Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne

  • rojane
  • 09:08 11 Kanûn 2020
  • |
img

DERSIM  - Li Dersimê Yasemîn Soylemez ku gava kreşên aydê Cemaeta Fethullah Gulen li bajêr bûn zaroka xwe neşandiye kreşên cemaetê, bang li malbatên elewî kirin ku niha zarokên wan di nav nahpikên kreşên cemaetan de ne û destnîşan kir ku ji bo paşê poşman nebin, bila zarokên xwe ji nav destên cemaetan derxin. 

Li Dersimê ev çend salên dawî de hin cemaetên ku îqtidar piştgiriya wan dike û dixwazin elewiyan asîmle bikin, di nav liv û tevgerê de ne. Ev cemaet bi weqf, komele, dibistan, zanîngeh, kreş û saziyên alîkariyê tevdigerin. Jixwe rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr, di raporên xwe de bal dikişînin ser vê xetereyê. Şêniyên bajêr bibîr xistin ku li bajêr Cemaeta Fethullah Gulen, polîtîkayeke asîmlasiyonê berbelav dikir û niha jî bi hin nav û xebatên cuda hemen polîtîka tê kirin. Hat diyarkirin ku hin cemaetên li bajêr li gor gotinên Gulenî ku ji bo Dersimê gotibû "Ew, ji misilmaniyê dûr ketine, xwedî baweriyeke sapix in. Qizilbaşên Dersimê ji roja roj de ji bo dewleta me bûne pirsgirêk. Lewma divê em wan veguherînin û daxilî nav îslamê bikin" tevdigerin. Di çarçoveya van xebatan de di sala 1996'an de komek ji Enqereyê hatibû Dersimê û hewl dabû zarokên kesên xizan bigirin cem xwe û bêheq bidin xwendin. Yek ji kesên ku li dijî vê yekê rabûbû jî Yasemîn Soylemez e. Soylemez, wê çaxê zaroka xwe neşandiye van kreş û dibistanan. Soylemez, bang li malbatên elewî kir ku nehêlin zarokên wan daxilî nav cemaetan bibin. 
 
‘JI ENQEREYÊ HATIN KREŞ VEKIRIN' 
 
Soylemez, bibîr xist ku wê demê çend kesên biqatlix hatibûn bajêr û got: "Gotin, ew ê ji bo zarokan kreşê çêbikin, wan belaş bidin xwendin û wan bikin xwedî kar û bar. Digotin 'Armanca me em bêpere pêşeroja zarokên malbatên feqîr mîsoger bikin. Hûn zarokên xwe teslîmî me bikin, em wan bidin xwendin.' Ev ji bo kesên hay ji vê yekê tune bûn, pêşniyarek baş bû. Ez û hevjînê xwe nexebitiyana jî, me zarokê xwe teslîmî wan nedikir. Zaroka min hîn salî û nîvî bû. Gotin, tişt nabe di vî temenî de jî dikarin bibin kreşê. Lê belê min û hevjînê xwe ev yek qebûl nekir." 
 
‘ME DIZANIBÛ LÎSTOK E' 
 
Soylemez ku got "Me dizanibû ev lîstok e" anî ziman ku wê çaxê cemaetan xwe bera Dersimê dabû. Soylemez, diyar kir ku di bin navê perwerdehiya bêheq de, polîtîkayên asîmlasiyonê dikirin û got: "Lê belê cardin jî hin malbatan zarokên xwe radestî wan kirin. Ên zarokên xwe radestî wan kirin, bîra vî tiştî endibûn. Lê belê dev ji xwendinê berde, dixwestin zarokan li gor polîtîkayên xwe mezin bikin. Polîtîkaya wan ew bû ku fikir, bawerî û çanda civakê biguherînin. Hinekî bi ser ketin. Malbatên wê çaxê zarokên xwe şandinê kreşan, piştî dibistanên FETO'yê hatin girtin hay ji rastiyê çêbûn û poşman bûn. Piştî lê hay bûn, nehiştin zarokên wan biçin diistanên wan. Hevalek min, guherîna di zaroka xwe de ferq kiribû. Digoti 'Ê min piştî salekê ji dibistanê hat malê. Tim diket odeya xwe. Gav serçavê xwe dişûşt, di ber xwe de tiştind igotin. Ez heyr mam. Gava min jê pirsî, got nikare bibêje, heger bibêje dê şeytan bi wan vede, dê dê û bavên wî bimirin. Paşê pê hesiyam ku me tiştek rast nekiriye û me zarokê xwe hew şand.'" 
 
HEMAN RÊBAZ 
 
Soylemez, bilêv kir ku niha jî bi heman rê û rêbazan bajêr tê asîmlekirin û got: "Heger mirovek bi çanda xwe û baweriya xwe zanibe, dê nekeve nav van şaşiyan. Gava mirov hay ji rastiya jiyana xwe hebe, nahêle tiştên wiha bibin. Belê, îro li Dersimê guherîn û veguherîn heye. Xwezî tiştine baş bûna. Mixabin dewlet li vê derê ne rasterast, lê bi awayekî neyekser serî li van rêyan dide. Divê em hay ji vê hebin. Ji roja ku Dersim çêbûye heya niha, dewlet ji bo tunekirina wê her tişt kiriye. Wekî enjektrorekê dilop dilop tê kirin. Ev gel divê hişyar bibe. Div hay i van tiştan hebe û nehêle kes bi nirxên wê bilîze û bersiva dewletê bide." 
 
MA / Ayşe Surme 

Sernavên din

11/12/2020
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da