ENQERE - Parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkûn, rewşa girtiyên nexweş bir rojava Meclîsê û pirsa "Ligel rapora ATK'ê dayî girtiyên nexweş, gelo çima nayin berdan û çend girtî û hikumxarên wiha di vê rewşê de ne" kir.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Şevîn Coşkûn, rewşa girtiyên nexweşên giran bir rojeva Meclîsê. Coşkûn, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne, pêşniyar pirs da Meclîsê û diyar kir ku desthilatdarî naxwaze kiryarên binpêkirina mafan ên li girtîgehan tên jiyîn çareser bike.
Coşkûn, di pêşniyar pirsa da de wiha got: "Ji girtiyên nexweş, Bedrî Çakmak ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne û Abdullah Tûran ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dimîne, ligel ku Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora 'nikarin di girtîgehê de bimînin' jî daye wan, nayin berdan. Di heman demê de Ramazan Dûrmaz ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê tê girtin jî, gurçikên wî îflas kirin û her diçe rewşa wî giran dibe."
Coşkûn hev pirs ji Wezîr Gul kirin :
" *Ligel rapora ATK'ê daye girtiyên nexweş, gelo çima nayin berdan?
* Çend girtî û hikumxarên wiha di vê rewşê de ne?
* Gelo agahiya we ji rewşa girtiyên nexweş Bedrî Çakmak, Abdullah Tûran û Ramazan Dûrmaz heye?"