ENQERE – Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk bertek nîşanî ambargoya CAATSA ya Amerîka da û got biryara hatiye girtin ne hiqûqî ye.
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk têkildarî biryara ambargoya Amerîka ya ji bo ku Tirkiye pergala S-400 bikire girtiye li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û bertek nîşanî biryara Amerîkayê da. Çelîk diyar kir ku biryara ambargoya (CAATSA 231) ya Amerîkaya li dijî sîstema S-400 a Rûsyayê ku Tirkiye dixwaze bikire ne xwedî zemînek hiqûqî ye û di warê têkiliya mutefîkiyê de bi temamî xeletî ye.