Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê

  • rojane
  • 09:04 30 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremûs, naveroka hevdîtinên ku li Herêma Kurdistanê pêk tînin nirxand û got: "Xelkê başûr bi tu awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Em bihêvî ne ku wê encamek erênî ji van hevdîtinên me derkevin." 

 
Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de di 9'ê cotmehê de li ser Şengalê peymanekê îmze kirin. Ev peyman weke nenaskirina vîna gelê êzidî tê pênasekirin. Rageşiya ku ji ber vê yekê li Herêma Kurdistanê dest pê kiribû, berdewam dike. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), bi cihkirina pêşmergeyan a li herêmên mîna Garê û Metîna, vê rageşiyê derxist asta herî jor. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber vê rageşiya ku her diçe bilindtir dibe bi awayekî lezgîn li hev civiya û Maseya Krîzê ava kir. Şandeya KNK'ê ku banga diyalogê li aliyan kir, ji bo ku pêşî li rageşiya ku PDK dixwaze mezin bike bigire, hevdîtinên girîng bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistanê re pêk tîne. 
 
'DIVÊ GELÊ ŞENGALÊ BÊ GUHDARKIRIN'
 
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs ku di şandeya KNK'ê de cih digire, derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ehmed Qeremûs, diyar kir ku weke KNK helwesta wan a li dijî peymana navborî aşkera ye û wiha got: “Weke prensîb em ne li dijî peymanên ji bo çareseriya pirsgirêk û ewlekariya Şengalê ne. Ev peyman tenê di navbera du aliyan de hatiye îmzekirin. Gere her du alî bi gel û nûnerên Şengalê re bihatina gel hev û pêwistî û daxwazên wan guhdar bikirina. Wê demê tu kes li dijî vê peymanê dernediket. Lê belê rewş ne wisa ye û peymaneke beyî vîna êzidiyan hatiye îmzekirin. Eger peyman tenê di asta ewlekariyê û tasfiyekirina hêzên parastina Şengalê de be, bêgûman ew peyman wê tu çareseriyê bi xwe re neyne û dê pêşiya aloziyan veke." 
 
'EV PEYMANE WÊ PIRSGIRÊKÊN HEYÎ MEZIN BIKE' 
 
Qeremûs, xwest ku peymanê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin û ev pêşniyar kirin: “Em dixwazin vîn, daxwaz û pêwîstiyên xelkê Şengalê, li ber çavan bên girtin. Divê xelkê Şengalê jî di nava vê peyman û çareseriyê de cih bigire. Berevajiyê vê wê ev peyman tu çareseriyê bi xwe re neyne û bibe sedema gengeşiyên mezintirîn. Dê pirsgirêkên heyî mezintir bike. Em bihêvî ne ku aliyên ev peyman îmze kirine dê careke din daxwaz û vîna gelê Şengalê li ber çavan bigirin û çareseriyekê biafirînin.”
 
'EM LI BENDA ENCAMÊN ERÊNÎ NE'
 
Di berdewamê de Qeremûs, bal kişand ser naveroka hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku peymane ne li gorî berjewendiyên gelê kurd e, hêzên dagirker piştgiriya peymanê dikin. Şandeya me nêzî heftiyekê ye li başûrê Kurdistanê ye û ji bo çareserkirina aloziya di navbera her dû aliyan de hevdîtinan dike. Hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî, olî û akademîsyenan re didomin. Daxwaza KNK'ê ew e ku ev alozî ne bi şer bê çareserkirin. Pêşniyar û daxwaza me ew e ku ev alozî bi rûniştina her du aliyan û bi diyalogê bê çareserkirin. Eger ev pêk neyê û di navbera hêzên pêşmerge û hêzên parastina Şengalê de pêvçûn derbikevin wê xesareke gelek mezin derkeve pêşiya me. Di vê pêvçûnê de jî wê berjewendiyên gelê kurd tune bibin. Wê mal wêranî û zirareke gelek mezin bi xwe re bîne.”
 
'TIRKIYE DIXWAZE DAGIR BIKE'
 
Di dawiya axaftina xwe de Qeremûs, ji bo hebûna hêzên Tirkiyeyê yên li herêmê jî ev hişyarî kirin: "Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike û statûya gelê kurd ji holê rabike. Dewleta tirk ne tenê li  başûrê Kurdistanê, hewl dide li  her deverê êrişî statû û berjewendiyên gelê kurd bike. Ji berk u di kar û xebatên me de gelê başûr bi me re ye, em bihêvî ne. Em ê bi riya muzakere û diyalogê; şewazên çareseriyê û hêzeke xurt ava bikin. Xelkê başûr bi tu awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Ji bo çareserkirina vê aloziyê, çi ji destê me bê em ê bikin. Di vî warî de kar û xebatên me didomin. Em bi hêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê.”
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

02/12/2020
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan