Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya

  • rojane
  • 09:12 11 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya Cizîrê re 5 sal derbas bûn. Nafiya Kucuk ku di dema qedexeyê de du kurên wê yên xwe li jêrzemînan girtibûn û jiyana xwe ji dest dabûn, behsa wan rojan kir. 

Qedexeyên derketina kolanan ku di 2015'an de dest pê kiribûn û heya sala 2016'an berdewam kiribûn, bandor li mîlyonan kesî kirin. Di dem van qedexeyan de bi taybetî jî jin, ciwan û zarok hedef hatibûn girtin. Hin ji van li ber deriyê malên xwe hatibûn gulebarankirin, hin jê li ber çavên zarokên xwe hatibûn kuştin û hin ji van jî dema li kolanan dilîstin hatibûn gulebarankirin. 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê kanûna 2015'an de qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û ev qedexeye 79 rojan berdewam kiribû. Di ser vê qedexeyê re 5 sal derbas bûn, lê birînên wê hîn jî nekewiyane. Piştî îlankirina qedexeyan taxa Cûdî, Nûr, Sûr û Yafesê bi çekên giran hatibûn bombebarankirin û di jêrzemînan de bi dehan mirov bi saxî hatibûn şewitandin. Di pêvçûn û êrîşên 3 mehan de, pitik,zarok û kal jî di nav de bi giştî 288 kesî jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Dayika Nafiya Kucuk ku di dema qedexeyan de dema ala spî hilgirtibû û ber bi jêrzemînan ve meşiyabû û du kurên wê di jêrzemînan de hatibûn kuştin, behsa wan rojan kir.
 
Di dema qedexeyên derketina kolanan de, du kurên Nafiya Kuçuk di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane. Kuçuk, ji bo ku zarokên xwe rizgar bike bi ala spî ya ku aşitiyê sembolîze dike sê caran ber bi jêrzemînan ve meşiyabû, lê her sê caran jî ji hêla polisan ve hatibû astengkirin. Dayîk Kuçuk wiha qala wan rojan kir: "Ez kesên ku di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan bibîr tinim. Di qedexeyan de 2 zarokên min jî hatin qetil kirin. Kurê min Adil dixebitî û nû zewicîbû. Carekê ji malê derket, got 'Ez ê biçim ser kar' çû û êdî nevegeriya. Pişt re ji me re gotin Adil birîndar bûye. Piştî ku ew birîndar bû, birayê wî Egît jî li pey wî çû. Piştî ku Egît jî çû, êdî agahiyek ji wî jî nehat. Her du jî di jêrzemînên Cizîrê de dorpêçkirî man. Pişt re agahî ji min re hat gotin 'Were kurê te birîndar e bibe.' Ez jî difikirim ku ez ê çawa biçim kurê xwe bînim. Dû re min dît ku ambulansek tê taxê ku jinek pîr bibe nexweşxaneyê. Min ji wan re got, 'Kurê min birîndar e, min heta sûkê bibin.' Pişt re destûr dan û ez jî li ambulansê siwar bûm û bi wan re çûm." 
 
'EM HATINE ZAROKÊN XWE RIZGAR BIKIN' 
 
Kuçuk, diyar kir ku heger destûr bidana dayikan dibû ku wan zarokên xwe xelas bikirana û wiha berdewam kir: "Pişt re ez li ber deriyê şaredariyê peya bûm. Çend dayikên din jî hatibûn şaredariyê. Me got, 'Birîndar li ku ne?' Gotin 'Li taxa Cûdî ne.' Kurê min 9-10 rojan li wir tedawî kirin û pişt re birin jêrzemînê. Yên ku zewicî hemû di heman jêrzemînê de dihatin sekinandin. Me 11 dayikan ala spî ya ku aşitiyê sembolîze dike girt destê xwe û em ber bi jêrzemînê ve meşiyan, lê nehiştin ku em herin. Di roja duyemîn de jî me got, em ê dîsa biçin. Cara duyemîn em 21 dayîk bûn. Lê em ji hêla polîsan ve hatin astengkirin û derdora me hat dorbeçkirin. Me got 'Zarokên me sivîl in, di jêrzemînan de ne, em hatine wan rizgar bikin.' Wan ji me re got, 'Zarokên we terorîst in, me hemû di jêrzemînan de kuştin.' Nasnameya kurê min jî bi min re bû. Min nîşanî wan da û min got 'Ev kurê min e, birîndar e bihêlin ez biçim bînim.' Li gel vê gotinê em binçavkirin. Piştî ku em birin qereqolê li me re cezayê pere birîn û em şandin malê. Em 3-4 caran çûn, lê nehiştin. Wê şevê dengek ji navçeyê hat, me got dinya ser hev du ket. Heta serê sibehê xew neket çavê min. Min wê şevê hîs kir ku her du zarokên min qetil kirine."
 
'KURÊ MIN 89 KÎLO BÛ, ŞEWITANDIN TENÊ 10 KÎLO MABÛ'
 
Dayîk Kuçuk bi lêv kir ku, li dijî hemû dijminahiya dewletê dîsa jî dev ji daxwaziya xwe ya ji bo aşitiyê bernedaye û wiha pê de çû: "Min di televîzyonê de dît ku kurê min Adil şehîd ketiye. Gotin cenazeyî wî li Sîlopiyayê ye. Em rabûn çûn Sîlopiyayê. Em rojekî li benda cenazeyî bûn. Pişt re cenaze dan me. Me cenaze hilgirt û ez û hevjîna Adil li ambulansê siwar bûn. Di noqteya polîsan de em hatin sekinandin. Polisan ji ajokarê ambulansê pirsî got 'Ev cenaze yê kê ye?' Ajokar jî got 'Şehîdê jêrzemînê ye.' Polis kêfxweş bûn û gotin 'Destê me sax be.' Dema ku wan wisa got, kezeba min şewitî. Hevjîna Adil bertek nîşanî vê gotina wan da û got, 'We kezeba me şewitand, xwedê kezeba we jî bişewitîne.' Li gel vê gotinê hevjîna Adil ji erebeyê anîn xwarê û gotin 'Dengê xwe neke em ê te jî bikujin.' Ajokar nehişt ku êrîşî bûka min bikin. Pişt re em hatin û min got, Adilê min li Cizîra Botan xebat kiriye, ez ê Adilê xwe li Cizîra Bota defin bikim. Nehiştin ku ez li Cizîrê defin bikim, min jî ji nêçariya xwe anî Şirnexê defin kir. Çavê kurê min bi kêrê anîbûn derî. Stûyê wî kêr kiribûn. Li ser mirina Adilê min hêj çar roj derbas nebibûn, agahiya mirina Egîdê min jî ji min re hat. Min qîrek wisa da ku erd û asîman hejiyan. Ji bo ku em cenazeyî bistînin me berê xwe da Sîlopyayê. Bedena Egîdê min hemû şewitî bû. Lawê min 89 kîlo bû, ji ber ku şewitîbû 10 kîlo jî nemabû. Min ji dewletê ev qas kişand lê min yek caran jî şer nexwest. Ez ê kesên ku zarokên min qetil kirin tu caran jibîr nekim. Lê ez ê tu caran dev ji daxwaziya ji bo aşitiyê jî bernedim." 
 
'AVAHIYÊN ME LI SER ME HILWEŞANDIN' 
 
Dayîka Safiye Tunc jî yek ji şahîdên serdema qedexeya derketina kolanan e. Dayik Tûnç, tevî hemû zilm û zordariya dewletê terka axa xwe nekiriye û li Cizîre maye. 
 
Dayîk Tûnç, wiha behsa wan rojan kir: "Ez salvegera berxwedana Cizîra Botan pîroz dikim û ji malbêtên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazim. Heta ku em hebin em ê vê komkujiyê jibîr nekin. Em ji ber zilma dewletê ji gundê xwe koçber bûn û em hatin bajêr. Hêdî hêdî aboriya me baş bû û me ji xwe re avahî çêkir. Lê careke din dewleta tirkan em talan kirin. Dîsa top û tangên xwe li ser me barandin. Zarokên me sivîl bûn. Ew hemû zarokên van dayîkan bûn, zarokên vî gelî bûn. Hemû zarokên 11-12 salî bûn. Hemû kirin terorîst û qetil kirin. Bi roketan avahiyên me li ser me hilweşendin. Zarokên me yên ku  mayin jî derûniya wan xera kirin. Xezûrê min seqet bû û 11 sal bûn nedikarî bimeşe. Min got, ez mala xwe û axa xwe terk nakim û naçim." 
 
'AV LI SER ME QUTKIRIN, CEYRAN LI SER ME BIRÎN' 
 
Dayik Tûnç, bilêv kir ku dema ku wan dixwest cenazeyê xwe di kolanê de bigirin ji hêla polîsan ve hatin gulebarankirin û wiha got: "Lê tu kes li taxê nema û min ji nêçariya xwe xezûrê xwe bi wî halî kir pişta xwe û ji taxê derxist. Av li ser me de qutkirin, ceyran li ser me birîn. Em 4 malbat, di malekî de diman. Nan nebû em bixwin, av nebû em vexwin. Li dijî van zordariyan tevan me got, em naçin. Em 30 mirov di malekî de diman. Şevekê pismamê min got, ez ê derkevim. Min kir û nekir nema û ji malê derket çû. Di wê şevê de pêvçûn derket. Erd û asîman bi ser me de hilweşiyan. 3 rojan cenazeyê pismamê min li kolanê, di nav avê û heriyê de ma. Me kir û nekir dewletê destûr neda ku em cenazeyê xwe bistînin. Em ketin nav hewldanan ku cenaze bistînin. Em çûn, em li cenaze geriyan û me dît. Hêj em neketin li ser cadeyê wekî toviyên teyrokê li me gule reşandin. Di wê encamê de 11 birîndarê me çêbûn. Me bang li ambulansê kir nehat. Pişt re ji me re tenê ambulansek şandin. Ji 8 birindaran re ambulanseyek tenê şandin. Di wê guleberanê de kurê min jî birîndar bû. Min xwe gihand kurê xwe. Me rê nedît ku em biçin. Ji her hêlê ve li me gule barandin. Em 20 kes bûn û me xwe avêt jêrzemînekî. Em jehrî kirin. Pişt re me xwe xelas kir û em gihîştin şaredariyê. Kesên ku birindar bûn jî hemû binçav kirin." 
 
'TU KES BI HAWARA CIZÎRÊ DE NEHAT' 
 
Dayika Safiye, diyar kir ku tu kes bi hawara Cizîrê de nehat û li dijî komkujiyê her kesî xwe bêdeng kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me kir hawar kesî dengê me nebihîst. Ji ber ku em kurd bûn, em terkî mirinê kirin. 5 sal di ser re derbas bûn, lê birînên me wekî duh zindî ne. Ez ê çawa jibîr bikim? Em nikarin di kolanan Cizîrê de bigerin. Ji ber ku em dizanin ku hestiyên zarokên me di bin van betonan de hatine veşartin. Me zarokên Cizîrê rizgar nekirin, lê wan bi berxwedana xwe mirovahî rizgar kir. Li dijî hemû zilm û zordestiya dewletê em dîsa jî dibêjin aşitî. Em kuştinê naxwazin, em xwînê naxwazin. Em ji tu kesî re mirin naxwazin. Bila êdî bes kezeba dayîkan bişewite. Lê bila dinya alem bizanibe ku em ê tu carî komkujiya Cizîra Botan jibîr nekin."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

11/12/2020
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da