 27 mijdar - Sazumankarê AKP'ê Bulent Arinç, piştî got dê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala bên berdan û Bahçelî gef lê xwar, ji peyvira xwe îstîfa kir. 
 
KANÛN 
 
* 1 Kanûn - Li ser agahiya ku dê sûîkast li Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoglu bê kirin, Wezîrê Karên Hundir parazvanên îmamoglu hişyar kir. 
 
* 11 kanûn -  Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli, HDP kir hedefa xwe û got ‘Divê ev karwan wisa neçe. Divê HDP bê girtin û carek din neyê vekirin. 
 
* 12 Kanûn -  Di niqaşên butçeya 2021'an de wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, li meclîsê gef û neheqî li HDP’ê xwarin. 
 
* 13 Kanûn - Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, Soylu şiband “Esat Oktay û xwe jî şiband Kemal Pir û diyar kir ku dê li dijî zilma Esat Oktay wekî Kemal pîran li ber xwe bidin. 
 
* 16 Kanûn -  Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli, carek din bang kir ku HDP'ê bigirin. 
 
* 17 Kanûn - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar li dijî banga girtina partiyê got “Eger Destûra Bingehîn û zagonkên xwe binpê bikin û partiyê bigirin, emê dîsa rêyekê bibînin û bêtir xwe mezin bikin û rêya xwe berdewam bikin." 
 
*22 Kanûn - Piştî dadgeha Amedê 22 sal ceza li Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê birîn, polîsan şev nîvê şevê ew li Amedê binçavkirin. Di saetên serê sibeha 22'ê kanûnê de Şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. 
 
22 Kanun -  Daîreya Mezin a DMME'yê biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.
 
* 23 Kanûn Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku duh hatibû girtin, ji Girtîgeha Amed a Jina sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E'yê kirin. 
 
23 kanun - Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, angaşt kir ku biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş siyasî ye û got: “DMME, nikare li şûna dadgehên me biryar bide." 
 
 
MA/ Dîren Yurtsever

Sernavên din

30/12/2020
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir