COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê ragihand ku ji bo dema 15 rojan carek din li navenda bajêr Û navçeyan daxuyanî, çalakî û şahî hatine qedexekirin.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ji bo dema 15 rojan daxuyanî, çalaki û şahiyên li navenda bajêr û navçeyên bajêr hatine qedexekirin. Walîtiyê ji bo qedexeyê spart “Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan a jimara 2911’an” û dê qedexe îşev saet li 00:01’an roja 2’yê kanûnê dest pê bike û heta 16’ê kanûnê bidome.