'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’

  • jin
  • 09:04 14 Kanûn 2020
  • |
img

ÊLIH - Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, diyar kir ku divê bûyera Îpek Er a li Qûbînê û bûyera tecawîza zaroka 15 salî ya li Kercewsê hatin jiyîn, ji hev cuda neyin dest girtin û got: “Polîs, esker û cerdevan bi hêza ku ji dewletê digirin, dixwazin bûyerên tecawîz û tacîzan asayî bikin. Lê emê destûrê nedin vê yekê.”

Hîna dengvedana bûyera keça 18 salî Îpek Er a ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji ber tecawîza Çawişê Pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî û berdana bersûcê wê Orhan dewam dikir, vê carê jî hat îdîakirin ku li navçeya Kercewsê ya Êlih, polîs, esker û cerdevan jî di nav de, 27 kesan tecawîzî zaroka 15 salî kirine. Ev her du bûyerên tecawîzê, di nava civak û raya giştî rastî hirs û bertekên mezin hatin. 
 
Ligel van bertekan jî, polîs, esker û cerdevanên tevlî van bûyerên tacîz û tecawîzên bûne, ji aliyê daraz û rayedaran ve tên parastin, lê ji aliyê raya giştî ve weke sûcdar tên dîtin. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Êlihê Gulîstan Sonuk, derbarê van bûyeran de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Sonuk, diyar kir ku bi taybetî wan li dijî bûyerên tacîz, tundî û tecawîzê dest bi kampanyeya “Em xwe diparêzin” kirin û wiha behsa girîngiya kampanyeya xwe kir: “ji bo teşhîrkirin bûyerên tacîz û tecawîzan kampanyeya me pir girînge. Bi vê kampanyayê jin bertekên xwe nîşan didin.”
 
DEWLET Û TECAWÎZ
 
Sonuk, bal kişand ser polîtîkayên bi destê dewletê tên pêşxistin û wiha bilêv kir: “Bûyerên tecawîzê yên ku navê hêz asayîşê jî tê de derbas dibin, li qereqolan tên veşartin. Bûyerên dibin malê civak û raya giştî jî, vê carê yan ji aliyê dozger an jî ji aliyê dadgehan ve tên veşartin. Ji roja ku Komar hatiye avakirin ve ev polîtîkaya dewletê heye.”
 
Sonuk, bi bîr xist ku di bûyera navçeya Kercewsê de navê 27 kesan derbas dibe û wiha pê de çû: “Tê gotin ku di nava van kesan de çawişê pispor, cerdevan û polîsên trafîkê hene. Ev karmendên dewletê ne û bi hêza ji dewletê digirin vî karî dikin. Vê bûyerê cardin bûyera Îpek Er anî bîra mirovan. Em difikirin ku li Êlihê konsepteke taybet heye. Ji ber ku ev careke, ne jî du care…”
 
ÎPEK ER Û BÛYERA KERCEWSÊ
 
Sonuk, dest nîşan kir ku ji ber ku Mûsa Orhan nehat cezakirin ev bûyer li Kercewsê hat jiyîn û wiha rêz kir: “Ev ne tesadufe. Ger Mûsa Orhan nehatiba berdan, îro ev bûyer rû ne dida. Bûyerekê tecawîzê li holê heye, asteng kirin heye û ber bi întîxwarê ve birin heye. Ev hemû delîlên şênberin. Di heman demê de nameya Îpek a şûn xwe de hiştibû heye. Ligel van hemû delîlan jî Mûsa Orhan îro ne girtî tê darizandin û ev berhemam konsepteke şerê taybete. Di bûyera tecawîzê ya li Kercewsê de jî navê hêzên asayîşê derbas dibe. Niha ev diparêzin. Dozgerê Êlihê ji bo vê bûyerê biryara qedexeay weşanê da. Kesên li ser vê bûyerê diaxivin û ev bûyer ronî kirin, hatin tehdîtkirin. Li şûna derbarê bersûc û berpirsiyaran de dest bi lêpirsînê bikin, Wezîrê Karê Hûndir kesên ev bûyer derxistin holê tehdît kirin. Wezîrê Karê Hûndir û Wezîrê dadê ger bi awayekê rast erka xwe bi cih bi aniyan, wê ev bûyer derketina holê.”
 
DI BÛYERA KERCEWSÊ DE ÎDÎAYÊN NÛ 
 
Sonuk, dest nîşan kir ku ew hînbûn ku bûyera li Kercewsê, bûyereke ku bi salane dewam dikeye û wiha dewam kir: “Behsa çetekeye ji 27 kesan pê tê, tê kirin. Tê îdîakirin ku zaroka 15 salî berê jî, du caran ducanî bûye û ev cara sêyemîne ducanî dibe. Ev bûyer hovaneye. Sergirtina vê bûyerê, tê wateya amadekariya bingeheke sûcek din a bi vî rengî. Lê emê destûrê nedin asayîkirina bûyerên tacîz û tecawîzan. Me bi kampanyeya xwe ya ‘Em xwe diparêzin’ gelek bûyerên tacîz û tecawîzan derxistin holê. Kes nikare pişta xwe bi darazê, dewletê, rayedaran û hêzên asayîşê gerim bike û li Kurdistanê bûyerin wiha hovane bide jiyîn. Emê tu carî vê yekê qebûl nekin. Li Kurdistanê, bi destê dewletê, bi hezaran car bûyerên tecawîzê hatine jiyîn û em bi çanda tecawîzkirinê re rû bi rû ne. Dixwazin têgîna ku wê ev wisan dewam bike, di civaka me de bidin avakirin. Lê emê van kir û polîtîkayan tu carî qebûl nekin. Berdêla wê çi dibe bila bibe emê bikin.”
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

14/12/2020
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin