MÊRSÎN – Dozger nûçeya derbarê binçavkirinê û belavkirina rojnameyan a rojnamevan Mûrat Sekmen de sûc dît û xwest Sekman were cezakirin.
Danişîna doza xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Mûrat Sekmen jî di nav de a derbarê 11 kesan de bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê ne” tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn Mêrsînê hat lidarxistin.
BELAVKIRINA ROJNAMEYÊ SÛC E
Dozger biryara xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger di biryara xwe de belavkirina rojnameya Yenî Yaşamê ya ji aliyê rojnamevan Mûrat Sekmen de û hevdîtinên wî yên têkildarî rojnameyê yên bi telefonê wek sûc dît. Her wiha dozger çêkirina nûçeya derbarê binçavkirina rojnamevan Sekmen ku di ajansên ANF û Mezopotamya de cih girtine wek sûc dît.
Dozger di biryara xwe de xwest Sekmen bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “proapgandaya rêxistinê kiriye” were cezakirin.
Piştî navberek kurt şandeya dadgehê ji bo parêzer li dijî biryara dozger parastina xwe bikin danişînê taloqî 19’ê adara 2021’an kir.