Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye

  • rojane
  • 09:10 17 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got: "Hewce ye em gişt bibin nefesa girtiyan. Bi rastî heke em bikaribin daxwazên girtiyan bînin ziman, dê dewlet neçar bimîne ku li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan, di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Niha koma pêncem di greva birçîbûnê de ye. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de axivî û destnîşan kir ku her kes bibe dengê girtiyan û bidawîkirina tecrîdê daxwaza milyonan e. 
 
'DI ŞEXSÊ OCALAN DE AŞITÎ TÊ ESARETKIRIN'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku tecrîda li ser gelê kurd 22 sal in didome û her diçe girantir dibe. Guven, bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê û destnîşan kir ku gelê kurd bi van çalakiyan nîşan daye ku tecrîdê qebûl nake. 
 
Guven wiha axivî: "Ji sala ku birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirine heta roja me ya îro, ev tecrîd didome. Wê demê, bi sedan kesî bi dirûşmeya 'Hûn nekarin roja me  tarî bikin'  çalakî pêk anîn. Gel di wê salê de jî diyar kir ku di şexsê birêz Ocalan de ew tên tecrîdkirin. Bi sed hezaran mirovan diyar kir ku her tişt bi birêz Ocalan pêkan e. Gel got, li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de aşitiya Rojhilata Navîn tê esaretkirin.  Li dijî vê gelek caran di dîrokên cuda de grevên birçîbûnê  hatin destpêkirin. Bi van çalakiyan hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Yek ji wan grevên birçîbûnê di sala 2012'an de dema ku em di girtîgehê de bûn hat destpêkirin. Piştî peyama birêz Ocalan, greva birçîbûnê di roja 68 rojan de bi dawî bû. Lê pişt re tecrîd dîsa berdewam kir. Di dema derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de, gelê kurd pir bi fikar bû. Me nizanibû ku birêz Ocalan di çi rewşê de ye. Me nedizanî ku darbekaran çi kiriye. Me di wê pêvajoyê de jî xwest, em agahiyekê bistinîn, lê dewletê dîsa xwe bêdeng kir." 
 
'DAXWAZA MILYONAN BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE'
 
Guven, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku mînaka tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tu deverên cîhanê nin e û axaftina xwe ya derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de domand: "Wê demê, me 50 siyasetmedarên Kurd dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja 8'an de civînek hat lidarxistin û ji me re hat ragihandin ku rewşa birêz Ocalan baş e û me greva birçîbûnê bi dawî kir.  Dûv re tecrîdê dîsa berdewam kir  û vê carê min  li girtîgeha Amedê, di 7'ê Mijdara 2018'an de biryar da ku dest bi greva birçîbûnê bikim. Dema ku min ev biryar bi tena serê xwe girt, ez Hevseroka KCD'ê bûm. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekî kongreyê hewledaneke  me hebû. Em vê pir zelal dibêjin, di çareserkirina pirsgirika kurd de rol û mîsyona birêz Ocalan girîng e. Bi vê ramanê ez wekî siyasetmedareke kurd fikirîm ku divê bi felsefeya Ocalan gavekî biavêjim. Wekî ku hat dîtin ev  greva birçîbûnê roj bi roj mezin bû û li çar aliyê cîhanê belav bû. Min jî di roja ewil de got, ez dixwazim greva birçîbûnê dest pê bikim, lê daxwaza min daxwaza mîlyonan e. Lê bi rastî jî ev daxwaz bû daxwaza mîlyonan. Daxwaza mîlyonan, bidawîkirina tecrîdê ye." 
 
Guven, bal kişand ser çalakia greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan dest pê kiriye û got: "Em dizanin ku her roj komên nû tevlî dibin û greva birçîbûnê didome. Bêguman, daxilbûna nav greva birçîbûnê ne biryareke hêsan e. Kes ji jiyana xwe bêzar nebûye. Her kes dixwaze azad bijî. Em dixwazin hestên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Kesekî ku gel wî wekî rêberê xwe dibîne, divê di girtîgehê de nemîne."
 
'EM BIDIN DENG Û NEFESA GIRTIRYAN' 
 
Hevseroka KCD'ê Guven, di dawita axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan û got: "Ji canê wan pêvtir tiştekî wan nemaye. Ji ber vê yekê, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û civakê vedixwînin hestiyariyê. Saxbûna wan di dest me de ye. Erê, wan bi îlankirina îradeyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Lê ji vir şûnde her tişt di destê partiyên derveyî, partiyên siyasî, komele, saziyan de ye. Ji ber ku ev daxwaz daxwazeke ji bo mirovahiyê ye. Di şexsê Ocalan de tecrîd li ser tevahiya civakê tê meşandin. Em dizanin ku di girtîgehan de metirsiya pandemiyê heye. Hevalên me, ku dest bi grevê kirin, li gel pandemiyê zêde şansê wan nîne ku bidomînin. Rewş pir girantir û krîtîktir e. Di vî warî de, ev ji bo me hemûyan pirsgirêkek e û ev pirsgirêkeke exlaqî û wijdanî ye. Hewceye ku em gişt bibin nefesa girtiyan. Heke ku em bi rastî bikaribin daxwazên girtiyan bînin ziman, dê dewlet neçar bimîne ku li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje. Ez bawer dikim ku dê gelê me di vê mijarê de bi hestiyarî tev bigere û bike ku dengê girtiyan bê bihîstin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

17/12/2020
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan