MERSÎN – Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê, ji ber 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan bi armanca piştevaniya bi girtiyan re kampanya qertan da destpêkirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê, di çarçoveya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan de ji girtiyan re qert şand. Serokê Şaxê Hakki Demîr, destnîşan kir ku bi armanca piştevaniya bi girtiyan re kampanya qertan da destpêkirin û heta 10’ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan kesên bên komeleya wan dikarin qert û nameyan binivisînin û ji girtiyan re bişînin.