Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in

  • rojane
  • 09:33 8 Kanûn 2020
  • |
img

DERSIM - Şêniyên Dersimê bertek nîşanî birêvebirina rêxistinkirina di bin navê komele û weqfan tê de tê kirin da û diyar kirin ku polîtîkaya yek ziman, yek bawer, yek al tê birêvebirin û gotin: “Em ê li dijî pişaftinê bawerî û çanda xwe biparêzin.”

 
Li Dersimê bawerî, çand, nasname û xwezaya xelkê ji damezranina Komarê vir ve bi polîtîkayên cihêkarî û zextan re rûbirû maye. Di demên dawî de jî li ser baweriya elewîtiyê polîtîkaya pişaftinê tê birêvebirin. Saziyên wek Komeleya Xizmeta Perwerde û Çandê ya Mûnzûrê (Suleymanî), Komeleya Alîkariya Perwerde, Çand û Civakî ya Ehlibeyt (Terîqata Menzîlê), Weqfa Ensarê ya Şaxa Dersimê, Weqfa Yekîtiyê ya Şaxa Dersimê, Cemiyeta Îlîm Yayma ya Şaxa Dersimê, Tugva ya Nûnertiya Dersimê, Komeleya Tevgera Bekaya Millî û gelek sazî û dezgehên din di demên dawî li Dersimê xebata rêxistinakirina xwe leztir kirine. Van komele û weqfên ku alîkariya madî ji dewletê distîne bi rêbazên cemata Fethullah Gulen rêxistinê ji xwe re esas digirin. Van saziyên girêdayî tarîqatan bi rêya dibistanên taybet, derxane û alîkariyan xebatê birêve dibin.
 
Welatiyên Dersimê nerazîbûn nîşanî rêxistinkirina van komele û weqfan dan û diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên pişaftin ku tê xwestin were belavkirin wê çand û baweriya xwe biparêz in.
 
BANGA HIŞYARIYÊ KIR
 
Hidir Gundogan diyar kir ku bi salane li ser ziman, çand, baweriya Dersimê polîtîkayek taybet tê birêvebirin û got: “Bi salane ev polîtîka tê birêvebirin, bi ser neketiye. Lê nayê wê maneyê ku wê bandor xwe nîşan nede. Li ser mercên aborî xebat tên birêvebirin. Di demên dawî de zext û êrişên li ser çand, bawerî û xwezaya me zêde bûye. Pêwîste gelê me li dijî van polîtîkayan hişyar be.”
 
‘EM XWEDÎ LI ELEWÎTIYÊ DERKEVIN’
 
Aşkin Aylû jî bal kişand ser rêxistinkirina sazî û dezgehên bi destê dewletê li Dersimê dixebitin û got: “Dewlet ji roja ava bûye heta îro li ser çand, bawerî, ziman û xwezaya Dersimê polîtîkayên pişaftinê birêve biriye û îro jî van birêve dibe. Di salên dawî de jî ev komele, weqf û terîqat bi desteka AKP’ê xwe li Dersimê birêxistin dikin. Heke em li dijî vê dernekevin wê heta çend salan polîtîkayên wan bikevin meriyetê û xelkê me asimile bikin. Pêwîste sazî û dezgehên Dersimê û xelkê me li dijî van polîtîkayan hişyar be û rê nede kirinên dewletê.”
 
‘ME ÇANDA KESÎ ASÎMILE NEKIR’
 
Ji şêniyan Selvî Yildiz jî destnîşan kir ku weqf û cemaetên li Dersimê dixwazin bawerî û çanda wan tune bikin û got: “Me kesî asîmile nekiriye. Me çanda kesî biçûk nexistiye. Me her tim çand û mafên xwe parast û me çanda xwe birêve bir. Ev cemaet çand û baweriya me biçûk dixînin. Em ê çand û baweriya xwe biparêz in û wê xelkê Dersimê rê nede vê yekê.”
 
‘POLÎTÎKAYA YEK FERASETÊ’
 
Ûlaş Berk jî destnîşan kir ku tê xwestin baweriya Elewîtiyê di çarçoveya daxwaza van cemaet û weqfan de were guhertin û got: “Li Dersimê niha polîtîkaya yek ziman, yek bawerî û yek al tê birêvebirin. Ev weqf û cemaet xwe pir li Zanîngehê jî birêxistin dikin û ciwanan dikin armanca xwe. Lê wê gelê Dersimê destûr nede van kirinên terîqatan.”
 
‘EM BIBIN YEK’
 
Fûnda Tûfan jî anî ziman ku pêwîste li dijî van cemaet û weqfên dixwazin baweriya elewîtiyê biguherînin xelkê Dersimê xwe bikin yek û got: “Heke me xwe nekin yek, wê xwe li vir birêxistin û pergal bikin. Em van naxwazin. Bila gelê Dersimê ji bo mirovahî, yekîtî û bihevrebûnê were cem he. Em çand û baweriya xwe ji vê tirsê biparêz in.”
 
‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’
 
Meral Sabûn jî destnîşan kir ku tu wateya elewîtiyek nû ya ku tê xwestin biafirînin nîne û got: “Em xelkê Dersimê girêdayî çand û baweriya xwe ne. Wê xelkê me bi van cemaet û terîqatan nexapin. Çiqas zext û polîtîkaya pişaftinê were kirin jî lê wê xelkê me xwedî li nirxên xwe derkeve. Dema em li dîroka xwe dinêrin mînakên vê yekê li holê ne. Divê însanên me vê bibînin û li gorî wê tevger bikin.”
 
MA / Ayşe Surme
 

Sernavên din

08/12/2020
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê
16:49 Li Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya
16:11 Li Wanê 7 girtî di greva birçîbûnê de ne
15:51 8 sal cezayê girtîgehê li cîgirê berê yê şaredarê Wêranşarê hat birîn
15:04 Li Bedlîsê qezaya trafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn
14:54 Derket holê ku bi kincan hatiye definkirin
14:39 Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:26 Muamele xerab li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin
12:33 Înîsiyatîfê xwest girtiyên nexweş ên giran Demîr û Kiliç bên berdan
12:22 Li gel belgenameya ‘hatiye binçavkirin” jî 23 sal in winda ye
11:59 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, mûameleya xirab
11:59 Operasyona leşkerî ya li Bedlîsê didome
11:03 Malpera Jinnewsê hat astengkirin
09:37 ‘Ji ber bêstatûbûyînê mafê penaberan tê binpêkirin'
09:15 DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû
09:14 Biryara AYM'ê ya derbarê kamerayên li girtîgehan hatine bicihkirin: Binpêkirina mafan e
09:13 Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn
09:13 Dayikên Aştiyê: Em vê tecrîdê qebûl nakin!
09:12 Dadgeha Bilind cezayê wî xera kir, lê belê hîn jî di girtîgehê de ye
09:11 Bavê girtiyê nexweş Tûran: Kesekî ku nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe dê çawa ji bo civakê talûke be
09:10 Li Amedê hejmara duçerxeyan zêde dibe, lê rêyên wan tên dagirkirin