NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hikûmeta Iraqê û Hikûmeta PDK'ê li ser Şengalê peyman îmze kirin, ciwanên Êzidî li dijî êrîşên li ser Şengalê dest bi nobetê kiribûn. Nobeta ciwanan di roja 3'an de berdewam dike.
Hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 9'ê Cotmehê de li ser Şengalê peyman îmze kiribûn. Bertek û nerasibûnên li dijî vê yekê didomin. Piştî peymanê heta niha li dora Şengal û derdorê wê zêdeyî 8 esker û pêşmerge bi cih kirin. Piştî sewqîyata eskerî ciwanên Şengalê dest bi nobetê kirin. Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Ciwanên Êzidî di 26'ê Mijdarê de li Çiyayê Şengalê çadir vekirin û dest bi nobetê kirin. Çalakiya nobeta ciwanan di roja 3'an de berdewam dike. Gelek nûnerên rêxistinên civakî û saziyên demokratîk jî tev li çalakiyê dibin.