Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e

  • rojane
  • 16:15 23 Kanûn 2020
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Ramazan Demîr biryara DMME’yê nirxand û diyar kir ku her kêliya ku Demîrtaş neyê berdan binpêkirinek û sûcekî nû ye.
 
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtî ne, duh biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, diyar kir ku girtina Demîrtaş ne hiqûqî ye, bi hincetên siyasî girtî ne û biryara berdana wî da.
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan derbarê biryara DMME ya têkildarî Demirtaş de di komcivîna li Meclîsê de got: “DMME nikare biryareke ku bikeve şûna biryara dadgehên me bide. Ev biryar wê tenê ji aliyê dadgehê me ve were nirxandin.”
 
Parêzerê Demîrtaş, Ramazan Demîr biryara DMME û gotinên Erdogan ji ajansa me re nirxand.
 
'DMME JI TIRKIYÊ ACIZ BÛYE'
 
Demîr, diyar kir ku DMME di biryara daye de nirxandinên berfireh kirine û wiha got: “Çima DMME biryareke wisa da? Ji ber ku ji Tirkiyê û dewletên weke wê aciz bûye. Êdî DMME nikare girtinên ji ber xebatên siyasî piştguh bike. Di vî warî de gelek dosya li DMME'yê kom bûn. DMME dixwaze êdî van dosyayan çareser bike. Bi taybetî jî xwest derbarê qanûna 'endamtiya rêxistinê' de gotineke mîsoger bêje. Bi awayekî berfireh şîrove kir û ev biryar da ku kes nikare îtîraz bike. Ev biryar ji bo dozên siyasî yên li welat jî girîng e.”
 
‘DARAZA TIRKIYÊ HAT ÎFŞAKIRIN’
 
Demîr, da zanîn ku DMME'yê bi vê biryarê re peyamên vekirî dan Tirkiyê û wiha axivî: “DMME’yê got ‘tu bi van delîlan nikarî bêjî mirovekî tu endamê rêxistinê yî û kesên dixebitin bigirî.' Bi vê biryarê re daraza Tirkiyê ya ku ketiye bin kontrola siyasetê hat îfşakirin. Ji ber wê yekê biryareke bi hêz û dîrokî ye. Derbarê Tirkiyê de tespîtên gelek saxlem hene. Dadgehek bi hêsanî gotinên wisa giran nabêje.”
 
‘MECBÛR IN BERDIN’
 
Demîr, derbarê gotinên Serokkomar Erdogan de jî wiha got: “Derbarê gavavêtina berdana muwekîlê me de ew dizanin, her kêliya ku neyê berdan binpêkirin û sûcekî nû ye. Mecbû rin berdin. Heta ku derê dê bikaribin vê biryara mîsoger pêk neynin? Her roja ku biryarê bi cih neynin wê ji bo wan encamên nûtir derkevin holê. Bi taybetî wê ji bo vê biryarê Komîteya Wezîrên Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) bikeve dewrê. Ji bo ku were berdan wê Komîteya Wezîran biryara danekirinên (ambargoya) nû bide.”
 
‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN’
 
Demîr, anî ziman ku biryara DMME'yê ya bo Demîrtaş wê ji bo girtiyên siyasî jî bibe biryareke emsal û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li Tirkiyê girtiyên siyasî yên ku ji ber xebatên xwe girtî ne werin berdan. Di serî de jî Leyla Guven. Ev biryar emsal e. Ji ber ku dadgeha Konseya Ewropayê ya herî mezin ev biryar daye. Ev mijareke girîng e. Ji 17 dadgeran 16 rabin vê biryarê bidn gelek girîng e.”
 

Sernavên din

23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN