Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê

  • rojane
  • 09:18 13 Kanûn 2020
  • |
img
MÊRSÎN - Di 27 salan de polîs û eskeran 200 carî avêtiye ser mala Hediye Ozdemîrê. Ozdemîr got: "Polîs, ji bo cihê hevjînê min ê di girtîgehê de bipirse jî avêt ser mala me." 
 
Malbata Ozdemîr di salên 80'yî de ji Dihê ya Sêrtê koçî navçeya Akdenîz a Mêrsînê kiriye. Lê belê polîs bi awayekî sîstematîk tim davêjin ser malbata Ozdemîr. Herî dawî di 3'yê de avêtin ser malê. Hediye Ozdemîr a 55 salî behsa 27 salên bi zext, zorî, binçavkirin û girtinan derbas bûye kir. 
 
JI 100'Î ZÊDETIR LÊPIRSÎN 
 
Ozdemîr, anî ziman ku zext û zoriya sîstematîk a polîsan 27 sal berê gava hevjînê wê Abdulazîz Ozdemîr hatiye girtin dest pê kiriye. Ozdemîr, bilêv kir ku ji wê çaxê heya niha zêdetirî 200 carî polîsan avêtiye ser mala wan û derbarê wê, hevjînê wê û zarokên wê de ji 100'î zêdetir lêpirsîn hatine destpêkirin. 
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin vê carê dewletê berê xwe daye zarokên wê û malbata wê û got: "Kurê min ê mezin Mehmet Emîn Ozdemîr gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Paşê bi salan xwe da alî û veşart. Paşê di xwepêşandanekê de polîsan bera Ahmet Ozdemîr da. Ji bo vê gotin qeza ye. Lê kurê min 7 salan di nav ciyan de ma. Hîn di vî halî de bû salek cezayê ku lê hatibû birîn hat pesendkirin û hat girtin. Biçûkê wî Mahmût Ozdemîr jî gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Biçûk Mahmût Îdrsî Ozdemî jî gelek carab hatiye binçavkirin û herî dawî 10 saln di girtîgehê de ma. Ji ber ku derbarê kurê min Mahmût û Îdrîs de cezayê muebeda giran heye, ji mecbûrî berê xwe dan welatekî din." 
 
HINCET
 
Ozdemîr, diyar kir ku piştî ku kurê wê Mahmût Ozdemîr çûye Ewropayê, polîsan tim avêtiye ser mala wan û pirsa kurê wê kirine û got: "Her cara ku tên malê serobino dikin. Ziravê zarokên biçûk diqete. Herî dawî vê hefteyê avêtin ser mala me. Cardin pirsa Mahmût kirin. Derûniya me xera bûye. Tiştên dikin ne karê însana ye. Heger sûcê kesekî hebe, tu yê wî bigirî û ceza lê bibirî. Lê ne heqê kesî ye ku ceza bide malbata wî. Aqilê zarokên me nemaye, ji ber van zext û zoriyan. Êdî bes e. Bila ev zext û zorî biqedin. Êdî bila bes bavêjin ser mala me." 
 
Ozdemîr, destnîşan kir ku polîs ji bo bavêjin ser mala wan ji xwe re li hincetan digerin û got: "Hevjînê min 27 sal in girtiye. Tên dipirsin bê ka li ku ye. Her tim davêjin ser malê û ji me kesekî dibin. Êdî em bêzar bûne. 7 zarokên min hebûn, niha tenê yek maye." 
 
ÊRÎŞ BIRIN SER NEVIYÊ WÊ 
 
Ozdemîr, anî ziman ku piştî zarokên wê vê carê êrîşê dibin ser neviyên wê. Ozdemîr, diyar kir ku di 9'ê Mijdarê de neviyê wê Şiyar Ozdemîr çûye HDP'Ê û bûye endam, lê belê di heman rojê de bi şev hin kesên nenas êrîş birine ser wî. 
 
Ozdemîr, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dixwazin bibêjin 'Hûn bêyî me nikarin gavekê jî bavêjin, nikarin biaxivin û nikarin bijî.' Kesê ku bibêje ez mirov im nikare xwe înkar bike. Me bixwe ev ziman û nasname ne hilbijartiye, xwedê daye me. Em kurd in. Ne heqê kesî ye ku bibêje 'Hûn dibin çi bibin, lê nebin kurd.' Ji ber ku em kurd in, ev nayê wê wateyê ku dê zilm û zorî li me bê kirin. Zext û zorî çi dibin bila bibin, em nikarin xwe înkar bikin. Çi qasî bi ser me de tên bila bin, em ê hîn bêtir xwedî li nasnameya xwe derkevin." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

14/12/2020
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin