Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene

  • rojane
  • 09:06 21 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL – Parlamenterê Berê yê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ku di 4’ê kanûnê de ji Girtîgeha Kandirayê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên Nazî hene û ev tişt got: “Divê dengê girtiyan bê bihîstin, nexwe dibe ku grevên birçîbûnê bikevin asteke din.” 

Parlamenterê Berê yê HDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Kandirayê girtî bû, danişîna doza wî ya ku bi angaşta “emdatiya rêxistinê” dihat darizandin, di 4’ê kanûnê de hat dîtin. Heyeta dadgehê, di danişînê de 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Aksoy birî û ji ber salên wî yên li girtîgehê biryara tehliyekirina wî da. Aksoy, têkildarî pêvajoya girtina xwe û qewimandinên li girtîgehê ji Ajansa Mezopotamyayê  (MA) re axivî.  
 
3 GIRTIN
 
Aksoy, diyar kir ku di sala 2016’an de Endamtiya Lîjneya Birêvebirina Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kiriye û dema ku ji bo civînekê çûye Amedê hîn kiriye ku derbarê wî de biryara girtine heye û piştî civînê ji bo gotin dayînê çûye Agiriyê û li wir hatiye girtin. Aksoy, got ku piştî ku demekê girtî maye, di danişîna xwe ya yekemîn de tehliye bûye û piştî tehliyebûna xwe bi 4 rojan careke din hatiye girtin. Aksoy, da zanîn ku piştî çend rojan ji vê girtina xwe jî tehliye bûye û vê tehliyebûna wî jî hatiye îttîrazkirin û dema ku ji bo dozeke xwe çûye Meletiyê hatiye girtin û 5 sal bûne girtî bûye. 
 
RÊBAZA FETOYÊ 
 
Têkildarî girtina xwe de Aksoy, anî ziman ku girtina wî tam hîleyeke û di angaştnameya wî de tiştên ku nebûne weke “kirî” tiştên ku nekirine jî weke “kiriye” hatine nîşandan. Aksoy, bi lêv kir ku dema çalakiyên mertalên zindî de hatine guhdarîkirin û wiha got: “Gotina min a “dem-vakît” ku min li çalakiyê bi kar aniye, weke “pere-nakît” wergerandine û ji vê sûc hilberandine. Peyve “nakit” kirine pereyê ku ji şaredariyan hatiye girtin û di çalakiyên mertalên zindî de hatiye bikaranîn. Dem û cihê vê çalakiyê ne diyar e. Weke vê sûcdariyên girtina derebeyan û lidarxistina mitîngê jî hene. Ev tam hîleyeke û rêbaza FETO ye. Ev tiştên li Agiriyê pêk hatine. Li Amedê jî guhdarkirin heye. Hema çi bihîstine û dîtine kirine dosyayê. Mînak navçeya Rezan hatiye guhdarkirin, têkildarî KCD’ê hin tişt hatine vegotin. Vê jî weke delîl kirine dosya min. Tişta herî pêkenok jî wêneyekî min ê bi kincên herêmî kirine cem wêneyê Mûrat Karayilan û weke “kincên PKK’ê li xwe kiriye” kirine angaştnameya min.” 
 
DADGEH ALÎGIR IN 
 
Aksoy, destnîşan kir ku bêalîbûna dadgehan têk çûye û ewlehiya girtiyan a li hemberî dadgehê nemaye û ev tişt gotin: “Di şertekî hiqûqa cezayê de tê gotin ku dadgeh neçare xwe bi bersûc bide bawerkirin, dadgeha ku xwe bi bersûc nede bawerkirin bêalîbûna xwe winda kiriye. Tu dema dîrokê kurd ji aliyê dadgehên serbixwe û bêalî nehatine darizandin. Kes nikare ji dadgeha ku tiştên nebûyî weke bûyî û tiştên nekirî jî weke kirî nîşan bide re bibêje serbixwe ye.”
 
REWŞA LI GORÎ KÊFÊ 
 
Di berdewamê de Aksoy, destnîşan kir ku pêkanînê niha yên li girtîgehan dişibin pêkanînên girtîgehan ên dema 12’ê Îlonê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema 12’ê Îlonê hin caran Nûtûk jî dihat qedexekirin. Niha jî heman tişt tên jiyîn. Hin weşanên ku bi awayekî qanûnî tên weşandin nadin girtiyan. Ev rewş li gorî girtîgehan diguhere. Rewşeke li gorî kêfê heye. Ji ber Covîd-19’ê hemû mafên me hatin sînordarkirin. Hema bibêje her hefte bi ser qawişan de digirin. Di demên dawîn de bi talanê li her derî lêgerîn pêkanîn. Ev pêkanîn bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re zede bûn. Hemû tiştên ku bi destan hatibûn nivîsandin hatin desteserkirin. Nîşeyên min jî hebûn desteser kirin. Parastina min jî girtin. Dema 12’ê Îlonê parastina min desteser nekiribûn. Di 12’ê Îlonê de min 15 rojan li ser hev parastina xwe kir. Niha girtin. Çima? Li gelek girtîgehan bi hev re çalakiyê dest pê kir. Dixwazin agahdarkirina vê yekê hîn bikin. Radyoyek ku dabûn hebû. Tenê kilama digot. Hatin le nêrin û ji ber ku cîvateyeke wê hatibû vekirin lêpirsîna dîsiplînê vekirin.”
 
PÊKANÎNÊN NAZIYAN
 
Aksoy, pekanîn li girtîgehê şiband pêkanînên Naziyan û axaftina xwe bi van gotinan domand: “Wan mirovan li jûrên gazî dişewitand û navê ‘mirina dilşad’ lê kiribûn. Niha hewl didin vê bi me jî bidin jiyîn. Li girtîgehan şertên tenduristiyê bi awayekî lez ber bi nebaşiyê ve diçe. Di bin navê tevdîrên tenduristiyê de tenê maf û azadiyan bi sînor kirine. Divê êdî şertên ku girtî rehet bikin bên dabînkirin. A rast jî divê bên valakirin û cihêkarî neyê kirin. Hûn ê dizan û kujeran berdin û kesên ku tevahiya jiyana xwe bi rûmet jiyane, li dijî neheqiyan têkoşiyane, di mafên demokratîk û azadiyê de israr kirine bernedin. Kî vê qebûl dike?” 
 
HIŞYARIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Aksoy, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkildarî mijarê ev hişyarî kirin: “Tişta ku herî dawî girtî dikarin bikin çalakiya greva birçîbûnê ye. Pir zelal dibêjim, bê hejmar mirovên ku mirinê hembiz dikin hene. Heke gav neyên avêtin dibe ku greva dorveger bikeve asteke din. Ev biryara wan lê texmîn dikim ku wê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê bike. Ev dikare heta 300-500 rojî jî biçe. Heta dibe ku derkeve asta azadiyê bi mirinê. Ev mijareke gelek girîng e. Mirovên girtî di ferqa rewşa gelê me de ne.  Tişta ku dikarin bikin tenê ev e, canê wan e. Amade ne ku canê xwe di oxira azadiya gelê xwe de bidin. Divê ev wiha bê fêmkirin. Divê malbatên girtî û hikumxwariyan û raya giştî di vê mijarê de hestiyar bin. Divê guh bidin dengê girtiyan û li gorî wê tevbigerin.”
 
MA / Ferhat Çelîk – Berfîn Karaman
 

Sernavên din

23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN