42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin

  • rojane
  • 09:10 12 Kanûn 2020
  • |
img

WAN - 10 meh berê li ser rêya Wan-Miksê aşûtek çêbûbû û di aşûtê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê hîn jî li ser rêya navbirî tu tevdîr nehatine girtin. Welatiyên di vê rêyê de diçin û tên diqilqilin. 

Di 4'ê Sibatê de li ser rêya Wan-Miksê aşûtek mezin qewimîbû. Di aşûtê de mînîbusek di bin berfê de mabû û 5 kesên tê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo du kesên di bin berfê de mabûn dest bi lêgerînê hatibû kirin. Lê belê vê carê aşûtek din qewimîbû û di aşûta duyem de 37 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Hatibû îdiakirin ku aşûta duyem ji ber makîneyên karî yên serşêwirmenda serokomar û parlementera AKP'ê ya berê Gulşen Orhan qewimiye ku hatibû xwestin rê bi makîneyên wê bê vekirin. 
 
10 MEH DERBAS BÛN, LÊ TU TEVDÎR NEHATINE GIRTIN 
 
Piştî aşûtê bi 78 rojan rê hatibû vekirin. Piştî bûyerê Baroya Wanê, Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê raporek amade kiribûn û di raporê de bal kişandibûn ser îhmalên hatine kirin. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku ji ber xebatên lêgerînê baş nehatine kirin hejmara miriyan zêde bûye. Di raporê de hatibû pêşniyarkirin ku ji bo pêşî li ber xetereyaa aşûtê bê girtin divê perdeyên betonî bên çêkirin û tunelên nû bên çêkirin. 
 
Her wiha wê demê hin rayedaran daxuyanî dabû ku dê li dijî xetereyê hin tevdîran bigirin. 
 
BERF BARIYA XETERE ZÊDE BÛ 
 
Lê belê heya niha pêşniyarên navbirî qet esas nehatine girtin. Çendî ku 10 meh derbas bûne jî, lê belê hîn jî tu tevdîr nehatine girtin. Ajovan diyar dikin ku ji mecbûrî di vê rêyê de diçin û tên. Piştî dinya sar bû berf bariya, çûnhatina di vê rêyê de jî pir zehmet bûye. 
 
Ajovan û rêwiyan behsa aşûta 10 meh berê kirin û fikarên xwe anîn ziman. 
 
TUNEL Û RÊYEKE ALTERNATÎF 
 
Mehmet Şeker ku ji bo tedawiyê çûye Wanê û vedigere Miksê, anî ziman ku li devera ku aşût lê çêbûye rêyeke alternatîf tune ye. Şeker, bilêv kir ku fetlonekên rê û şert û mercên hewayê rêya wan dirêj dike û xwest li dijî aşûtê tevdîr bên girtin. Şeker got: "Li gelek deran di bin behrê de jî tunel hene. Dikarin li vê derê jîçêbikin. Par ew qas mirovên me mirin. Lê kesî negot 'em çareyekê bibînin.' Ên mirin tenê ne sivîl bûn. Esker, cerdevan û gelek peywirdarên lêgerîn-rizgarkirinê jî di nav wan de hebûn. Li vê derê divê tunelek bê çêkirin. Nigê min nerihet e û êecbûr tim diçim û têm. Rêyeke din tune ye. Em di rêya xîzanê re biçin, nabe. Pir dirêj e. Rêyeke alternatîf û biewle lazim e." 
 
Ajovan Zubeyît Çagirci jî anî ziman ku her sal li herêmê li dor 100 heb aşût diqewimin. Çagirci, bilêv kir ku piştî berf dibarê rê talûketir dibe û got: "Li jorê tenê tunelek hatiye çêkirin. Jixwe li wê herêmê aşût çênabe. Heger ew tunel li vê derê bihata çêkirin, wê baştir bûbûna. Her roja ku berf bibare xetereya aşûtê jî xwe dide der. Zivistanê her cara di vê rêyê de diçim, ditirsim. Ji bo kes nemire, gere tunel bê çêkirin." 
 
BILA TEVDÎR BÊN GIRTIN 
 
Mehmet Îbrîk jî anî ziman ku her cara di vê rêyê de diçe diqilqile û êdî naxwazin karesatên wekî yên berê bên serê wan. Îbrîk got: "Em her sal bi van tiştan re rû bi rû dimînin. Li vê derê 42 kes mirin. Lê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Rojek berî rojekê divê çareyek bê dîtin. Gava berf dibare em ditrisin. Berê biharan aşût çêdibû. Gava aşût çêdibe, rêya me herî kêm 2-3 rojan tê girtin. Par di wexteke ku kesî texmîn nedikir de çêbû." 
 
MA / Bariş Donmez 

Sernavên din

14/12/2020
15:09 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê
14:56 Ji ber rabûna ava behrê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
14:44 Li Êlihê zilamek êrişî jineke ducanî kir
14:41 Derbarê 26 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê hat dayîn
14:35 Bavê Aydenîz hat definkirin
14:29 Li Sûrê hilweşîn didome
13:57 Ji bo aktîvîsta TJA’yê Şîmşek ceza hat xwestin
13:36 Di nav salê de ji ber nûçeyên têkildarî pandemiyê 130 rojnameger hatin girtin
13:31 Ji HDP’ê bo salvegera qedexeyan daxuyanî: Gelê kurd li ser piyan e
13:16 Di şerê li ser erd de 4 kes birîndar bûn
13:10 Di êrîşên hewayî yên 2 salan de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest da
12:32 9 sal ceza li Hevşaredara Karazê hat birîn
12:08 Bavê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîzê jiyana xwe ji dest da
12:07 Cenazeyê Erbaş radestî malbata wî hat kirin
10:56 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Wê xewa tacîzkeran bireve
10:50 Vaye çekdarên bipere ku Tirkiyê wan şandiye Lîbya û Qerebaxê
10:08 Li Êlihê polisan tundî li berhevkarê kaxizan kir
09:04 'Em ê rê nedin asayîkirina tecawizê’
09:04 Dede: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîd rabe
09:04 11 sal cezayê li polîsê faîlê 4 kesan hat birîn, ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin
09:04 Mecîd: Li Başûr qeyrana siyasî û aborî heye
09:04 ‘Mûçeya kêmane ne tu mûçeye ku mirov pê debara xwe bike’
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2020'AN
13/12/2020
19:35 218 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
17:50 'Gel bila xwedî li daxwazên me derkevin'
15:30 ‘HDP rêya rizgarkirina welat e’
15:05 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê mirovan ji Magna Cartayê paşdetir e
13:59 Li Stenbolê tundiya zilam
13:59 Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altun dest bi greva birçîbûnê kir
13:31 Ji 62 rêxistinên jinan daxuyaniya hevpar: Em ê bêdeng nemînin
13:23 Mamostayên Olî: Çalakiyên gel rewa ne
12:34 Nûçegihanê Rojnews’ê Zusik Hemed 2 roj in di bin çavan de ye
11:40 Bijîjkekî din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
11:39 40 sal borî: Erdal Eren hêj 17 salî ye
09:21 Konûk: Hiqûqa dijminatiyê pêş dixin
09:20 Dayika girtî: Destê xwe bindin hev û rabin
09:19 Bi nasnameya kesekî din tawanbar kirin û ji peywirê girtin!
09:18 Di 27 salan de 200 caran avêtin ser mala wê
09:17 'Ciwan dê ji bo tecrîdê bêdeng nemînin'
09:16 Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
09:15 Baroya Amedê: Esker û polîs, vîtrîna qirêjî ya dewletê ne
09:14 Hunermendên kurd: Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye
09:13 Ji partiyên siyasî banga hevpar: Xwedî li çalakiya grevê derkevin
09:09 135 roj in cenazeyê Acar nadin malbatê
09:08 MEBYA-DER: Divê her kes ji bo greva birçîbûnê gavan biavêjin
09:02 'Cizîrê serê xwe netewand û ji niha pê ve jî wê netewîne'
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2020'AN
12/12/2020
20:11 222 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:01 Koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtin
16:37 Meclîsa Malbatên Şehîdan pilanên li ser Şengalê şermezar kirin
15:56 Şermezarkirina gaza xwezayî ya bi beroş û miqilkan
15:32 Wezîr Endama Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji kar dûr xist
15:19 2 cenaze bi şev defin kirin
15:04 Ji 805 Welatiyan bo Bahçelî: Şirîke îqtîdarê welat dabeş dike
14:33 Çakmak ê nexweş daket 35 kîloyan: Tedawî bikin
14:12 Dadgeha Mûşê 5 kes girtin
13:49 Dayika Şemiyê: 25 salin li vê qadê me
13:39 24 sal in kujerên Onerari nehatine dîtin
13:00 Rejîma Îranê berpirsê Kanala Amadnews’ê darve kir
12:55 Kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Başûr belav dibe
12:12 Li Girtîgeha Trabzonê 6 girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
12:03 Polîsan li Cizîrê 2 kes binçav kirin
11:37 Li Kolanên Wan û Amedê polîs û maşîneyên zirxî hene
11:15 Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî polîtikayên hikûmetê li qadan in
10:04 Hejmara Zrîngê ya 9’emîn derket
09:40 Peyama nameyên Mehmet Tunç: Bi me serbilind bin
09:31 Mafê dengnekirinê yê Hevberdevkê HDK’ê Şenoglû wek ‘sûc’ hat dîtin
09:30 Bodîtt: Ji sedî 60 jinên li Efrînê hatin revandin aqûbeta wan nediyar e
09:10 42 kes miribûn: Hîn jî li wê rêyê ji bo aşûtê tu tevdîr nehatine girtin
09:10 Ji bo karta 8'ê Adarê gotin 'girtiyan motîve dike' û fezleke amade kirin
09:09 Di dema lêdanê de kamerayên midûriyeta polîsan hatine girtin!
09:08 ‘Heya tecrîd neyê rakirin em ê paş de gav navêjin'
09:08 Nerazîbûna HDP û CHP'ê ya ji bo polîtîkaya asîmlasiyonê ya li Dersimê
09:07 Bozgeyîk: Meaşê kêm li gor telîmatên qesrê tê diyarkirin
09:04 ‘16 hezar ciwan hatin binçavkirin, 5 hezar jê hatin girtin'
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'AN
11/12/2020
20:22 Îro 226 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 Federasyona Şoreşgerên 78’an: Heke em bêdeng bibin wê neyarên gel biaxivin
16:01 TJA’yê rapora tundiya li ser jinan a li bakurê Kurdistanê eşkere kir
15:55 Ciwanên Yekbûyî Meclîsa xwe ya Îzmîrê ava kirin
15:32 Paylan: Wezîr Varank morîkan kom dike
15:17 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Zû tecrîdê bi dawî bikin
15:07 Li pêş Wezareta Tenduristiyê bang kirin: Kes qêrîna me na bîhîze
14:53 ‘Berpirsiyarî desthilatdariye’
14:32 ‘Ji bo cîhanek azad û wekhev em ê têbikoşin’
14:01 Saîp: Xebatkarên tenduristiyê bi neheqiyê re rûbirû ne
13:54 3 salin DNA diyar e lê cenaze nadin malbatê
13:28 Berdan Ozturk: Pirsgirika kurd bi çekan çareser nabe
13:10 YE'ê danekirinên li dijî Tirkiyeyê zêde kir
13:09 Aydenîz bi hinceta KHK'ê bi 'endamtiya rêxistinê' hat sûcdarkirin
12:47 Gunay: Daxwaza çareseriyê ya grevên birçîbûnê, daxwaza me ye
12:40 Malbatê cenazeyê Korman piştî 4 mehan girt
12:19 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Parêzer Ozbîngol hat berdan
11:48 Ji bo mijara ambargoya li ser Tirkiyeyê lihevkirin pêk hat
11:47 Danişîna rojnameger Çakmakçi hat taloqkirin
11:07 Karkerê bi ceyranê ve ma jiyana xwe ji dest da
10:56 Tosun ji bo binpêkirina li Sûrê xwest meclîs lêkolîn bike
10:52 Girtiyê nexweş ê 63 salî bi vîrûsa koronayê ket
10:28 TTB: Ji derziyê ku hatine erêkirin fikaran nekin