Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek

  • rojane
  • 09:10 17 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Nivîskar û Rojnameger Kakşar Oremar, diyar kir ku ruhê yekîtiya neteweyî ya Komara Kurdistanê  ku li Mahabadê hat avakirin, îro li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîn bûye û wiha got: “Divê Kurd êdî bi dengê 74 sal berê li Qada Çarçira bilind bû bibin yek." 

 
Komara Kurdistana Mahabadê ya di 22'ê Çileya 1946'an de ji aliyê Qazî Muhammed ve li Qada Çarçira hat avakirin, di 17'ê Kanûna 1946’an de hat rûxandin. Sazûmankarê Komarê Qazi Muhammed û hevalên wî Komar ava kirin. Mahabat bû paytextê Sine, Şino û Miyandoabê yê. 
 
Piştî encamdana serhildanên Şêx Ubeydullahê Nehrî û Simkoyê Şikak, di nava kurdên rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. Huseynê Mukriyanî ku ji Mehabadê ye, bi rêya zanayê Îranî Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera naziyan û fikra naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937'an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsa neteweyê kurd dike ku kurd jî ji qewmên aryan in û divê wek almanan kurd jî împeratoriya xwe ava bikin. 
 
Li van salan îngilîzan Başûrê Kurdistanê, yanî Îlam, Loristan û Kirmaşan, Sovyetan jî Bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda Kurdistanê jî bi taybetî herêma mukriyan di bin desthilata kurdan de bû. Li sala 1941'ê de şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê de ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên kurd ve Komeley Jiyanewey Kurdistan hate avakirin. Vê komeleyê nêzîkî sê salan xebatên xwe nepenî kirin. Li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekên xwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li herêma Mukriyan, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma Seqiz û Bane serokeşîrê Begzadeyan Heme Reşîd Xan bû fermanrewayê herêmê. Bajarê Serdeştê ket bin destê kurê Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Letîf. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu. Wê demê gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî tirkên Azerbaycanê mecbûr man ku ji kurdan alîkariyê bixwazin. Di payîza sala 1941'ê de îngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku îngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî îngilîzan li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. Efserên rûsî Selîm Atakşîov û hevalê wî Caferov û kurd di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel Mîr Cefer Baxirov. Jixwe paşî 18'ê çiriya paşîn a 1941'ê eşîra tirk Şahsevenî, 20'ê çiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27'ê çiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn Bakûyê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên kurd û ecem çûn Urmiyeyê. Ji xwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera kurd û eceman de şer û pêvçûn rûneda.  
 
Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Di 22'ê kanûna paşîn a 1946'an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlan kirin. Piştî 11 mehan di 17'ê Kanûna 1946'an de komar hilweşandin. 
 
 
YEKÎNEYA JINAN AVA KIRIN
 
Têkildarî Komara Kurdistana Mahabat Nivîskar û Rojnameger Kakşar Oremar nirxandin kir. Omemar anî ziman ku piştî avakirina Komarê gelek xebat hatin kirin û wiha got. "Berî avakirinê komarê şertên aborî, erf û edat tune bûn. Rêjeya perwerdehiyê ji sedî 5 bû. Rêjeya perwerdehiyê ya jinan bêtir kêm bû. Ji Rûsyayê çapxane anîn û dest bi Rojnameya Kurdistan kirin. Gelek xebatên wêjeyî çap kirin. Hêza eskerî, radyoya herêmî û şano ava kirin. Şanoya Dayikên Niştiman, di serdema Komaleye Jiyaneweyî Kurd de hat avakirin û gelek xebatên hêja kirin. Yekem car dibistanên jinan vekirin. Di serokatiya Mina Qazî de Yekîtiya Jinan ava kirin. Ji bo aboriyê şîrketa Terraqî ava kirin." 
 
DI BELGEYAN DE KOMARA KURDISTAN E
 
Omemar, anî ziman ku pênaseya Komara Mahabad şaşiyek mezin e û di rastiya xwe û belgeyan de Komara Kurdistanê ye û wiha axivî: "Komarê hemû Kurd hembez dikir. Qazi Muhammed mirovekî pir zane û xwedî tecrûbeyên gelek mezin bûn. Qazi Muhammed ji bo Kurdan xeyalên wî hebûn. Qazi Muhammet hatibû ber Çemê Araratê û gotibû ‘Ji Çiyayê Agiriyê heta Biroyê Heskê Têlî û Xeyalên Îhsan Nurî Paşa divê di nava sînorê Komara Kurdistanê de be. Ev jî nişan dide ku Serokê Komarê çiqas serdestî Dîroka Kurdistanê ye. Hestera diyarê yekitiya Kurdan e." 
 
BANDORA HÊZÊN DERVE YÊ HILWEŞÎNÊ
 
Oremar, bal kişand ser sedema hilweşîna Komara Kurdistanê û wiha berdewam kir. “Du sedemên hilweşîna Komarê heye. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bi dawî bû, hemû hêzên ku di nava şer de cih girtin, xwestin di nava 6 mehan de vegerin sînorê xwe yê beriya şer. Rûsya hêzên xwe ji Azerbaycan û Kurdistanê vekişandibû. Eskerên xwe yên ku Îran rehet kir anî sînorê Azerbaycanê. Dema Îran ket Azerbaycanê wê demê artêşên Kurd û Azeriyan bi hevre tev geriya bûna dikaribûn li ber xwe bidin. Lê ev nekirin. Di aliyê diplomasiyê de gavên  têr neavêtin. Kurdan wê demê bi Rûsya û welatên cîran re têkiliyên xurt pêş nexistin. Muhammet Rıza Pehlevî wê demê ciwan bû. Rûsya û DYA kaxizek vala danî pêş wî û bi wî dan îmze kirin. Kurd di aliyê siyasetê û dîplomasiyê de ne xwedî tecrûbe bûn.'' 
 
SEDEMÊN HUNDİRÎN
 
Omemar, da zanîn ku yek ji sedema hilweşîna Komara Kurdistanê sedemên hundirîn in û wiha lê zêde kir: "Piştî Îranê Azerbaycan têk bir û şûnde, Beg û axayên xayîn, xwe kişandin nava sînorên xwe. Piştre bi rêveberiya Îranê re hevkarî kirin. Îrane got 'Bi me re tev bigerin emê hemû derfetan bidin we' Li gorî berjewendiyên şexsî tev geriyan. Axa û Begên xayîn pişta xwe dan Komarê." 
 
Omemar, bibîr xist ku piştî Bajarên Azerbaycanê xera bûn û bi hezaran mirov hatin kuştin, Qazi Muhammed ji bo êş mezin nebin teslîmî Îranê bû û wiha pêde çû: "Di bin fermandariya Qazi Muhammed de  artêşa ku ji 12 hezar kesan pêk dihat hebû. Li gel ku biryara şer a heta dilopa xwîna dawî dan jî tehamul nekirin ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Qazi Muhammed ji bo bi hezaran mirov neyên kuştin xwe feda kir. Piştî Komar hilweşiya xwest li Iraqê teslîmî balyozxaneya Îngîlistanê û li Urmiyeyê teslîmî balyozxaneya Rûsya bibe. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin. Wê demê got ‘Ez ne ji bo canê xwe û ne jî bi awayekî sincî û wîcdanî vê yekê dikim. Ez nikarim di rojê xweş de li cem gelê xwe bim û di rojê teng de gelê xwe terk bikim. Bila tu karê dewleta Îranê bi gelê Kurd tune be. Hemû tola xwe ji min hilînin. Bi rûmetek mezin teslîm bû. Piştre Qazi Muhammed û hevalên wî li Qada Çarçira di 31'ê Adara 1947’an de darve kirin." 
 
‘LI ROJAVA RUHÊ QAZÎ MUHAMMED Ê YEKÎTIYÊ HEYE 
 
Omemar, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkiliya Komara Kurdistana Mahabat û Rojava û wiha got: "Komara Kurdistanê 11 heman temenê wê hebû. Ev Komara Kurdistanê ji bo Kurdan pir giranbûha ye. Wê demê li 4 parçeyên Kürdistanê rêhevaltî pêş ket. Ev rêhevaltî îro didome. Dema berxwedana Kobanê pêş ket, Mahabad rabû ser piyan. Dema Rêber Ocalan hat revandin, Urmiye, Mahabadê serî hildan. Ruhê yekîtiya neteweyî ya Komara Kurdistanê  ku li Mahabadê hat avakirin, îro li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîn bûye. 
 
GIRÎNG E KURD BIBIN YEK
 
Oremar bal kişyand ser girîngiya gotina Qazi Muhammed a ji bo yekîtiya Kurdan û got: "Qazî Muhammed gotibû “Bedena min perçe bikin, min bidin ber guleyan û darve bikin jî! dilê min dîsa dibêje Kurdistana min yek perçe ye. Welatek e. Nabe çar perçe. Divê Kurd guh bidin vî dengê li Çarçira û yekitiya xwe ava bikin." 
 
MA / Nacî Kaya – Îdris Sayilgan
 

Sernavên din

17/12/2020
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan