Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin

  • rojane
  • 22:41 7 Kanûn 2020
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îro jî li gelek bajar û navçeyên Kurdistana Federe gel ji ber nedana mûçeyan û qeyrana aborî daket qadan. Hat ragihandin ku di xwepêşandanan de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
 
Li Herêma Kurdistana Federe ev demeke mûçeyên mamoste û karmendan nayê dayîn û qeyraneke aborî heye. Ji ber ku rêveberiya herêmê ya piraniya wê di destê PDK'ê de ye, nikare meseleya navbirî ya ku her diçe kûr dibe çareser bike, li gelek bajar û navçeyên herêmê gel daketiya kuçe û kolanan û xwepêşandanan li dar dixe. Di xwepêşandanan de parêzvanên baregeha PDK'ê jî êrîşê dibin ser xwepêşanderan. Li gor nûçeyên ku RojNewsê parve kirine, di xwepêşandanan de 2 ciwan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
 
LI KELARÊ XWEPÊŞANDAN 
 
Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê welatî li dijî nedana muçe û qeyrana aborî daketin qadan. Welatiyan baregeha Tevgera Goran dan ber keviran. Hêzên ewlehiyê jî gule bi ser welatiyan de reşandin.
 
Welatî li ber Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şidetê ya Germiyanê kombûn û piştre ber bi baregeha Tevgera Goran ve meşiyan. Welatiyan baregeha Goran dan ber keviran û li ser cadeyan agir pêxistin. Xwepêşandana li navçeyê didome û hêzên ewlehiyê jî bi berdana çekan hewil didin xwepêşandanê belav bikin.
 
LI DERBENDÎXANÊ KESEK BIRÎNDAR BÛ
 
Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyeyê jî di xwepêşandanê de welatiyan avahiya qeymeqamtiyê û baregeha Tevgera Goran şewitandin. Di encama gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê de jî xwepêşanderek birîndar bû. Her wiha hat diyarkirin ku piştî şewitandina avahiya qeymeqamtiyê û baregeha Tevgera Goranê xwepêşandana berê xwe daye baregeha YNK û PDK'ê û parêzvanên her du baregehan jî gule li xwepêşanderan reşandiye.
 
Li gorî zanyariyên bi dest ketin, li ber baregeha PDK’ê ya Derbendîxanê parêzvanên baregehê xwepêşanderek birîndar kirine û wî rakirine nexweşxaneyê. 
 
LI KIFRIYÊ CIWANEK HAT KUŞTIN
 
Di saetên şevê de welatiyên bajaroka Kifrî ya Germiyanê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşanderan baregeha YNK’ê ya bajarokê şewitandin û ber bi baregehên hizbên din ve meşiyan. 
 
Di dema şewitandina baregeha YNK’ê de, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de ciwanek bi navê Ako Selman ê temen 17 salî bi giranî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da. Her wiha xwepêşander berê xwe dane baregehên PDK û Tevgera Goranê jî. 
 
LI ÇEMÇEMALÊ CIWANEKÎ 16 SALÎ HAT KUŞTIN
 
Li xwepêşandana li navçeya Çemçemalê de ciwanek 16 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
 
Berdevkê Tendirustiya Çemçemalê Dixtor Şerîf, ragihand ku di xwepêşandana Çemçemalê de ciwanekî 16 salî hatiye kuştin û 2 kes jî birîndar bûne. Li gorî zanyariyên bi dest ketin ciwanê jiyana xwe ji dest daye, navê wî Adem Yehya ye û ji aliyê parêzvanên Şaxa 19’an a PDK’ê ve hatiye kuştin.
 
LI SEYÎDSADIQÊ AVAHIYA QEYMEQAMTIYÊ HAT ŞEWITANDIN
 
Xwepêşanderan li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê avahiya qeymeqamtiyê, navenda polîsan û tevayî baregehên hizbî şewitandin. Her wiha gelek avahiyên hikûmî û hizbî jî hatine valekirin. Li gorî zanyariyan, li avahiya qeymeqamtiya navçeyê polîsek jî birîndar bûye. 
 
Xwepêşandanên li gelek bajar, navçe û bajarokên herêmê didomin.
 

Sernavên din

08/12/2020
13:24 HDP, têkildarî amûrên guhdarkirinê yên li avahiya bajêr hatin dîtin wê gilî bike
13:23 Dadgehê 49 sal ceza li kesê dest dirêjî 3 zarokan kir birî
12:56 ‘Dixwazin bi raporê qeyûman rewa nîşan bidin’
12:12 Lêpirsîna avahiya li Kartalê hilweşiya temam bû
12:01 HDK: Tecrîda civakê û tecrîda Îmraliyê girêdayî hev in
11:51 Daxwaza serbest berdana girtiyê nexweşê giran Tûran red kirin
11:29 Başaran: Îqtîdar dixwaze ser bûyera Kercewsê bigire
11:09 Ji bo Hatayê pêşniyara 3 hefte girtinê
10:58 Di polîtikaya penaberan de dirûtiya NY'ê
10:46 Li Hatayê hemû servîs veguherîn lênêrîna awarte
09:33 Şêniyên Dersimê: Em ê bawerî û çanda xwe ji asîmilekirinê biparêz in
09:04 Bi hinceta 'dê çalakiyê li dar bixe' hat binçavkirin, lê ji ber 'heqaretê' ceza lê birîn
09:04 Dayikên ku ji bo yekîtiyê kitanên xwe danîn holê: Êdî bes e
09:04 Parêzvanên mafan: Em bibin dengê grevên birçîbûnê
09:04 Di bûyera kuştina bav û keçê de çeka cerdevanan hatiye şixulandin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'AN
07/12/2020
22:41 Li Başûrê Kurdistanê di xwepêşandanan de 2 kes mirin
20:40 Li Şakranê koma duyem greva birçîbûnê dewr girt
19:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber şewbê mirin bû 15 hezar û 103
18:08 Guven: Em ê bi yêkitiyê lîstokên Osmaniyan pûç bikin
16:59 Li Girtîgeha Amedê koma 3’yemîn grevê dewr girt
16:41 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:40 Wê TTB hevpîşeyen xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bîne
16:31 ‘Ji bo şopên îşkenceyê baş bibin karûbarê edlî dereng tê kirin’
16:21 ÎKK’ya TMMOB’ê ya Amedê: Daraz di bin kontrola desthilatê de ye
16:13 Li Mûglayê jinek hat qetilkirin
16:06 Li Eskîşehîrê bi ser qawişa girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê de girtin
15:39 Li Êlihê dayika sê zarokan Menîce Îş hat girtin
15:23 Ji rêxistinkirina terîqetan re bertek: Gelê Dersîmê wê serî netewîne
15:22 Ji daxuyaniya li dijî destdirêjiyê re astengî: Rojnameger hatin dûrxistin
15:06 Kampanya qerta piştevaniya bi girtiyan re
14:13 DÎB: Îqtîdar di derewan de sînoran nas nake
14:11 Li Meclisê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:47 Wêzîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji bo Tirkiyeyê em ê danêkirinan binirxinîn
13:21 Ûca: Gelo çima nûçeyên tecawîzê hatin qedexekirin?
13:18 408 girtî ji Sêrtê sewqî Êlihê hatin kirin
13:12 Ji ber dubarebûnê doza Rojnameger Parlak red bû
13:03 Jinan li Êlihê bang kirin: Em ê destûra niximandina bûyerê nedin
12:53 Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an: Em zêdetir bi biryarin
12:23 Du karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
12:04 Li Girtîgeha Gebzeyê binpêkirinên mafan zêde dibin
12:03 Li Şengalê meşa piştgiriya asayîşê destpê kir
11:42 Ji rayedaran daxuyaniya Kercewsê: Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê
11:10 Koma sêyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
10:58 Hevdîtinên butçeya 2021’an dest pê dikin
09:51 Hêzên Îranê kolberê bavê 3 zarokan kuştin
09:24 Nûçeya destdirêjiya li Kercewsê hat astengkirin
09:08 HDP’ê ser û guhê kampa penaberên Sûriyê da hev
09:08 Misircî newêrin biçin Nexweşxaneya Dewletê!
09:07 Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e
09:07 ‘Êdî bes e ji zilma VEDAŞ’ê re’
09:06 Di ser hilweşandina Goristana Xerzanê de sê sal derbas bûn: Dest ji vê zilmê berdin
09:04 Erdemol: Ji YE biryara danekirinê derkeve wê Tirkiye gelek tiştan winda bike
09:04 Karkerên Atlas Globalê ji bo mafê xwe di çalakiyê de ne
09:04 Di pandemiyê de penabertî zehmet e
09:04 Roportaj dayîn jî, kirin sedema girtinê
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2020'AN
06/12/2020
19:28 Li Tirkiyê 195 kesên din jî mirin
18:30 Girtiyên li Duzceyê bang li raya giştî kirin
17:45 Li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê operasyona eskerî
16:59 Polîsan zarokek bi lêdanê binçav kirin
16:49 3 karkerên dibin qalibên betonê de man birîndar bûn
15:56 Ligel ku şer bi dawî bû jî, nobeta alê dewam dike
14:59 Zarokek serdevkî avêtin erdê, destê wî paşve kelepçekirî binçav kirin
14:25 Pitika di nava zeviya şewitî de ma, jiyana xwe ji dest da
12:28 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Em xwedî berxwedana girtiyan derkevin
11:43 Li Amedê xebatkareke din ê tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:07 Bavê du girtiyan: Berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin daxwazên wan qebûl bikin
09:07 Du hefte ye haya wê ji hevjînê wê yê bi Covîd-19'ê ketiye tune ye
09:06 Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê: Tevdîreke giştî ya ji bo 14 rojan divê
09:05 Li Dersimê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe
09:05 ‘Cîhatê min li Sûrê çû, lê Cîhat Bager çêbû'
09:03 Qedexe ji bo wan birçîbûnî ye
09:01 Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li azadiya civakê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2020'AN
05/12/2020
21:10 Sebahat Tûncel jî dê dest bi greva birçîbûnê bike
19:39 196 kes mirin, 31 hezar û 896 kes jî pê ketin
19:00 Girtiyên di gerva birçîbûnê de ji bo 'têkoşîna bi hev re' bang kirin
17:10 Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin
17:08 Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê
16:49 Li Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya
16:11 Li Wanê 7 girtî di greva birçîbûnê de ne
15:51 8 sal cezayê girtîgehê li cîgirê berê yê şaredarê Wêranşarê hat birîn
15:04 Li Bedlîsê qezaya trafîqê: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn
14:54 Derket holê ku bi kincan hatiye definkirin
14:39 Dayikên Şemiyê xwestin faîlên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:26 Muamele xerab li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin
12:33 Înîsiyatîfê xwest girtiyên nexweş ên giran Demîr û Kiliç bên berdan
12:22 Li gel belgenameya ‘hatiye binçavkirin” jî 23 sal in winda ye
11:59 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, mûameleya xirab
11:59 Operasyona leşkerî ya li Bedlîsê didome
11:03 Malpera Jinnewsê hat astengkirin
09:37 ‘Ji ber bêstatûbûyînê mafê penaberan tê binpêkirin'
09:15 DEDAŞ'ê ceryan qut kir, berdarî û hilberîn kêm bû
09:14 Biryara AYM'ê ya derbarê kamerayên li girtîgehan hatine bicihkirin: Binpêkirina mafan e
09:13 Berdevkê ÎSÎG'ê Guven: Bi pandemiyê re cinayetên kar zêde bûn
09:13 Dayikên Aştiyê: Em vê tecrîdê qebûl nakin!
09:12 Dadgeha Bilind cezayê wî xera kir, lê belê hîn jî di girtîgehê de ye
09:11 Bavê girtiyê nexweş Tûran: Kesekî ku nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe dê çawa ji bo civakê talûke be
09:10 Li Amedê hejmara duçerxeyan zêde dibe, lê rêyên wan tên dagirkirin