Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire

  • rojane
  • 11:27 1 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, dê sibê koma ewil grevê dewrî koma duyemîn bike.
 
Li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê piştî salek û nîv dîsa çalakiyên greva birçîbûnê di rojevê de ne. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên cuda tên ragirtin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinan mafan ên li girtîgehan diqewimin di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dan destpêkirin.
 
Piştî ku pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de ji aliyê AKP’ê ve hat qedandin, hevdîtin û têkiliya bi Ocalan û sê girtiyên li gel wî re hatin qûtkirin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bû pêşengê vê çalakiyê ku li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiyê û dinyayê belav bû. Bi hezaran girtî piştgirî dan çalakiya Guven û van hevdîtinan kir ku parêzer Newroz Ûysal û Rêzan Sarica 5 caran bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Herî dawî parêzer di 7’ê Tebaxa 2019’an de çûn hevdîtinê û ji wê rojê şûn ve destûra parêzeran nayê dayîn.
 
Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 3’ê Adara 2020’an de çû Îmraliyê û hevdîtinek rûbirû kir. Di 27’ê Nîsana 2020’an de ji ber nexweşîna vîrûsa koronayê piştî 21 salan cara yekem Ocalan mafê telefonê bikar anî û telefonî malbata xwe kir.
 
Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê kom bi kom bi dema 5 rojan bêdawî û dorveger vê çalakiyê birêve dibe. Çalakî li gelek girtîgehên cuda dest pê kir û dê sibê koma duyemîn çalakiyê ji koma ewil dewr bigire.
 
Ji ber vîrûsa koronayê ku ku parêzer û malbat nikarin biçin hevdîtinan nayê zanîn li kîjan girtîgehan û çend girtiyan dest bi çalakiyê kiriye.
 
Li hin girtîgehan navê girtiyên di koma ewil de cih girtin wiha ne:
 
Li Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsûnê ya Tîpa M Huseyîn Koç, li Girtîgeha Rihayê Tîpa T Erkan Bayrak, li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind Îhsan Bûlût û Muzaffer Acû, li Girtîgeha Bakirkoyê ya Tîpa L, Lorîn Înanç, li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’an Mehmet Askerû Dûman, Li girtîgeha Sîncana Enqereyê Saadet Akin, Necla Yildiz û Arjin Yuksekbag, li Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F Mehmet Emîn Urper, Şukru Çîçek, Sabah Dayan û Serhat Çagli, li Girtîgeha Jinan a Tarsûsa Mêrsînê ya Tîpa T Nûrcan Aslan, Hatîce Kaymak û Fatma Bese, li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F Sertaç Kiliçarslan, Ozan Alpkaya û Abdullah Gunay, li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an Tîpa F Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel û Seher Orûç.

Sernavên din

02/12/2020
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan